Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


17 mijar û 25 peyam
tirşikvanên bi coronayê ketine - tirşik
tirşikvanên bi coronayê ketine

Navê mijarê ya ewil ev bû:tirşikvanên ku korona derbas kirine
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. çend kes in nizanim lê yek ji wan ez im.
berî 10 rojan îşaretên wê li min peyda bûn: hemû masûlkeyên ran û lingên min û enîşt û gûzekên min diêşîyan. ewqas ku min rojê 2-3 caran êşbiran dixwar. lê hîç semptomên nefesê fîlan çênebû roja 3emîn min tehlîl da û pozîtîf derketim. baş bû ku roja 4emîn hemû şîkayetên min wenda bûn. tenê xerabûna tama devê min ma. mixabin hê jî tam ji gelek xwarin û vexwarinan nastînim û ev yek dibe ku bi mehan wisa bidome.
min îro jî ji bo kontrolê dîsa tehlîl da, hê encam derneket. li gorî encamê ez ê vegerim kar.

welhasil, aqubet (derbaskirina bi vî hawî) serê tirşikvanên din be.



20.07.2020 19:48 | simurg56

2. Di serî de yê ku tûşî korona bûne ji wan re şîfa dixwazim. Derbasî be. Min xwe heta îro test nekirî ji ber ku min hewce nedîtiye. Hêvî dikim ez qet nebînim.

Tu dibê qey hemî tirşikvan tûşî korona bûne. li wan deran koç kirine. Tirşikvanên nû û yê kevn tev de.



20.07.2020 20:20 | kajav

3. belkî min dervas kirbe bes ji balî hilmê de min xwe de dernexist.
van di sê roja malbata me tev bi tayê ne .



20.07.2020 23:06 | shwinsherm

4. Min derbas kir



21.07.2020 22:13 | xeletnivîs

5. tirşikvanên bi coronayê ketine/126335
bravo keke tu gelekî serkeftî ye .

ka bêje bê çawa bû ,
te derbas kir tewaw û dawî ?



22.07.2020 00:03 ~00:04 | shwinsherm

6. Nizanim ew tiştê nelet par hebû yan tunebû, dibe ku zûde ye ew nexweşî belav bûye lê nedigotin

meha îlonê ya sala 2019 yan bû barkem, tiştên ku ez heyata xwe de nedîtim kişandim, nexasim êvarê ber razanê kuxikê min digirt Qasê nîv saetê, saetekî dikişand bêhna min teng dibû nikaribûm nefes hildim, carna ji xewê radibûm kuxe kuxa min bû difetisim, ez ji ode derdiketim boyî dengê min kes ji xewê ranebe, dengê min ê bilind neçe cînaran ez diçûm salonê

Heta 2 hefte ew tişt dewam kir paşî xwe xwe jê xilas bûm hemd ji Xwedê re



22.07.2020 00:44 | mîr

dengdanên dawîn (yên din..)
canon [2]
Marqeyeke wênekêş, optîk, mekîneyên fotokopiyê ye. Li tokyo'ya...
îy yo hee [1]
Strana binavûdeng a koma the cranberries e. zarok bûm. Jin...
fuckîro rebeno [1]
ez jî nizanim çi ye. min tirşikê dixwend .hema ji nişka ve hat min wek...
nexweşiya mirovê vî wextî [2]
Pirsgirêkek din: her kes di bubble-ê xwe de dijî. Tenê mijarên hilbija...
helbestên ku tirşikvanan nivîsandine [1]
Xwîna-Pak Ji te re dibêjim, Tu yî tu! Erê hem jî gelek baş dizanim...
belki ev jî bala te bikişînin
» tirşikvanên ku bi çêr û gotinên argo jinan bêqedir dikin

Kategoriyên mijarê:: zanistitenduristi tirsik zanistitenduristi tirsik zanistitenduristi tirsik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî