Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


12 mijar û 19 peyam
bijmêre - tirşik
bijmêre
(3) (1) (1)
di mijarê de bigere

1. Îro li marketê, jinikek hat kolîyek hêk stend û ji min re pereyên hur da û got "ka pereyê xwe bijmêre".

Emrê xwe de yekem car bikaranîn a wî peyvê dîtim. Peyvê "hejmar" ez ji ferhenga hîn bubum lê nizanîbum wî di nav gel dihat bikaranîn yan na? Wan peyvên ku ez li jiyanê xwe de nehistîme ji wan şûphe dikim gelo bingeha wan peyva heye an hin kes wana ji cihekî xwe diafirînin?

Mixabin ew jinik jî xwazok(bi Tirkî dilenci) bû, yan mirtiv bû. Mixabin ji bo wiya ku em kurdîyek paqij tenê ji belengazan dihesin.



24.07.2020 14:16 | lonw karda

2. Peyveke kurdiya kevn e. Li herêma mêrdîn pir tê bikar anîn. Peyveke ne çêkiriye û ji berê de di nav gel de heye.



24.07.2020 16:59 | tîrêj zana 21

3. (bnr: jimartin)



24.07.2020 18:12 | mîr

4. serhedê pir tê bikaranîn



24.07.2020 19:33 | doesntmatter

5. ka tu dibêje çi ?
saymiş bike ?

bijmêre , gelekî tê gotin li mêrdîn..



25.07.2020 10:44 | shwinsherm

6. Xuya ye ku nivîskar kurdistanê tenê bajarê xwe dihesîbînin û fikr û ramanên wan tenê bi derûdor ê wan sînordare. fehm nakin ku kurdistan herem bi herem, bajar bi bajar, navçe bi navçe, gund bi gund cudaye û her yekê wan şert û mercên cuda de dijîn, zor û zordarîyên cuda re rûbirû dimînin, polîtîkayên asîmilasyonên cuda re rûbirû dimînin. yanî em jî nav prosesa bişaftinê de hatine wî halê û ne de û bavê me bi mera kurdî xeberdan ne jî em kurdiyê li kolanen de bihîst. belkî bajarên we de rewş cudaye lê wiya ji we ra mafê biçukdîtinê nade, yanî wiya çîyê;
"ka tu dibêje çi ?
saymiş bike ?"
kî ji we ra wî mafê dide ku hun bi awayê tinazî xeberdidin. qey dibêjî her tişt sedî sed rast û temam e li kurdistanê û ser da nivîskar radibin xwe qure dikin. qurban qebul bikin, nekin rewş wisa ye.
bi wî quretiya we jî sibê dusibê navenda mêrdîna we jî kurdî dê neyê bikaranîn û belkî ew wext hunê bibin xwediyê aqil û hişmendî.



25.07.2020 12:42 | lonw karda

7. Ji wan marketên ku muşteriyên xwe bi kurdî xeber didin re merhaba.



25.07.2020 12:46 | cinorek

8. Em dibêjin bihejmêre. Bijmêre re jî kurtasiya wê ye.



25.07.2020 20:33 | xabûrî

9. Hejmartin (dihêjmêre-bihêjmêre)
di nivîsandinê de ya rast “bihêjmêre” ye.
di bi lêv kirinê de hebek cudatî hebe jî wekî bizin, ker, hatin..hwd hemû devokên de ev gotin heye.



26.07.2020 00:03 | çomo

10. Mereq dikim lonw karda ji ber hêjmartinê çi dikartîne.



26.07.2020 21:00 ~21:01 | berbest

11. Pir tê bi karanîn
- min deh jimarî, ka bijmêre raste ya na
- bi jimar çil kes hebûn li hundir
- bê jimartin tu neynî ha



27.07.2020 01:00 | afa

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
nexweşiya mirovê vî wextî [1]
Pirsgirêkek din: her kes di bubble-ê xwe de dijî. Tenê mijarên hilbija...
helbestên ku tirşikvanan nivîsandine [1]
Xwîna-Pak Ji te re dibêjim, Tu yî tu! Erê hem jî gelek baş dizanim...
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1]
Raffî Mardoyan - fatima salih axa

...
helbestên ku tirşikvanan nivîsandine [2]
Li pey Xeyalekê Her caran bo te hewil didim Helbestên pes...
şêx seîd [2]
Şêx Seîd, Şêx Muhemmed Seîdê Neqşîbendî an jî (stur: Ş...
belki ev jî bala te bikişînin
» bijmêre

Kategoriyên mijarê:: zimanpeyv zimanpeyv zimanpeyv kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî