Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


15 mijar û 24 peyam
pudîng - tirşik
pudîng
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. şiraniyeke bi şîr e.
hwh: (bnr: şîraniyên bi şerbet)

di nava wê de şîr, şekir, kremaya avî nîşasta û mistek(li gorî daxwazê) û vanîlîn(li gorî daxwazê) dikeviye.

kelûmelê wê
-2 kîlo şîr:
-100 gr kremaya avî (ji bo tehma wê xweş bibe)
-400 gr şekir
-100 gr nîşasta
-1 parça mistek
-nîv kefçiyê çayê vanîlîn.


ji bo amadekirina wê
ewil şîr û şekirê xwe li ser ocaxê germ bikin, piştre 1 parçe mistekê tevlî bikin, nîşastaya xwe hinekî şil bikin, û heya nîşastaya xwe heta di nava avê de bihelê bi destê xwe tev bidin.Dema ku şîrê we kelî nîşastaya xwe tevlî bikin û heta qenc tevlîhev bibe tev bidin. êdî hûn dikarin vala bikin zerikê xwe, noşî can be *

jêrnivîs: ger hûn bixwazin bi kakao çê bikin divê hûn li gorî biryara xwe
kakao an jî çîkolata hûn diakrin texine nav de.. ..
an jî ger li ber destê we sosên cûda jî bi we re hebin hûn dikarin tevlî bikin..

her wekî din jî, ger 2 kîlo şîr ji bo malbatê kêm be, hûn dikarin li gorî dilê xwe zêde bikin.
ji bo 1 kîlo şîr=200 şekir dikeviyê
ji bo 1 kîlo şîr= 50 gr nîşasta dikeviyê
yên mayî li gorî serê xwe hûn dikarin zêde bikin *



24.07.2020 16:39 ~16:41 | merwano

2. Wextê em zar bûn li marketan de piranî di nava pakêtan de çêkirî, hazir dihate firotin, tu jê stand pê kevçî jê dixwar, lê niha hema bêjî tev wekî toz hûrik tê firotin tu li malê bi xwe çêdikî.

(bnr: mis puding)



24.07.2020 18:11 | mîr

dengdanên dawîn (yên din..)
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1]
Raffî Mardoyan - fatima salih axa

...
helbestên ku tirşikvanan nivîsandine [2]
Li pey Xeyalekê Her caran bo te hewil didim Helbestên pes...
şêx seîd [2]
Şêx Seîd, Şêx Muhemmed Seîdê Neqşîbendî an jî (stur: Ş...
kercews [1]
Ji midyadê veqetiyaye dûre jî búye Navçeya batmanê. Ne şaş bim Navê xw...
nexweşiya mirovê vî wextî [1]
Ji hal û rewşa xwe ne kêfxweş in. Berê hewqas nexweşî, şer, feqîrî, be...
belki ev jî bala te bikişînin
» pudîng

Kategoriyên mijarê:: xwarinvexwarin xwarinvexwarin xwarinvexwarin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî