Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 13 peyam
mücahit bilici - tirşik
mücahit bilici
(7) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. nivîskar û sosyolog û akademîsyeneke kurd e.. li silîva navçeya amedê hatiye dinyayê.. li zanîngeha boğaziçiyê beşa sosyolojîyê xwendiye.. li zanîngeha bîlgiyê wek hîndekar ders daye.. di kovarên wek birikim, köprü, karakalem, tezkire û di rojnameyên wek yeni yüzyıl, radikal2, yeni asya, yeni şafak, zaman û tarafê de gelek nivîs û meqalatên wî yên li ser sosyolojî, îslam, bedîuzamena mele seîdê kurdî û pirsgirêka kurdistanê derketine..

di sala 2000an de ji bo doktorayê diçe amerîkayê û li zanînegha michiganê, li ann arborê doktoraya xwe dike.. ji sala 2008an û vir ve li zanîngeha cunyê, li john jay collegeê di beşa sosyolojiyê de wek hîndekar dixebite..

bi qasê duh mehan tê heye ku serê heftiyê carekî di rojnameya tarafê de dinivîse.



malpera wî ya fermî: Here lînkê

quncika wî ya di rojnameya tarafê de : Here lînkê

hesabê wî yê li ser twitterê: Here lînkê

hesabê wî yê li ser facebookê: Here lînkê



28.09.2013 09:12 ~2016.07.28 20:18 | endazer

2. ji perspektîvek îslamî li ser pirsgirêka vegirtin û dagîrkirina kurdistanê ya ji aliyê dewletên misilman ve dinivîse.. bi jargona rîsaleyên bedîuzeman mele seîdê kurdî diaxive û dinivîse..teşbîh û metaforên têra xwe fesîh û resen ji bo vegotina pirsgirêka kurdistanê bikar tîne.. qelema wî bi qasê şûrê îmamê elî tûj û birra ye.. ji xwe ji ber hindê hêj niha bûye kelemê çavên nivîskarên wek ertuğrul özkök û ali bulaç yên ultra misilman û zir-demokrat.. tîrên xwe ji nava dil dikêşe û li tehta eniya diçikîne..



28.09.2013 09:25 | endazer

3. bi nivîsa xwe ya îro ya di rojnameya tarafê de kevirek qerrase li guzeka tirkên kemalîst û tirkên îslamÎ ên cemaetperwer û hikûmetperwer xistiye.. Here lînkê



30.11.2013 17:23 ~2015.09.14 04:17 | endazer

4. pisporê rîsale-î nûran e, ku serperishtiyê li wergera wan a bo îngilîzî dike.



30.11.2013 20:27 | gordereş

5. ecêb e yaw tu dibînî ku mijarên wî tev li ser dagirkirina kurdistanê ne û dibêje ji ber ku kurd nabin kurd dibin tirk û nizanim çi...

lê haya wî ji wî tune de ku wisa jêhatî be û ji dil be bila wan nivîsên xwe bi zimanê diya xwe binivîse.

helbet bersiva wî dibihîsim:

kes ji kurdî fêm nake...



05.11.2014 11:32 | gulan

6. gava dî li ser kurdên ku bêyî ku bibin kurd bûne îslamîst an sosyalîst liqayî nivîsareka wî hatim, di rojnameya tarafê de, yanî kurdên ku bi wesf û nasnameyên gerdûnî, nasnameyên xwe yên lokal dikujin an vedişêrin. camêr di nivîsa xwe de nasnameya felişÎ ya kurd ya ku vê sedsala dawîn bi derbên kotek û dagirkeriyê an asîmîle bûye an jî dejenere, ew qasî baş û serîh îfade kiriye ku mirov ecêbmayî dimîne. di dawiya nivîsara xwe de ji bo kurdan dibêje tu ne mecbûr î, bibî pratÎka teoriyên xelkê û jiyaneke teqlîdî bijî.

http://arsiv.taraf.com.tr/yazilar/mucahit-bilici/kurd-ogrenci-turk-ogretmen-konu-evrensellik/31211/



13.12.2014 15:03 | uciezkvidyêvp

7. her ku dinivîse, ne tenê dûmanê, lêbelê tirrê li îslamîstan, li îslamîstên -ên kurd jî di nav de- terkakurdiyê ferza îslamê dibînin berdide. nîviskarekî di van demên paşin de qasî wî li gor dilê min dinivîse tune ye.



13.12.2014 15:10 | fethî ronî

8. (bnr: Îmana wî heye)

Zilamek heft gurçik e ku nivîsen hiş û mêjiyên mirov diguherînin dinivîse. Him li ser xeletfehmkirina îslamê û him jî li ser zilma dewleta tirk û li ser meseleya me kurdan nivîsên têra xwe tije hêmanên rastî dihewînin û biheqaniyet dinivîse. Hemşehrîyê min e ji farqînê ye. Xwedê yên wekê te rastgo zêde bike lawo

Here lînkê



30.03.2015 10:01 ~10:45 | ceso

9. Dîsa lotikek xweş li sofiyên qûnneşûştîyên tirk xistiye

Here lînkê



30.03.2015 10:39 | ceso

10. nivîskarê min ê vê taliyê ye. çi binivîse bawer dikim ez ê bikaribim îmzeyeke qerrase li bînê nivîsa wî bixim wekî çawa ez jî wek wî difikirim. îmana zir-îslamîst û kemalîstan diçikîne. di şerê cimeat û akpyê de aliyê edaletê girt û kêmasiyên her du aliyan bi zimanekî bimbarek rave kir. ji me kurdan re lazim e. xwedê hêzê dibe qelema wî û îmana wî kamil bike. xwedê misilmanê wek wî yên jidil li nav me kurdan zêde bike înşellah, amîn.



30.03.2015 20:08 ~23:43 | serhednişîn

11. Bi kurdî zane. Lê hinekî eblogeblo ye. (xalê mucahît li qusûrê menêre lê wisa ye) piştî ku min xwe çirand, min bala wî kişand ser tirşikê. Aha binêrin

Here lînkê



10.04.2015 23:33 | ceso

12. bi vê; Here lînkê nivîsa xwe rastiya beloq Û berçav bi sedan salan ya mêtingehbûna kurdistanê ku ez jî tê de êdî ji bîra me gelekan çûye û me hay jê nîne, li ser têgeha ''kökenli'' îzah kiriye.. xwudê qelema wî daîm bike înşileh û berê wî ji heqî û heqîqetê danegerîne..



02.09.2015 23:36 | endazer

13. çewa ji taxikê ev meriv derketîye hêjî hişê min nagire

(bnr: henek)



02.09.2015 23:59 ~2015.09.03 00:01 | shorbevan

14. nivîskarekî wek ibrahim xelîl baran bi tirkî dinivîse



03.09.2015 23:26 | dijber

15. li ber dilê min û çavê min, bedîuzzemanê kurd yê sedsala bîst û yekemîn e, ne zilm ne zîllet.. heq û heqîqet çi be wê dibêje, guh nade tu xatiran.. guh nade bertekên tirkên îslamo-faşîst û kurdên partî-perest, ya dilê xwe dibêje, xweş jî dibêje, bi qasê dixweye bi ser qelema rîsaleyên nûr ve bûye û bi hostatî bikar tîne..

li ser twitterê çi binivîse du kom û bere hene ku her heman bertekan didin, yek jê tirkên îslamo-faşîst in, feqîro bi ''kurdçîtiyê'' îtham dikin, bereya din jî kurdên hdp û pkk perest in, ew jî dibêjin tu çima nayî nakevî bin sêwana partiya me û me çi got wê dubare nabêjî?

xwudê sebr û taqet û hêza xweragirtinê bidiyê hema!

nivîsa wî ya dawîn ''kürdler neden telef oluyor'' (kurd çima ditelifin) Here lînkê



14.09.2015 04:15 | endazer

16. nivîskareke li cihde ji taxa cimeetê. dest-xweş be, pir baş dinivîse.



14.09.2015 17:22 | azadixwaz

17. nivîsara vê taliyê ya camêr nola nivîsarên wî yÊn kevn, xweş bû..

zilamekî maqul e yanê li gor reela kurdistan û tirkiyê û cihanÊ tevdigere yanê min tucar di nivîsên wî de tiştekî tewş û xeyalî nedîtin..



14.09.2015 20:08 | ferhenga şikestî

18. piştî hewldana derbeya 15ê tîrmehê, li ser rewş û rola kurdan di vê pêvajoyê de tesbîtên baş û cihde kirine.



28.07.2016 20:22 | endazer

19. pirtûka wî ya ewil bi navê islamda savaş bitmiştir (di îslamê de şer nemaye) ji nav weşanên avestayê derketiye. pirtûk ji nivîs û gotarên mücahit bilici yên li ser mijarên wek; îman û azadî, îslam û demokrasî, şîr'et, xîlafet, cîhad û hwd pêk tê. yên dixwazin dikarin di pêşangeha pirtûkan ya tüyapê ya li stembolê ji standa weşanên avestayê peyda bikin.



16.11.2016 03:39 | endazer

dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
seyda perinçek [1]
Bavê wî cangorî ye di sala 1990î li gundekî qoserê şehîd ket. Dibê ku ...
belki ev jî bala te bikişînin
» mücahit bilici

Kategoriyên mijarê:: niviskarweje
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî