Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


33 mijar û 52 peyam
vajînîsmûs - tirşik
vajînîsmûs
(6) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. Ligel daxwaza jinê ya seksê bêyî vîna xwe bi awayekî tendurustî nebûna seksê ye. Jin xwe dişidîne û nahêle penîs xwe têxe nava vajînayê. Ev nexweşiya ku tu pêwendiya wê û tengbûn an jî piçûkbûna vajînayê tune rewşa ku dema têkiliyê de xweşindandin e. Masûlkeyên vajînayê ku nerm û lemlatedar bi awayekî bêkontrol teng dibe û pêşî li seksê digire.



25.07.2020 23:20 | rizgarm

2. Problemeke di nava jinan de gelekî berbelav e, piştî zewacê jin û mêr gava dixwazin bi hev şa bin nikarin wê tiştê bikin. Ji ber ku parxûna vajînayê wê jinan xwe dişidîne wekî kilît nahêle penîsê mêrik bikeve hundirê wê, Bi zorê jî nabe.

Hin jin û mêr hene piştî dizewicin bi mehan diceribînin da ku problemên xwe bi xwe çareser bikin, şerm dikin nabêjin kesekî, naçin ba doxtor yan jî psîkologekî. Esas bingeha wê problemê psîkolojîk e, çimkî jinên ku ji wê derdê dikişînin fîzyolojiyan wan wekî her jinan normal e, ti kêmasiyên wan yan din tune ye.

Ji ber wê hinekî malbat hene êdî diwestin, dibêjin ew îş nabe, ji hev aciz dibin loma ji hev berdidin.

Wekî her tiştî çareseriya wê hene. PsîkoTerapiya cinsî yek jî rêya çareseriyê ye.



26.07.2020 01:16 | mîr

3. Qet ne bawerim ku di nav Kurdan de ev tişt hebe, mêrên kurd dikarin şûnê de quleke nû vekin lê dîsa nasekinin, îja guh didin vajînîsmûs û filan û bêvan, ka çend jinên kurd ji aliyê seksê de dil rihetin



27.07.2020 00:56 | afa

4. vajînîsmûs; berevajî xwestina têkiliya cînsî a jinan hebûna astengiyek bêdil e. Tevî ku jin dixwest be jî nikare penîs, tilî û amûrên wekî din bigre vajînaya xwe. Di vê navberê de Masûlkeyên vajînayê diqesin bi tirsa êşê û stres Têkiliya cînsî nemimkin dike.

Di nav kurdan de jî helbet heye. vajînîsmûs/126449 bawer bike zêdetir jî heye. Xelkên ku têkiliyên cînsî tabû dibînin û ji zaroktî ve bi nêrînên hişk û tund qedexe dikin vajînîsmûsê re rê vedikin.

Di nav nasên min heta îro min nê bihistiye Lê hebe jî ji ber Şerm û fedîkirinê kes ji kesî re nabêje. Lê min li nav hevalan de bihistî, hevjînên ku ji ber vê nexweşiyê dev ji hev du berdane hene. Helbet çareserî ne ev e; divê ji psîkolog û jinekologan alîkarî bê girtin.



10.09.2021 12:49 | kajav

dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik v3.0 [1]
ka ez jî agahdariyeke bidim) slav tirşikanên hêja, mergehez malper...
tehdîdên kurdî [2]
Ezê te li berekê(kevir) ve vedim, Ezê lingê te bişkênim, Were meydan...
horhorik [2]
Tirşikvanek fantastîk e. Miqayeseya xweşikbûna memik û welatê xwe di...
toksîkolojî [1]
Zanista ku bi jehr, jehrêketin, antîdot û dermankirina jehrêke...
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1]
babetna - khosha hawraman

...
belki ev jî bala te bikişînin
» vajînîsmûs

Kategoriyên mijarê:: zanistitenduristi zanistitenduristi zanistitenduristi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî