Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
github - tirşik
github
(3) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. github.com Platformeke "developer"an e ku wekî depoya nivîsbariyê tê bikaranîn her wiha li ser projeyekê wekî tîm hûn dikarin bixebitin.Ji bo versiyonkirinê nivîsbariya git'ê tê bikaranîn (git û github tiştên ji hev cida ne git nivîsbariya versiyonkirinê ye github depoya nivîsbaran e).Projeyên we di her "commit"ê de tê versiyonkirin we kengê bivê hûn dikarin paşve yan jî pêşve biçin ser versiyonên projeya xwe.Projeyek bi "branch"an ji aliyê gelek kesan ve dikare bê pêşve birin her yek dikare li ser modula xwe bixebite ku bi vê jî ew kes tesîrê li gelemperiya projeyê nakin. Projeyek dema tê nivîsîn gelek kes wekî copy, copy dawî, copy dawiya dawî binav dike û kod tevlîhev dibin. versiyonkirina githubê van tevlîheviya ji holê radike. Gelek projeyên opensource li ser githubê tê weşandin ji her derê cihanê mirov dikarin çavkaniya koda projeyê bibînin û alikariyê bidin.Mînak hûn dikarin çavkaniya projeyên VLC PLAYER û chromiumê li ser githubê bibînin.Projeyên hûn li ser guthubê biweşînin public e yanî ji herkesî re vekiriye ji bo projeyên private/taybet divê hûn hinek pere bidin. Hekî we projeyeke hûn naxwazin kes bibîne hebe hûn dikarin bitbucket.comê bikarbînin ku ew jî wekî githubê teknolojiya gitê bikartîne û projeyên private/taybet bê pere dikare bê vekirin.



28.07.2020 20:28 ~20:30 | berbest

2. depoya gelek nivîsbarîyên kêrhatî yên bi çavkanîya azad e. min zêde zêde feyde ji van projeyan dîtiye, loma gelek ji vê malperê hez dikim. ger ne ji malperên wisa be, gelek scrîptên kêrhatî, eger xwedîyê wan dev ji wan berdabe, wenda dibin diçin.



28.07.2020 20:51 | simurg56

3. Ji bo yên ku zimanên Koda dizanin re malpereke pir baş e. Niha pirr ji fêm nakim lê min bê kêmasî projeyekê wergerand kurdî. Ji bo wî dilşad im. *



28.07.2020 21:18 | yûsiv

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» github

Kategoriyên mijarê:: teknoloji teknoloji teknoloji
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî