Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 10 peyam
alfabeya kurdî ya bi tîpên erebî - tirşik
alfabeya kurdî ya bi tîpên erebî

Navê mijarê ya ewil ev bû:alfabeya soranî
(5) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. bi ya min alfabeya erebî hew ji bo erebî guncaw e. dema di zimanên din de tê bikaranîn alozî derdikevin. û ev alfabe nahêle hayê me ji soranan hebe. soranan jî bi vê alfabê girtine û bernadin. xwezî berdana.



01.08.2020 19:58 | keyomerd

2. Alfebe bi kurtasî tîpên soranî;
Alfebeya ku ez dîjî vê me.Yekitîya kurdan vê alfebaya ereba xera dike.Me paş dixine û kurd ber vê kurd xwe naynî fahm kirin.Kurdên soran her wuha tipên erebî pêkar binîn jî herfê Latînî ya îngîlîzî pêkar tinnin.
Hikûmeta Kurdistana Iraqe hevceye ku tipên erebî berde bibe yek tîp,kurmacî latînî ye soranî jî latînî be.



01.08.2020 22:14 | dilreş

3. Hin soran digotin bila kurdên bakurî fêrî alfebeya erebî bibin.
"Ma çirrik e"

guhê xwe bidin deqeyên di nabvera 5.40 û 7.00ê




02.08.2020 12:38 ~12:44 | berbest

4. erê ji bo me bakûriya derbasî latînî bibin baş e lê ji bo rohelatiyan jî xirab e .
jixwe îmkan û derfetê wan ji yê bakûr jî kêmtir e.



02.08.2020 13:40 | shwinsherm

5. alfabeya ku ji alfabeya kurdî ya latînî kêrhatîtir e. tê de tîpên ku di ya latînî de pêde nabin hene. bo nimûne:
غ: celadet alî bedirxan gotiye ku yên bixwazin dikarin bo vê tîpê ẍ bi kar bînin lê kes bi kar nayîne.
ح: herwiha bo vê tîpê jî yên bixwazin dikarin ḧ bi kar bînin lê kes bi kar nayîne. û pa xweşik jî xuya nake lê ev ne kêşe ye.
ع: ev tîp dengdêran diguherîne. bo nimûne "e" wisa ye ە lê dema tu bixwazî wê stûr bikî (wek a di peyva "eynî"yê de) tu wisa dinivîsî عە. ji bo vê dengê hin kes dibêjin ' bi kar bînin.
ڕ: r'ya req e. em dikarin rr binivîsin. ev gorî yên din hinekî berbelav e. alternatifeke din jî ř ye.
ڵ: ev deng di kurmancî de tune ye. loma jixwe em nikarin bipên di alfabeya latînî de hebe. ku hebe jî dikare wisa be: ll an jî ł.



28.12.2020 17:52 ~17:53 | keyomerd

6. rûberkirina tîpên latînî û erebî:
a-ا
b-ب
c-ج
ç-چ
d-د
e-ە
ê-ێ
f-ف
g-گ
h-ه
ḧ-ح
i-tune ye
î-ی
j-ژ
k-ک
l-ل
ł-ڵ
m-م
n-ن
o-ۆ
p-پ
q-ق
r-ر
ř-ڕ
s-س
ş-ش
u-و
û-وو an jî ۇ
v-ڤ
w-و
x-خ
ẍ-غ
y-ی
z-ز
tune ye-ع
herwiha ئ jî heye. ev tîp bêdeng e. dema di pêşiya bêjeyê de tîpeke dengdêr hebe pêşî ev tê nivîsîn. bo nimûne:
ez-ئەز yanî wisa dibe: ئ + ە + ز



28.12.2020 18:22 ~2021.09.05 00:17 | keyomerd

7. Min biborin lê zaravayê soranî çi mere fêde bideme, min xelet fahm nekin lê zaravaya kurmancî ji bo kurda esas e.Em ewilde zaravaya kurmancî pêş bixin.



29.12.2020 13:12 ~13:18 | dilreş

8. min çar meh berê li bin vê mijarê peyamek nivîsiye ku tê de vê alfabeyê diparezim, di van çar mehan de min gelek tişt bi vê alfabeyê xwandin ji gelek kesan, çi soran be çi badînî. niha min destnîşan kiriye ku gelek kêmasiyên wê hene û ji bo kurdî nikare bibe alfabeyeka baş.

- kêşeya herî mezin ev e ku ji bo u, w, û heman tîpê (و) bi kar tînin. bi asayî û (وو) wisa ye lê ji ber ku dirêj e yan jî nexweşik xuya dike gelek kes wê jî wek (و) bi kar tîne. bo nimûne کردووە mirov dikare vê bi sê awayî bixwîne: kirdûwe, kirduwe, kirdûe.

- yeka din jî ev e ku hin kes o-yê jî wek van sê tîpan dinivîsin. bi asayî o (ۆ) wisa lê wek (و) dinivîsin. nemaze badînî wisa dikin, min di nav soranan de nedîtiye.

- ji bo tîpên î û y jî heman tîpê (ی) bi kar tînin. ev qasî yên jor ne kêşe ye çimkî jixwe dengên nêzîkî hev in. lê dîsa jî kêmasiyek e.

- tîpa i tune ye. bo nimûne بەرز mirov vê bixwîne wisa ye: berz, lê ya rast beriz e. mirov nikare di nivîsê de van ji hev cihê bike.

- tîpên hûrdek û girdek tune ne, hemû tîp bi awayekî tê nivîsîn.

- di cîhana navneteweyî de rûmeta alfabeya erebî tune ye.

helbet ev kemasi ji bo wan ne giring in çimki ew dikarin tevi kemasiyan ji rast bixwinin. weki ku min li vir ji bo hin dengan heman tip bi kar ani le hun disa ji te gehiştin.

herwa min dît ku piraniya gelê başûrê kurdistanê ji vê alfabeyê ne memnûn in û dixwazin derbasî ya latînî bibin.



10.04.2021 17:01 ~2021.09.12 21:15 | keyomerd

9. Giş dengên wekî tîpê tê bikaranîn di nav kurdî
a: ا /ɑː/ [nebat, xebat] Here lînkê
ʿa an jî 'a: عا (ع+ا) /ʕɑː/ [ʿaciz - 'aciz, mʿad - m'ad]
b: ب /b/ [bahoz, beran] Here lînkê
c: ج /dʒ/ [cêr, conega] Here lînkê
ç: چ /t͡ʃʰ/ [çav, çerm] Here lînkê
d: د /d/ [dar, deq] Here lînkê
đ: ڎ /d̪/ [ađ, eđa]


e: ە /ɛ/ [ez, banger] Here lînkê
ʿe an jî 'e:(ع+ە) عە /ʕɜ/ [ʿelok - 'elok, beʿecîn - be'ecîn]
ê: ێ /eː/ [êzing, Êlih] Here lînkê
ʿê an jî 'ê: (ع + ێ) عێ /ʕeː/ [deʿêmê - de'êmê]
f: ف /f/ [find, firok] Here lînkê
g: گ /ɡ/ [gewr, gwîz] Here lînkê
h: ھ /h/ [hêk, hîv] Here lînkê
ḧ: ح /ħ/ [ḧerî, ḧeya] Here lînkê
i: و࣭ /ɯ/ - /ɪ/ [incas, mişk] Here lînkê
'i an jî ʿi: (ع + و࣭) عو࣭ /ʕɪ/ - /ʕɯ/ ['iroq, ʿiroq]
î: ی /iː/ [îsot, derî] Here lînkê
'î an jî ʿî: (ع + ی) عی /ʕiː/ [misa'ît, misaʿît - 'îsa, ʿîsa]
j: ژ /ʒ/ [jîjo, jêr] Here lînkê
k: ک /kʰ/ [ker, kêr] Here lînkê
l: ل /l/ [legleg, lepik] Here lînkê
ł: ڵ /ɫ/ [wiłat, bełê] Here lînkê
m: م /m/ [mêr, mirov] Here lînkê
n: ن /n/ [nêr, nav] Here lînkê
ň: نٚ /ŋ/ [deň, teň]


o: ۆ /oː/ [kolan, kor] Here lînkê
p: پ /pʰ/ [pêxistok, pel] Here lînkê
q: ق /q/ [qeşa, qîrîn] Here lînkê
r: ر /ɾ/ [rêz, rovî] Here lînkê
ř: ڕ /r/ [řeq, piř] Here lînkê
s: س /s/ [sêv, sêtilk] Here lînkê
ş: ش /ʃ/ [şîr, şagirt] Here lînkê
t: ت /tʰ/ [tîr, têr] Here lînkê
u: و /ʊ/ [gur, utî] Here lînkê
ü: ۊ /ʉː/ [xün, hüç]


û: ۉ - وو - ۇ /uː/ [ûr, dûr] Here lînkê
v: ڤ /v/ [vir, veşartin] Here lînkê
w: و /w/ [werdek, wêrek] Here lînkê
x: خ /x/ [xox, xew] Here lînkê
ẍ: غ /ɣ/ [ẍar, aẍa]


y: ی /j/ [yek, yekîtî] Here lînkê
z: ز /z/ [zer, zerre] Here lînkê

Tîpên ku di tu alfabeya de tunne ne lê di nav Kurdî de hene;
â: آ /ɑ/ [âgir, ânîn]
ə / æ: [bər - bær] (mêwe) ji "ber" (pêşî an kêlek) tevel e.
ə̂ / æ̂: [qə̂nî - qæ̂nî] (di vê qeleçe qə̂nîya - qæ̂nîya ha de, tê çê ku?)
ô: وٓ /ɔ/ - /oː/ [hôgir, kôx]
ḳ - kh : ک۫ /k/ [ḳul, ḳer(nebihîztin)] Here lînkê
p̣ - ph : پ۫ /p/ [p̣ê, p̣ayîz] Here lînkê
c̣ - çh : چ۫ /t͡ʃ/ [c̣eng, bic̣ûk] Here lînkê
ṭ - th : ت۫ /t/ [ṭeng, ṭarî] Here lînkê

Çewtî hebe, ji kerema xwe sererast bikin.



28.03.2023 14:23 ~2023.09.07 15:55 | burak derdilî

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» alfabeya tirkmançî
» kurdî de tunebûna daçeka pirsê
» tîpên cêwî
» erebî

Kategoriyên mijarê:: ziman ziman ziman kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî