Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


37 mijar û 59 peyam
when nietzsche wept - tirşik

Doktor Josef Breuer û fîlozof Friedrich Nietzsche hevdîtinê dikin, da ku ji bo bêhêvîtîya Nietzsche çareserîyek bibînin....
(4 şîrove)
when nietzsche wept
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. fîlma ku êdî bi kurdî dikare were temaşekirin.
fîlm wek xebatek ya koma wergera fîlman ya tirşikê ji alîyê okan ve, li kurdî hat wergerandin.

hûn dikarin binnivîsa kurdî ji rûpela fîlmê daxînin: Here lînkê

ji bo daxistina fîlmê, lînka torrentê: Here lînkê



têbinî-1: temaşekirina fîlman bi binnivîsa kurdî/118142


têbinî-2: Eger xwendina binnivîsên kurdî ji we re zehmet be, hûn dikarin leza fîlmê jî kêm bikin. Ji bo vê yekê bernameya (stur:smplayer)ê daxin û saz bikin. (jixwe di mijara bernameyê de gelek agahî û kurdîkirina wê heye: (bnr:smplayer)) ji eyarên wê zimanê wê bikin kurdî. ji bo kêmkirina leza fîlmê ji menûyan bikevin bilîze>lez û ji vir weke mînak lezê %10 kêm bikin.



01.08.2020 22:18 ~23:04 | simurg56

2. Pirtûka ku ji aliyê psîkiyatrê navdar irvin david yalom ve hatiye nivîsandin, qala pêvajoya tedawîya ya di navbera Dr. Josef Breuer û Prof. Friedrich Nietzsche dike. Şêwaza ku irvin david yalom bi kar aniye gelek zelal, herikbar û hêja ye. Hema hema hemû kesên di pirtûkê de derbas dibin mirovên rast in; Lê çîrok bi hêza pevxistina nivîskarê geş dibe û dixemile.

Bûyera vê romanê di sedsala 19a, beriya dîtina zanista psîkoanalîstê, li vîyanayê derbas dibe. Her wiha pirtûk qala mirovên navdar ên vê serdemê jîyaye wekî josef breuer, sigmund freud, lou salome dike. Bi kurtasî dikarim bibêjim ku Pirtûk li bin, lihevanîna nêrînên zanistî û felsefî yên van kesên navdar û Nietzsche bingehî dide û bi vê encamê romaneke rast/xeyalî derdikeve holê.
...................
** wê di nav vê nivîsa jêr de spoiler hebin.

Rojekê, jina ku mêran sergêj dike ango Salome ji bo nexweşiya Nietzsche tê li cem psîkolog Breuer. Salome ji breurî re dibêje" Pêşeroja çanda Ewropayê di bin talûkeyê de ye, Nietzsche nexweş e. Alî wî bikin."

Breuer bi hêviya ku dîsa Salomé bibîne bersiva "bila"yê dide. Û bi vê bersivê rêwîtîyeke dirêj dest pê dike.

Dr. Breuer û Sigmund Freud, yek ji lehengên sereke yên vê pirtûkê ne. di salên 1880an de li vîyanayê metoda "free association" li ser Anna o.yê ku nexweşê êşa hîsterî ye diceribînin û bi vê metodê jî bingehîya psîkoanalîstê diavêjin.

Nietzsche fîlozofekî derveyî serdema xwe ye ku nêrînên wî ji serdema wî dûrtir kûrtir bûn. Ji pirtûkên wî yên wê demê hatibûn weşandin ("Human, All Too Human", "The Dawn of Day", "The Gay Science" û "Untimely Meditations") jî dihat fêm kirin ku ew bangê pêşerojê dikir. Lê Prof. Friedrich Nietzsche, fîlozofê xwedî fikrên ji dema xwe dûrtir, ji ber nexweşiya giran a mîgrenê jiyaneke dijwar dijîya.

Rojekê Prof. Nizetsche evîndarê helbestvaneke ciwan lou andreas salome dibe. Salome jineke pirr qedr dide azadiya xwe ye. ji ber wê naxwaze têkiliyeke xurt di navbera wê û yekî de çêbibe. Ji ber wê Salome têkiliyeke bi sê alî bi Nietzsche û hevalên wê Paul Ree re pêşkêş dike.

Nietzsche; Di destpêkê de vê pêşnîyarê  qebûl dike, piştre di nava hestên xwe yê xwezayî de winda dibe û ji Salomeyê re daxwaza zewacê dike. Lê Lou Salome Nietzscheyî red dike. Piştî vê bûyerê Nietzsche li hemberî hemû jinan bi taybetî Lou Salomeyê hêrs dibe û ji nefret dike.

Ev bûyerên ku min qala wan dikir di rastiyê de li Ewropaya 1880yan de derbas dibin. Tiştên xeyalî piştî van bûyera dest pê dikin.

Lou Salome, ji ber ji Nietzscheyê tim û tim nameyên nefretê distîne gelekî sayîşdar dibe. Ji bo dawiya van nameyan were divê tiştekî bike. Û wê demê di hişê wê de tiştek diçûrise. Salomé tê nexweşxaneyê li deriyê doktorê navdar ê Viyanayê Josef Breuer dixe û jê dixwaze ku Nietzscheyê baş bike. Lê tiştê ku dixwaze baş bike ne mîgrena wî ye, tiştê ku dixwaze baş bike bêhêvî bûna Nietzsche ya ku wî dibe li ber mirinê ye. Ji ber ku Nietzsche di nameya xwe ya dawî de ji Lou Salome re qala fikra xwekuştinê kiribû.

taybetiya nivîskar û pirtûkê:
Di rastiyê de Dr. Breuer û Prof. Nietzsche qet hev nedîtine; Lê di pirtûkê de hem nexweş û hem jî doktorên hev in. Rêbazên ku li ser nexweşiyên fizîkî û derûnî yên ku hewl didin derman bikin û bi pêş ve bibin ji bo xwendevanan re wekî reçete ye.



11.03.2021 23:50 ~23:56 | yûsiv

dengdanên dawîn (yên din..)
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Herhal bêhna wan teng dibe, tiştek balkêş di tirşikê da nabînin ji ber...
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
taybetmendiyên jinên faris ên li tirkiyeyê [1]
(bnr: botoks) (bnr: li nîveka rêyan da rêzbûn û wisa meşiyan) (bnr: ...
warê stranan [1]
Weke berdewama qonaxa nû ya projeyên ji bo meyla hilberandina naveroka...
belki ev jî bala te bikişînin
» when pigs fly
» nietzsche

Kategoriyên mijarê:: sinemaflm sinemaflm sinemaflm
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî