Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


17 mijar û 19 peyam
newpipe - tirşik
newpipe
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. newpipe sepana ku youtuba bê reklam e , azad e û tev taybetiyên youtube premium jî tê de hene.

ji lînka ku ez ê bidim we herin rûpela wê,
hûn ê fdroidê daxînîn telefona xwe
(fdroid tiştekî wek google play store ye)
gava fdroid daket telefonê
ji ser fdroidê newpipe daxînîn û li menuya telefona xwe vedin .

di newpipe de
music in background yanî strana ku li paş perdê lê dixîne.
bi vê taybetmendiyê re hûn kanin di telefonê de kar û barê xwe bikin ,ekran girtî be jî ranawesti.

download/daxistin
hûn kanin tişta hem bi awayê vîdyo hem bi awayê muzîkê daxînîn .

Here lînkê

yaw hûn ê bêjin me ev daxist ka youtube ew ê çi bibi jê?

nimûne;
bila merqa telefona we xiaomi be
li ser google playê xiaomi hidden settings binivîsin , daxînin .
di sepanê de rêza serekede apps/uygulamalarim heye ji wur tiştên ji were nevê rakin mîna youtube google play films û hwd.

di sepanê de gelek ziman henin "kurdiya soranî jî heye"



04.08.2020 13:39 ~13:43 | shwinsherm

2. rajegirekê youtubeê ye û belaş e.

bo zimanê sepanê vebijarka kurmancî jî heye, ji kengî ve vê xizmetê dide nizanim lê min ji cihekî nebihîst. sê çar meh in, bi kar tînim. hema do twîtek bala min kişand ku qala daxistina vîdyoyên youtubeê dikir bi kurmancî. wê kêliyê newpipe hat bîra min ku bi hêsanî mirov jê vîdyoyan dadixe. lê neriyam û tew di lîsteyê de kurmancî heye. xuya ye nû hatiye lê zêdekirin, jbk tgava ez sepanek dadixim, teqez li nav zimanan zarê şêrîn dinerim.

wergera wê hinekî kêm e û fêmbariya wê jî piçekî zehmet e. lê dîsa jî xweş e. dixwazî ji malpera wê Here lînkê dixwazî ji f-droidê Here lînkê daxe.

her wiha. berî newpipeê min brave bi kar dianî bo di paşrûyê de muzîkê guhdar bikim. (ji xwe pêdivî tune ye bibêjim, tê de reklam jî rasterast tê astengkirin) lê di nav demê de vîdyoyên muzîkan xerabû, yanî mirov nikare li vîdyoyan temaşe bike. ji xwe derdê min ne ev bû. lomamin dewam kir. lê îja pirsgirêka girêdanê derket. dema tu dîmenderê digirt, muzîk jî dihat girtin. loma ez ketim lêgerînê. newpipe hat ber min.

yek ji taybetiyên xweş û erênî ya newpipe ev e: tu dikarî bêyî tomarkirin, bikeve şopa kanalan. ename an jî telefon naxwaze. kodên wê li githubê vekirî ye. reklam tê de tune ye, şopgerên bigtechê tune ye. daxistin pir hêsan e. lê bi ya braveê, ya neyînî ev e: gava tu dîmendera telefonê digire û dikeve moda paşrûyê, muzîk bo yek-du sanîye disekine. heke tu muzîkê bi dengekî bilind guhdar dikî, ev sekan rehetiya guhdarkirinê xera dike, hema çenikek be jî guhê mirov diêşîne. (lê heman tişt bo tabletê tune ye. ecêb e jbk her du jî android in.)



11.06.2022 14:23 ~2022.06.12 10:05 | biruya hayao miyazaki

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (yên din..)
ên ku dixwazin zarokên xwe bi kurdî mezin bikin [3]
Ne ez im ji ber ku zarokên min tunne ne. ger tûnne bin, ezê çawa wan b...
kompleksa îkarus [3]
(bnr: icarus complex) Îkarûs karakterek ji mîtolojîya yewnan e. Li ...
inglourious basterds [5]
Di derbarê Şerê Cîhanê yê Duyemîn de gelek fîlm hatine kişandin (Rizga...
tiştanok [1]
"Xalê min tê ji deştê qete(parçe) himbanek li piştê"( berisv...
Grass: A Nation's Battle for Life [1]
yekemîn berhemeke sînemayê ye ku qala kurdan dike. berhemeke hêja ye j...
belki ev jî bala te bikişînin
» newpipe

Kategoriyên mijarê:: malper teknoloji yendin malper teknoloji yendin malper teknoloji yendin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî