Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


18 mijar û 20 peyam
navê min sor e - tirşik
navê min sor e
(2) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. pirtûka orhan pamuk "benim adım kırmızı" wergera kurdî



28.09.2013 21:36 | newenda

2. îhtîmalek mezin hevoka kurdî ya herî dirêj dihewîne.



28.09.2013 21:47 | simurg56

3. ji aliyê mustafa aydogan VE HATiYE kurdî kiRiN.



29.09.2013 03:18 | seydayê_peyvan

4. li gorî min, pirtûka orhan pamuk ya herî serkeftî ye. tê de qal a hunera xet û xetada dike. li alîyê derûnnasîyê de dişibe pirtûka irvin yalom ya bi navê divanê. mijara pirtûkê pir bala min dikşîne. xwezî derhêner derviş zaim pêşîyê ev pirtûka bixwanda, paşê fîlma xwe ya bi navê nokta û cennetî beklerken bikşanda.



28.02.2014 12:38 | nazim tolhildan

5. şekure navekî ne gelekî xweş e lê piştî go min ev roman xwend navê şekure li ber min şêrîn bû, ax şekureyê ax!



06.03.2014 19:40 | mamostanısebin

6. orhan pambu di vê pirtûkê de navê diya xwe şekure, navê birayê xwe yê mezin şewket û navê xwe orhan bikaraniye

di pirtûkê de jî orhan û şewket herdu kurên şekure xanimê ne**



26.03.2014 05:26 | kevçiyê dil

7. Beşek ji destpêka romana Orhan Pamuk ya Navê min sor a ku Mustafa Aydoğan wergerandiye kurdî û di sala 2002yan de Weşanên Dozê çap kiriye.

"Niha ez mirîyek im, termek im, di binê bîrekê de. Di ser niqrîska min a dawîyê re gelek wext derbas bû. Dilê min ji zû de rawestîyaye. Lê ji derveyî qatilê min î nemerd tu kes pê nizane, bê çi hatiye serê min. Ji bo ku ji mirina min tam piştrast be, wî rezîlê heram berê li bêhna min guhdarî kir, nebza min saxtî kir û bi dû re jî pihînek li noqa min xist. Ez hilgirtim û birim ba bîrê û bera xwarê dam. Gava serê min î ku wî ew berê bi kevirî şikandibû ket bîrê, hingê parçe parçe bû. Dev û dêm, enî û rûyê min eciqîn, tişt di wan de nema. Hestîyên min şikestin, devê min tije xwîn bû.

Ev çar roj in ku ez venegerîyame malê. Niha jina min û zarokên min li min digerin. Keça min hingî girîyaye, ji hal de ketiye û li derîyê hewşê dinihêre. Çavên hemûyan li rêyê ne, li derîyî ne.
Bi rastî çavên wan li derîyî ne, an na, ez wê jî nizanim. Belkî jî ew fêrî vê bûbin, çi qasî ne xweş e! Ji ber ku gava mirov li vê derê be, hiseke weha bi mirovî re çêdibe ku dibêje qey jîyana ku mirovî li dû xwe hiştiye, weke berê dewam dike û diçe. Berî ku ez bibim, li dû min demeke bêsînor hebû. Piştî ku ez mirim jî demeke ku tu carî dê nêqede! Gava ez sax bûm, ez qet li van tiştan nedifikirîm. Ez di navbera du demên tarî de, di nav ronahîyan de dijîyam û diçûm.

Ez bextewar bûm, dihat gotin ku ez bextewar bûm. Ez niha tê digihêjim: Di neqişxaneya Padîşahê me de, tezhîbên herî baş min çêdikirin û tu tezhîbkar tune bû ku hostetîya wî nêzîkî li ya min bikiraya. Ji karên ku min li derve dikirin, mehê neh sed aqçe diketin destê min. Ji xwe, vê jî dikir ku mirina min bêtir neyê debarkirin.

Min bi tenê neqiş û tezhîb çêdikirin. Min dora rûpelan dixemiland, di hindurê çarçoveyan de reng, pelên rengîn, gulîyên daran, gul, kulîlk û çivîk çêdikirin. Ewrên usûlçînî yên pêl bi pêl di ser hevdu re diqulipîn, pelên diketin nav hev, daristanên rengan û xezalên xwe di nav de veşartî, keştîyên şerî, padîşah, dar, seray, hesp, nêçîrvan… Berê, carinan min hindurê sênîyekê dineqişand; carinan paşîya mirêkekê, hindurê kevçîyekî, carinan li Boxazîçîyê, binbanê koşkekê an qonaxekê, carinan jî ser sindoqekê… Di salên dawîyê de jî ez bi tenê li ser rûpelên pirtûkan dixebitîm, ji ber ku Padîşahê me pereyekî pir dida pirtûkên neqişkirî. Ez ê nebêjim, piştî ez bi mirinê re rû bi rû bûm, ez têgîhiştim ku di jîyanê de pere ne giring e. Gava mirov ne li jîyanê be jî dizane, bê giringîya pereyan çi ye.

Niha di vê rewşa min de, ez dizanim ku hûn ê bala xwe bidin vê mûcîzeya ku dengê min tê we û weha bibêjin: Niha dev ji wê meseleyê berde ku gava tu sax bûyî, te çi qas pere qezenc dikirin. Ji me re behsa wan tiştan bikî ku tu li wira dibînî. Piştî mirinê çi heye, gîyanê te li kê derê ye, Bihişt û Dojeh çawa ne, tu li wê derê çi dibînî? Mirin tiştekî çawa ye? Gelo laşê te diêşe?

Heqê we heye. Ez pê dizanim ku gava mirov sax be, pir meraq dike, bê gelo li alîyê din çi diqewime. Çîroka yekî ji min re hatibû gotin; ew sirf ji ber vê meraqa xwe, di meydanên şerên giran de di nav terman de digerîya… Wî digot qey di nav cengawerên birîndar de ku li ber sikratê bûn, ew ê li yekî rast bê ku miribe û rabûbe ser xwe û ew jî dê sira dinyaya din bide wî. Gava leşkerên Tîmûrî ew di nav terman de dîtibû, gotibû qey dijmin e û ji ber vê yekê ew bi şûrekî kiribû du parçe, wê gavê wî jî gotibû qey li dinyaya din mirov dibin du parçe.

Tiştekî weha tune ye. Tew ez dikarim bibêjim ku rihên li dinyayê dibin du parçe, li vê derê dibin yek. Lê berevajîya îdiayên bêdîn, zindîq û kifirbazên ku bi a Şeytên dikin, li dinyaya din şikir heye. Ev îsbata wê ye ku ez ji vira bi we re dipeyivim. Ez mirim, lê mîna ku hûn dibînin, ez tune nebûm. Wekî din jî divê ez bibêjim ku ez li tu koşkên Bihiştê yên zîv û zêrînî ku di bin wan re çem diherikîn, darên pelmezin û mêwezepitî û keçikên xweşik ku di Quranê de behsa wan dihat kirin, rast nehatim. Halbûkî niha baş tê bîra min ku min sûretên wan hûrîyên Bihiştê yên çavgirs ku di sûreya Waqiayê de behsa wan tê kirin, bi kêf gelek caran çêkirine. Ji xwe, ez li wan herçar çemên şîr, şerab, ava şêrîn û hinguvî yên ku ne Qûrana Kerîm, lê xeyalmezinên mîna Îbnî Erebî xweş dikir û digot jî qet rast nehatim. Ji ber ku ez naxwazim bibim sebeba bêbawerîya gelek kesên ku bi xeyal û hêvîya dinyaya din dijîn, divê ez dîyar bikim ku ev hemû bi rewşa min a taybet ve eleqadar in. Her bawermendê ku agahdarîya wî hebekî jî li ser jîyana piştî mirinê hebe, dê qebûl bike ku ji bo yekî wekî min î bêhizûr dîtina çemên Bihiştê pir zehmet e.

Bi kurtayî: Di nav qismê neqaşan de û di nav hosteyan de ez, ew kesê ku bi navê Zarîf Efendîyî tê naskirin, mirim, lê nehatim gorkirin. Ji ber vê yekê jî gîyanê min laşê min bi temamî terk nekir. Bihişt be, Dojeh be, qedera min kî der be, ji bo ku rihê min xwe nêzîkî wan deveran bike, divê karibe ji pîsîtîya bedena min derkeve. Ev rewşa min a awarte ku hatiye serê xelkê jî rihê min dixe ezabekî giran. Serê min parçe parçe bûye, hestîyên min hûr hûrî bûne, nêvîyê laşê min tevî birînan, di nav ava weke qeşayê de dirize, ez wan his nakim, lê ez his dikim, bê rihê min î ku ji bo ji laşê min derkeve bi awayekî ecêb hewil dide, di çi ezabî de ye. Ew qasî teng dibe ku ez dibêjim qey temamê dinyayê di hindurê min de, li devereke teng ketiye ser hevdu.

Ez dikarim vê hisa tengbûnê, ancax bidim ber wê hisa dilfirehîyê ya ecêb ku gava ez mirim, bi min re peyda bû. Gava serê min bi wê derba kevirî ya ji xafil de, ji kêlekê de şikest, min tavilê fêhm kir ku ew nemerd dixwaze min bikuje, lê min bawer nekir ku ew ê karibe min bikuje. Ez bi hêvîyê mişt bûm. Lê gava ez wê jîyana xwe ya bêreng dijîyam ku di navbera neqaşxaneyê û mala min de derbas bû, ez qet lê hay nebûbûm. Min bi tilîyên xwe, nenûkên xwe û diranên xwe yên ku min pê dev lê dikirê, bi bengînîyê ve xwe li jîyanê wêrand. Ez we bi êşa derbên din eciz nekim ku li serê min ketibûn.

Gava min bi xemgînî fêhm kir ku ez ê bimirim, hiseke dilfirehîyê ya nedîtî ez dam ber xwe. Ez dema derbasbûnê bi vê hisa dilfirehîyê jîyam. Hatina min a vî alîyî, mîna ku mirov di xewna xwe de, xwe di xewê de bibîne, hêdîka çêbû. Min herî talî, pêlavên qatilê xwe yên biherî û biberf dîtin. Min çavên xwe girtin û xwe li xewê danî û ez bi derbasbûneke xweş gihiştim vî alîyî.

Niha gazinda min ne ji ber wê ye ku diranên min hemû şikestine û mîna tovên kulindan wêrane devê min î bixwîn, rûyê min bi qasî ku neyê naskirin eciqîye, an jî ez di binê bîrêkê de asê mame. Lê gazinda min ji wê ye ku ez hîna sax têm hesibandin. Gava yên ji min hez dikin, tim û tim li min difikirin û dibêjin qey ez li quncikeke Stenbûlê bi karekî beredayî mijûl im, heta xeyal dikin ku min daye dû pîrekekê, rihê min î bêhizûr bi temamî dixin ezabê. Bila êdî zû termê min bibînin, nimêja li ser min bikin, cenazeyê min rakin û min veşêrin! Ya herî giring jî ev e, bila qatilê min peyda bikin! Heta ku ew rezîl neyê peydakirin, ger min têxin gora herî şahane jî divê hûn zanibin ku ez ê di gora xwe de, di bêhizûrîyê de xwe bi vî alîyî de û wî alîyî de biqulipînim û bipêm."



29.11.2020 14:20 ~2021.10.06 21:01 | ezcan

8. Pirtûka ku min bi tirkî xwendibû. Romanek polîsîye ye lê anekdotên edebî, dîrokî û hunerî jî pirr in tê de û şêweya romanê hinek dişibe ya umberto eco. Zêde hez ji Romanên polîsîye nekim jî, wek romana navê gulê ya Umberto Eco, vê romanê jî ez bi xwe ve girê dabûm. Dema lîseyê, Di yurda sar û bedbîn de li ser ranzaya du qatî min ev romên hema bêje bê navber qedandibû. Hê jî li cem min e ew pirtûk. Piştî romana kitêba reş (kara kitap), favorî romana min e ku orhan pamuk nivîsandiye.



29.11.2020 19:43 ~19:44 | xelîl

dengdanên dawîn (yên din..)
ên ku dixwazin zarokên xwe bi kurdî mezin bikin [3]
Ne ez im ji ber ku zarokên min tunne ne. ger tûnne bin, ezê çawa wan b...
kompleksa îkarus [3]
(bnr: icarus complex) Îkarûs karakterek ji mîtolojîya yewnan e. Li ...
inglourious basterds [5]
Di derbarê Şerê Cîhanê yê Duyemîn de gelek fîlm hatine kişandin (Rizga...
tiştanok [1]
"Xalê min tê ji deştê qete(parçe) himbanek li piştê"( berisv...
Grass: A Nation's Battle for Life [1]
yekemîn berhemeke sînemayê ye ku qala kurdan dike. berhemeke hêja ye j...
belki ev jî bala te bikişînin
» navên kurdan ên ku mirovî ecêbmayî dihêlin
» min gû di eqlê te kiro
» soryazyus

Kategoriyên mijarê:: pirtukweje
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî