Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


16 mijar û 25 peyam
pirsên asta yekemîn a zimanê kurdî - tirşik
pirsên asta yekemîn a zimanê kurdî
(3) (1) (1)
di mijarê de bigere

1. pirsên ku min ji bo xwendevanên xwe yên asta yekemin amade kiriye ye . min xwest di tirşikê de parve bikim ku kesên bixwazin bikarbînin ;





1- Zimanê Kurdî di nav kîjan komên ziman de ne?

A)Bantûyî B)Hamî-Samî C) Hînt-Ewropî D) Ural-Altay



2-Di alfabeya kurdî de çend tîp hene?

A)28 B) 29 C) 31 D)30



3- Roja kedkar û xebatkaran di kîjan mehê de tê pîrozkirin?

A) Adar B) Gulan C) Îlon D) Tebax



4- Di kîjan vebijêrkê de mehên biharê rast hatine nivîsîn?

A) Sermawez, Gelawej,Berfanbar B) Reşemî, Adar,Avrêl

C) Adar, Avrêl, Gulan D) Berfanbar, Avrêl, Gulan



5- Dengdêrên zimanê kurdî di kîjan vebijêrkê de rast hatine nivîsîn?

A) a,e,ê,i,î,o,û,u B) a,e,ê,i,î,o,ö,û,u C) a,e,i,î,o,ö,u,û D) a,e,ê,ı,i,o,u,û



6- Kurdistan di kîjan parzemînê de ye?

A) Asya B) Ewrupa C) Efrîqa D) Antartîqa



7- Ji kerema xwe re qertafên tewangê binivîsênin û ji bo her yekî mînakekî bidin.





8- Peyvên; xwendin, ketin û nivîsînê li gor dema niha bikişînin.(li gor kesên yekem, duyem, sêyem û yekjimar)





9- Kîjan vebijêrk dûrî nîşan dide?

A) Vî B) ev C) ew D) van



10-têkiliya di nava dûpişk û ajal de heyî , di jêr de çawa ye?

Avjenî……………… sêv………………………



11- Saet çend e? (a-2:15, b-6:45,c-8:55,d-12:05)



12- Zaravayên kurdî binivîsînin.



13- Veqetandekên binavkirî binivîsênin û ji bo heryekî mînakekî bidin.



14- Qetafên tewangê yên nebinavkirî di kîjan vebijêrkê de rast hatine nivîsîn?

A)-ekê,ekî,inan B) –eke,-ekî,-ine C)-ekî,-eke,-ine D)-eke,-ekî,ine



15- navê pênç ajala binivîsînin



16-Qertafên veqetandekê yên nebinavkirî binivîsînin û ji bo heryekî mînakekî bidin .



17- Navên danên xwarinê û danên rojê binivîsînin.



18-Peyvên li jêr vergerînin.

Avjenî : spor:

Xebat: edebîyat:

Rojname: Mûhendîs:

Nivîskar: Teyze:



19- kîjan hevok dema bê de hatiye kişandin?

A) Xwendekar hatin malê.

B) Ez diçim gundî.

C) Min gellekî dîtiye.

D) Tu yê niha binivîsî?



20-Alfabeya kurdî ji aliyê kî ve bi latînî hatiye nivîsîn?

A) Melayê Cizîrî

B) Cegerxwîn

C) Mîr Celadet Alî Bedirxan

D) Mûsa Anter



28.09.2013 22:19 | renas

2. pirsên ku xwedê kirî, bersivên wan nehatiye nivîsîn e.

hey nexwe wê xwendevanên me yên jîr û jêhatî ji googleê bipirsiyan "bersiva pirsên asta yekemîn a zimanê kurdî" çi ye û wê di cî de derketibûya pêşiya wan.



11.03.2014 01:27 | brusk56

3. pirsên asta yekemîn, duyemîn û sêyemîn giş eynî ne.. hevalên ku dixwazin herin kurdî der'ê! ji wan re pêşniyara min ev e ku belasebeb ji asta yekemîn dest pê mekin! dibe ku di serî de ji we re bibêjin di navbera polan de cudahî hene lê ya rastî ji xeynî guherîna mamosteyan tiştekî naguhere. (daçek, gihanek, veqetandek, tewang, cînav û rengdar û deman)



11.03.2014 01:34 | ferhenga şikestî

4. Bersivên ku a naha min di googleê geriyam û min nedîtin e..



11.03.2014 01:34 | nan û av

5. pirsên min ji bo çend xwendekarên xwe amade kirine:



1) Di benda jêrîn de lêkeran destnîşan bikin û lêker li gorî kîjan rawe û demê hatine kişandin binivîsin.



Her havîn ez û malbata xwe, em diçin gund. Vê havînê dîsa ji bo ku em herin gund em amadekariyên xwe dikin. Bavê min ji bo tiştên xwarinê bikire çûye marketê, diya min li aşpêşxaneyê kulîçeyan çêdike. Ez jî ji bo ku xatirê xwe ji hevalên xwe bixwazim derketim ji derve. Ji bo ku em ê herin gund ez gelekî biheycan im. Ez ê li gund, di birkê de xwe bikim av, ez ê bi xwuşka xwe re derkevim serê gir û em ê ji bo diya min nêrgizan biçinin. Xwezî bapîrê min jî niha sax bûya û ew jî bi me re hatibûya gund. Bû êvar, divê ez zû vegerim malê û çentê xwe bidim hev heyna bavê min ê hêrs bibe. Divê ez li xwe miqate bim, duh êvarî li ser riya malê, kûçikekî êrîş bire ser min, min jê re got, bisekine lê nesekinî, ez jî pê çovekî ketim pey.



2) Lêkerên jêr li gorî lêkerên gerguhêz û negerguhêz dabeşînin û her lêkerekî di hevokekî de bikar bînin.



Êşîn, vereşîn, dabeşandin, bikar anîn, jê kirin, melisîn, hûnandin, çêkirin, vala bûn, têk çûn, vegerîn, kor bûn,



3) Lêkerên li jêr li gorî hemû deman her yekî di nav hevokeke nimûneyî de bi awayê hevoka erênî, hevoka neyênî û hevoka pirsê ya erenî û neyênî binivîsin. (Kirde bila hûn bin.)



birin, fêhm kirin, çandin, rabûn, hilhatin.



4) di hevokên jêrîn de;

a) lêkerên di hevokan de li gorî kîjan demê hatine kişandin binivîsin

b) raderên lêkeran binivîsin.

c) hemÛ hevaokan wergerînin Tirkî.



Dema ez diçûm dibistanê, Cizîr wekê gundekî bû.

Eger min ne xwendibûya niha min şivantî dikir.

Bêrîvan ew qasî spehî ye, mirov guneh dike lê binêre.

Gotibû ez ê bêm, ez heta nîvê şevê li bendê mam, nehat.

Here jê re bêje, bila hêviya xwe jê qut bike, di mala xwe de rûne.

Di hemû ferhengên min de wateya bextewariyê vala hatiye hiştin.

Oqyanûs min qewl kirine ji bo azadiya te ey welat!

Xwezî lewitîn di kirêtiyê de û şer dizî ji me xewnên mîrekî.

Xwudê giriya, baranê destpê kir.

Tên. Ji bo ku li van erdan êşa bêkokiya xwe ji bîr bikin, tên.

A ku li eniya te nivîsî ne qeder e, soneya serpêhatiya temenê min e.

ji alfabêtan tîpek kêm dibe, gava ku dimirim.



5) 20 peyvên Kurdî yên di bîra xwe de binivîsin. (Peyvên di nav pirs û bersivên ezmûnê de ne lê ne)



11.03.2014 09:32 | endazer

dengdanên dawîn (yên din..)
gur li serê kîjan çîya mirîye [1]
Qewî gur li kû miriye......
xwarina herî xweş [1]
Xwarinên bi destê diya min têne çêkirin yên herî xweş in....
gur li serê kîjan çîya mirîye [1]
Her wiha gurên kîjan çiyayê mirîne jî tê gotin. Piştî qenciy...
sallana sallana nietzsche ser avê [2]
Navê straneke, ji bo nietzsche yê hatiye nivîsandin nîvî tirkî...
wedat aydin [1]
Yekem kesê bi kurdî keniya ye...
belki ev jî bala te bikişînin
» pirsên bêbersiv
» asta şêwaza tirşikê
» yekemîn
» zimanê tirkî
» kurdî wenda dibe gelo ?

Kategoriyên mijarê:: ziman
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî