1. Biwêj di ziman de cihekî girîng digire. Ji bo yekbûna ziman tiştekê girîng e. Nîşaneya dewlemend bûna ziman e. Biwêj sed salan di ziman de dibînin. Ji ber wê dîroka ziman jî dide zanîn. |
|
11.08.2020 22:15 |
yûsiv
|
2. Stûna zimanê axaftinê ye. Axaftin an diyalogek bêyî biwêj an qaliba ne pêkan e. Loma jî anha kurdên ketine ber pêlên bişaftinê ji bo pêdiviya xwe a biwêjan hawara xwe digihênin zimanên serdest. Dema mirov bi baldarî li yekî guhdar bike , di nava axaftinê de rastî gelek biwêjên biyanî tê. Ev biwêjên ku bikar tînin piranî ji tv yan seh kirine an ji înternetê. |
|
12.08.2020 02:00 |
tîrêj zana 21
|
3. bi tirr û nîvkê |
|
12.08.2020 02:10 ~02:11 |
shwinsherm
|
4. bi rastî bê zanîna biwêjan hem xeberdan hem jî nivîsandin pir zor dibe. pir caran ji ber wê di tirşikê de nanivîsim. li gorî min sedema qise nekirina bi kurdî ya pir kesê jî wiya ye. mirov peyva bizanibe jî heger biwêjên zimanê nizanibe nikarê, hest û derdên xwe baş îfade bike. |
|
01.01.2021 19:32 |
lonw karda
|
5. Wek lonw karda jî gotiye, bê biwêj sazkirina hevokên kurdî zêde zêde zehmet e lê ji ber ku êdî kurdî zêde nayê axaftin û di şûn de jî bikaranîna biwêjên tirkî, di zimanê rojanê de bikaranîna biwêjên kurdî roj bi roj kêm dibe. Mixabin. |
|
01.01.2021 22:55 |
xelîl
|
6. Giringiyek wiha jî heye; nîvê zimanê kurdî ji biwêjan pêk tê jibû nivîs, axaftin..şaş neyên fehmkirin hînbûna wan giringe minakek bidim; |
|
01.01.2021 23:12 |
shorbevan
|
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1] |
|
nefreta tirkan ji bo penaberên sûriyeyiyan [1] |
|
duayên kurdî [1] |
|
duayên kurdî [1] |
|
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1] |