Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


36 mijar û 53 peyam
nifşên nû yên kurdên bakurî - tirşik
nifşên nû yên kurdên bakurî
(2) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. li bakur dema nifşeke nû tê hin bêjeyên nifşa berê bi xwe re nayînin, ji bav û dê fêr nabin, ji bîr dikin, wenda dikin. nizanim çawa lê ev wisa ye. dema nifş diguherin hêdî hêdî bêjeyên ku dizanin kêm dibin. ger ev rewş wisa dewam bike taliya talî kurdî dê li bakur bimire. ev ne tiştekî dûr e, nêzîk e û li ber çavên me ye. êdî em di asteke wisa de ne ku zarokên bakurî dibêjin "otûrmîj bibe" yan jî hîç kurdî nizanin, ku ev xerabtir e. her nifşên nû tên ziman pirtir xera dibe, û ew mezinan jî xera dikin, çiqas mezin ji wan pirtir zanibin jî, hingî ji wan dibihîsin ew jî dibêjin "çalişmîş bibe", ne ji ber ku kurdiya wê nizanin, dizanin lê hingî ji wan wisa bihîstine ew jî wisa dibêjin. li vir tawanê mezinan jî heye, divê xwe li zimanê xwe baş xwedî bikin û baş fêrî zarokên xwe bikin. berpirsiyariya pêşî ya wan e. divê em hişyar bin û çavên nehişyaran vekin. daxwaza min ji tirşikvanan ew e ku ger hûn li welêt bin, derkevin derve, we kî dît bi destê wê/wî bigirin û pê re bipeyivin, an jî bi mervên xwe re bipeyivin, wan li berxin ku bila bibînin em di rewşeke çawa de ne.



15.08.2020 21:04 | keyomerd

2. Mijara ku gotina mamosteyê. "Türk dili ve edebiyatı " ( ziman û wêjeya tirk ) aniye bîra min.
" ger hûn bixwazin zimanekî ji holê rakin, tenê nifşekî ji zimên dûr bixin bes e. " vêca kurd ne yek, ev du û sisê jî ji ziman dûr ketiye. Loma jî herçî nifşên li pey van nifşa bên jî dê ji ziman dûr bin.



16.08.2020 00:58 | tîrêj zana 21

3. Mijara ku şiroveya wê a yekem vê gotina min piştrast dike: milletên din xwedî zimanê zikmakî ne, em kurd jî xwediyê zimanê zarokan in. Yanî dê û bav diçin ser zimanê zarokan.



16.08.2020 07:30 | xabûrî

4. Nifşê nû ji bav û dêya xwe tiştek fêr nabin. Piraniya bavê me nezan bûn. Di warê perwerdahiyê de tiştek nedane me. Zarok ji bavê xwe baştir dizane, bav jî nezanbûna xwe qebûl dike. Rewş wilo didome. Ger bavên me gringiya ziman ji me re bigota û me fêrî zimanê bikiriba, belkî rewşa me wisa nebû. Ev tenê mijara zimanê nîne. Her aliyê jiyanê de em paşde mane. Bi gotina tevayî em bêperwerde hatin hiştin, em nezan hiştin Ji ber vê nifşê nû ev rewşê de ne.



16.08.2020 14:39 | kajav

5. Ger ji aliyê aborî de rewşa wan baş be muheqeq dibin tirkên dêûbavkurd. min çend jiyan efe û delal melteman dîye ku navê xwe yê kurdî vedişêrin, naxwazin ji meriv re bêjin. Ku di nav wan de zarokên welatparêzan jî heye, zaroka giregirên cimaeta kurdî jî.

têbînî: navên li jorê weke mînak hatine nivîsîn.

wek mînak Here lînkê



10.10.2021 06:55 ~2023.01.26 19:22 | tizbîkêş

6. nifşên ku ecêb e tenê di bandora hikumeta akpê de mane û di pêvajo û perwerdehiya polîtîk îslam de mezin bûne û dibin, lê berevajiya vê yekê zêdetir girêdayî nirxên kemalîst û nasyonal in. zû de ye bala min jî dikişe, ev nifş qet kurdî nizane û ti xîret û daxwaza zanînê jî di wan de tune ye, rojên fermî yên kemalîstan ên wek 23ê avrêlê, 19ê gulanê û 29ê cotmehê ji dil û can pîroz dikin û ataturk wek serokê xwe dibînin. di malbata min de jî yên ji mêj ve ye li stenbol dijîn mînakên wer hene ku hemû navên wan kurdî ne û dêûbavên wan xwe wek welatparêzên kurd dibînin. ji xwe hemû jî zarokên dîasporayê ne û malbata wan ji ber kurdbûn û welatparêzbûnê malwêran bûne, êşkence dîtine û bi salan li zindanan mane.

divê lêkolîneke berfireh a li gori formata zanistên civakî were lidarxistin lê saziyeke me ya vê xebatê bike tune ye mixabin.



10.10.2021 09:38 | xelîl

7. Nifşên ku bi xirabûna aboriyê êdî dibêjin em ê dengê xwe bidin mansur yavaş, meral akşener, chp hwd. Sedema Ev encamê hem bandora politikaya hdp’ê ye hem jî girêdayî ji dûrbûna çand, ziman û nirxên gelê Kurd e.



10.10.2021 11:42 | kajav

8. nifşên vî 20-25 salên dawî ne. yanê beşek ji nifşa y û temamê nifşa z dihewîne. gelemperiyên wan apolîtîk bûne û li gor hişmendiya hdp tirkiyelîleşme (tirkiyeyîbûn) bûne. ji bilî bajar û navçeyên berxwedêr yê navê wan derketine, farqîn, licê, cizîr, gever, hezex, nisêbîn, qoser, pasûr, panos, bazid, sêwreg, wêranşar, kerboran...... kêm caran bi kurdî diaxivin û piraniyê wan fêm dikin lê nikarin biaxivin. pirî ji wan dibistanan dixwînin û ji aliyê malbatê têne xwendin.

ger em werin ser mesela ku çawa ewqas di bin bandore dewlet û kemalîstan de mane û bûne atatirkhez;

bi rastî ev nifş ji dema ku li jiyana rastîn dinehêrin bêhtir li jiyana sanal dinehêrin. yanê bi qasî ku dibînim û em li ser tv û medyayê jî dişopînin rojê herî kêm 4-5 demjimêrê wan li ser tora civakî dibuhure. belê ev dem di ku de tê bihurandin? helbet di înstagram, tîktok, tweeter û youtube de dibuhure. wek tê zanîn ev her çar sepan jî di destî kemalîst û chpyiyan de ye. li înstagramê çend hesabên diyar û xwudî şopîner hene ku hema bêje herkesê ji van ciwana dişopîne, kemalîst û chphez in. herweha caps, karîkatur û henekên dikevin raya giştî ji sedî not ji van hesaban derdikevin. li înstagramê edetek peyda bûye tweetên kemalîstan ss dikin û parve dikin. aha ew tweet bo van ciwana dibin destûrname û rehber. jiyana xwe li gor wan tweetan dixin teşeyekî û di devê wan de wan henekên me li jor behs kirin. ji xwe dema kesek 4-5 demjimêrê wî li ser înternetê bibihure, tu çalakî û bîranînek wî li ser jiyana rast namîne û dê hemû bîranînê wî bibin yê înternetê û kesên dişopîne.

wekî din akpyî li ser facebookê xurt in lê ev ciwanên me behs kir, rêya xwe bi facebookê naxin. di wir kesên temen mezin û yên bazirganiyê dikin hene.


berê me di navbera xwe de henekên bavê teyar, cemîl hosta dikir. lê anha di devê her kesî de wan henekê bi nêrîna kemalîst û ulusalciyan ve hatine kirin heye. dema çend kes rûdiniştin behsa halê welêt dikirin lê niha di rojeva hemuyan de meseleyên tirkiyê, pêşvebirina tirkiyê, diziya akp, demokratîkkirina tirkiyê, pergala perwerda tirkiyê, bêedaletiya parvekirna dahatuyên mîllî û hwd. yanê di heş û mêjiya tu kesî de azadkirina netewa xwe nemaye bes entegrasyona bi dewletê re û demokratîkkirna dewletê bûye meseleya eslî. theodor herzl dema ku cihû li ewropa zext û zilmê didîtin weha gotibû; 'heta wê demê piraniya me bawer dikirin ku çareseriya meseleya cihuyan, wek parçeyek ji pêşveçûna giştî ya mirovahiyê, divê bi sebir li bendê bihata payîn. lê gelekî ku ji her aliyê din ve ewqas pêşveçûyî û ewqas medenî ye, bikaribe wiha tevbigere, em ê li bende çi bin ji gelên din ku hê nehatine asta fransiyan a sedsal berê?'

camêran sedsal zêdetir berê tespît kirine ku demokratîkkirina xelkê bi serê wan neketiye û ev tişteke beredayî ye. ji loma dewleta xwe ava kirine.



10.10.2021 12:21 | tîrêj zana 21

dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik v3.0 [2]
ka ez jî agahdariyeke bidim) slav tirşikanên hêja, mergehez malper...
tehdîdên kurdî [3]
Ezê te li berekê(kevir) ve vedim, Ezê lingê te bişkênim, Were meydan...
îtîrafên tirşikvanan [1]
ev demeke dirêj berê min li tirşikê taybetmendiyek zêde kiribû û ji bî...
tirşik agahdarî [1]
Silav tirşikvanên hêja, Di demeke kin de versiyona nû (v3.0) wê wer...
horhorik [2]
Tirşikvanek fantastîk e. Miqayeseya xweşikbûna memik û welatê xwe di...
belki ev jî bala te bikişînin
» nifşên tirşikê
» nûbihar
» yên ku xaniyekê dikin mal
» kurdên mesîhî

Kategoriyên mijarê:: ziman ziman ziman kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî