Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    2 mijar û 5 peyam
    nifşên nû yên kurdên bakurî - tirşik
    nifşên nû yên kurdên bakurî
    (0) (0) (5)
    di mijarê de bigere

    1. li bakur dema nifşeke nû tê hin bêjeyên nifşa berê bi xwe re nayînin, ji bav û dê fêr nabin, ji bîr dikin, wenda dikin. nizanim çawa lê ev wisa ye. dema nifş diguherin hêdî hêdî bêjeyên ku dizanin kêm dibin. ger ev rewş wisa dewam bike taliya talî kurdî dê li bakur bimire. ev ne tiştekî dûr e, nêzîk e û li ber çavên me ye. êdî em di asteke wisa de ne ku zarokên bakurî dibêjin "otûrmîj bibe" yan jî hîç kurdî nizanin, ku ev xerabtir e. her nifşên nû tên ziman pirtir xera dibe, û ew mezinan jî xera dikin, çiqas mezin ji wan pirtir zanibin jî, hingî ji wan dibihîsin ew jî dibêjin "çalişmîş bibe", ne ji ber ku kurdiya wê nizanin, dizanin lê hingî ji wan wisa bihîstine ew jî wisa dibêjin. li vir tawanê mezinan jî heye, divê xwe li zimanê xwe baş xwedî bikin û baş fêrî zarokên xwe bikin. berpirsiyariya pêşî ya wan e. divê em hişyar bin û çavên nehişyaran vekin. daxwaza min ji tirşikvanan ew e ku ger hûn li welêt bin, derkevin derve, we kî dît bi destê wê/wî bigirin û pê re bipeyivin, an jî bi mervên xwe re bipeyivin, wan li berxin ku bila bibînin em di rewşeke çawa de ne.



    2020.08.15-21:04 | keyomerd

    2. ez jî wiha bêjim mînak kêngî malê da yek bêje '' çalişmîş dikim'' ez serast dikim dibêjim ne çalişmîş dikim'' e dixebitim e. min dinêrin û dibêjin ew qas jî bernekeve ev jî raste.
    ji bo vê mînakê hevalekî min wiha gotû: kurdbûn û kürt hev cuda ne.
    kurdbûn sekneke, îdeolojîye an jî bi gotina hesan netewê xwe zimanê xwe nasnameya xwe zanîne.
    hema kürt bîyolojîke.



    2020.08.15-22:25 | doesntmatter

    3. Mijara ku gotina mamosteyê. "Türk dili ve edebiyatı " ( ziman û wêjeya tirk ) aniye bîra min.
    " ger hûn bixwazin zimanekî ji holê rakin, tenê nifşekî ji zimên dûr bixin bes e. " vêca kurd ne yek, ev du û sisê jî ji ziman dûr ketiye. Loma jî herçî nifşên li pey van nifşa bên jî dê ji ziman dûr bin.



    2020.08.16-00:58 | tîrêj zana 21

    4. Mijara ku şiroveya wê a yekem vê gotina min piştrast dike: milletên din xwedî zimanê zikmakî ne, em kurd jî xwediyê zimanê zarokan in. Yanî dê û bav diçin ser zimanê zarokan.



    2020.08.16-07:30 | xabûrî

    5. Nifşê nû ji bav û dêya xwe tiştek fêr nabin. Piraniya bavê me nezan bûn. Di warê perwerdahiyê de tiştek nedane me. Zarok ji bavê xwe baştir dizane, bav jî nezanbûna xwe qebûl dike. Rewş wilo didome. Ger bavên me gringiya ziman ji me re bigota û me fêrî zimanê bikiriba, belkî rewşa me wisa nebû. Ev tenê mijara zimanê nîne. Her aliyê jiyanê de em paşde mane. Bi gotina tevayî em bêperwerde hatin hiştin, em nezan hiştin Ji ber vê nifşê nû ev rewşê de ne.



    2020.08.16-14:39 | kajav

    Hemûyan Bixwîne

    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    oy xwedê êdî bese lo [1]
    Ji alî apê Mûsa Mûsa Anter ve hatiye gotin, li hember zilm û zordestiy...
    hezkirina zimanê serdestê xwe [1]
    Ev rewş li bakurê Kurdistanê guheriye. Êdî hezkirin bûye bi hev re jiy...
    di kilamên dengbêjan de teswîrên balkêş [1]
    Teswîrên van hunermendên sexsîst feminizm nebîzin * îro qencî jî pere...
    bedlîs [1]
    Li sikakê wê dîtina keçan ne pêkane lê her der mizgeft e. Bajarek gele...
    kaçax [1]
    eleqeya wi bi shorbevan tenê hem bajariyê shorbevane di hiş û ...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » nifşên nû yên kurd yên ku bi roniya pkkê mezin bûne
    » nuxmandinên herêmî
    » yeni şafak
    » kurdên yarsan
    » bakurîzm

    Kategoriyên mijarê:: ziman ziman ziman kurdukurdi
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî