Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    14 mijar û 23 peyam
    li amedê ceribandinên civakî - tirşik
    li amedê ceribandinên civakî
    (2) (0) (2)
    di mijarê de bigere

    1. Karên youtuberan e. Wan demên dawî êdî bûne moda. Qaşo mêvanperweriya bajarên kurdan nîşan didin. Li hember pirsgrêkek bertek û tevgera amedîyan dikşînin û li ser kanala xwe parve dikin. Wekî her car dîsa kurdên me çi ji destê wan bê dikin çi alîkarî lazim be tînin cîh. Helal be!

    Nizanim fikrê we çiye Lê ez ev mêvanperwerî ev xwestina alîkarî tenê bi şîroveya xêrxwaziya Kurdên me nakim. Gelek sedemên wan heye. Bi ya min ji ber bindestbûn e. Kurd li hember piçûkxistin, hovdîtin, li hember terorizekirina keseyatiya xwe dixwaze bi ev bertekan xwe bide naskirin. Yanê bi peyvên xwerû dibêjin “em ne hov in, em ne terorîst in wekî ku hûn dizanin em mirovên Nebaş nîn in, em jî mirov in.. hwd” dixwazin wan peyama bidin serdestên xwe. Ev rewş heta radeyekî belkî bê qebûlkirin, mijara grîng ev e; kurd ev alîkarî ev xêrxwazî ji Kurdên xwe re jî dixwaze? Gelo Ji bo Kurdên xwe ev qas dilnerm in? Bi tîpên mezin dinivîsim “na”. Ev tişt ji demên berê heta îro wilo berdewam e. Em ji mem û zîna Xanî dizanin em jî Gotinên pêşiyên xwe dizanin. Kurd ji xelkê yar in ji hev re gur û mar in.

    Dîmen ev in:









    Ev jî nû ye:










    2020.08.16-14:19 | kajav

    2. bi min tenê dîmenên pozîtif diweşînin. yanî her diyarbekirî an jî kurdekê ji bajarên din alê wan qeşmeran nake. an jî hemû dîmen na lê qismek jê karê ajansan be, wek senaryoyek çêkiribin û dabin lîstin.

    çimkî ev vîdeo ne ji bo tirkan ji bo kurdên li metropolan dijîn, tên çêkirin. xwediyê vîdeoyan ketiye ferqê bê ka kurmancên bişaftî çend zêde dixwazin bibin bereksê efendiyên xwe yan jî xwe wisa nîşan bidin.



    2020.08.16-17:13 ~17:21]| tizbîkêş

    Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    civîna tirşikvanan [1]
    Civîna ku îsal pêk nehatiye. Bi rastî dema civînên berê yên ku li amed...
    podcast [1]
    vê pêlê li çendeke biyanî guhdarî dikim. Bi tirkî visne û tuz, mental ...
    voainkurdi [1]
    Qenaleke youtubeyê ye. Girêdayî qenala dengê emerîka ya navnetewî ye. ...
    sapyoseksuel [1]
    wisan diyar em dê ji ber sapyoseksueliyê di mal de bimînin....
    apê min cemşîd xan ku hertim bê ew li ber xwe dibir [1]
    Ew roman e ku bi lehengê xwe, cemşîd xan, romana herî zêde tê nasîn. V...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » amedeo modigliani
    » ceribandinên kurdî

    Kategoriyên mijarê:: tirsik jiyan tekili tirsik jiyan tekili tirsik jiyan tekili
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî