Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


16 mijar û 25 peyam
hin sedemên xemgîniyê - tirşik
hin sedemên xemgîniyê
(25) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Di jiyanê de hin hûrgilî hene ku mirov çi jî bike nikare xwe jê xelas bike… Di stûyê mirov de dibin ristik, di qirika mirov de dibin qozî, di çavên mirov de dibin xemgînî…

Çend sal in li ser kurmancî dixebitim, di karen kurdan de dixebitim… Li gor dilê xwe, hewl didim ku tim bi Kurmancî biaxivim… Li bajarekî kurdan dijîm û li hember axaftina dagirkeran derdikevim… Lê ya rast li kurdistanê mezin nebûme û ji dayika xwe fêrî zimanê kurdî bûme… Bi salan ji welatê xwe dûr lê bi xeyala welat…

Wexta nû hatim welêt helbet hêvîşikestineke min a mezin çêbû. Li gel ku ez qet li welêt nejiyabûm ez bi kurdî diaxivîm lê welatî bi tirkî diaxivîn… Bi israr… Bi tirkî… bi zimanê dagirkeran… bi zimanekî dûrî jiyana me… Dem derbas bû, meh derbas bûn, hê jî bi tirkî… êdî ez jî bi tirkî…

Lê piştî ku hevaltiyên min xurt bûn li welêt, xemgîniyeke ku hesûdiya min jê dibare peyda bû li giyanê min… Heta ji min dihat di nivîs, axaftin an jî di lêkolînên xwe de min biwêj an jî gotinên pêşiyan bi kar dianîn… Û meseleya ku herî zêde ez kêfxweş dikirim jî ev bû. Lê li gel ku ez bi kurmancî diaxivîm, min bi kurmancî dixwend û lêkolînên min li ser kurdî bûn jî, wan hevalên tirkîaxêv carinan hin henek dikirin lê qalib bi giştî kurdî bû… An jî carinan hin biwêj, gotinên pêşiyan an jî henek dikirin bi temamî bi kurmancî û diyar bû ku bi wî zimanî mezin bûne… Ew ziman geriyaye di kolanên wan de… Wî zimanî bi wan re hevaltî kiriye… Di hembêza wî zimanî de raketine, wî zimanî porê wan şeh kiriye…

Ez bi rojan xebitîme ku bigîjim henekên dayik û bavê xwe… Lê ew xwe bi xwe di nav tirkiya xwe de hestên xwe yên zaroktiyê dijiyan… Ev hem xweş bû hem jî sedema xemgîniya min a bêçare bû… Ji axaftinên wan derdiket holê ku bi awayekî xwezayî vî zimanî di bîranînên wan de cih girtine… Lê min ji xwe re li bajarên tirkan kurdên me yên kurdîaxêv hildibijart ku çend bîranînan kom bikim…

Di wan henekên wan de, ristika stûyê min qirika min teng dikir... Li erdeke beyar, li çolekê, bi tenê… ne ji vê derê ne ji wê derê… Tam li wê çolê ji bo ku hin çûyîn nebin poşmanî çend gotinên Fewzî Bilge tên bîra min; “Veger, li xwe veger, li rastiya xwe veger, ji nerastiyên xwe veger…”



20.08.2020 13:31 | berijahr

2. herge tiştên polîtîk bidî alîqî binîda hemsa xizanî, belengazî, feqîrî heye.
dixwazim ji bo nivîsa nivîskarjî vê bêjim, ez 20 sala bazîdê jîyam, hevalêmin û ez me tev bi tirkî diaxivî. kesên kû bi kurdî diaxivî me wî/ê nezan dihesand û jina jî kesên bi kurdî diaxivî van dûr diçûn.
dawîye nivîsa xwe wiha bêjim, herge mirov nizanibe kurdbûn çîye û mirov çawa tê asîmîle kirin nikare hişyar be, divê kurd hişyar bin.



20.08.2020 20:54 ~20:55 | doesntmatter

3. Destdirêjiya keç û jinên kurda. Ewên ku ji aliyê serbaz û polêsên dewleta dagirker, bi awayekî qastî tê kirin.

Here lînkê

Wekî ku di vê dîmenê de dixuye û li gor parveker, nijadperestên tirk di nav xwe de henek û qerfên xwe bi destdirêjiya ku kirine dikin û qaşo xwe fêrî vê kiryarê dikin.

Leşker û polêsên ku berya çend sala li kurdistanê nikaribûn ji kozik û baregehên xwe derkevin, niha bi serbestî li kuçe û kolanên kurdistanê digerin û destdirêjî namûsa kurda dikin. Çawa em hatin û ketin vî halî? Sedema vê yekê çi bû? Kî bû sebebê vî tiştî?

Berê xelkê keçê xwe nedida tirka. Yên ku didan, xelkê ew rezîl dikir. Eyb û şerm bû. Lê aniha her keçek kurd ketiye xefika mêrê dewlemend. Netew ferq nake. Herweha dê û bav jî nema dengê xwe dikin. Piştî ku mirov zewacên bi vî rengî dibîne dikeve xemgîniyek bê pênas. Ji ber ku tiştek ji dest mirov jî nayê, bêhtir acizî çê dibe.

Lê heke ez vegerim ser xemgîniya ku mijar li ser hatiye vekirin, bawerim ew buyer bi serê her kurdê welatparêz yê ku ji xurbetiyê li welêt vegeriyaye hatiye. Dema ku ez jî li welêt vegeriyam û liqayî rewşa axaftina tirkî hatim, gelek xemgîn bûm. Lê wekî ku niha jî dikim tim û daîm bi kurdî min bersiv da. Heke ji dest min were wan şermezar jî dikim. Lê dîsa jî piştî wextekî hingî axîverên tirkî pir dibin, mirov xwe bêbandor û mexlûb hest dike. Heya ku hingî kesên derdora mirov jî vê yekê dikin vêca mirov şaşitiyê di xwe de digere. Lê dîsa jî dengek ji kûr de tê û dibêje " heke li ser ruyê gerdûnê ji te pêve axîverê vî zimanî kesek jî nemîne, dîsa jî tu bi zimanê xwe biaxive!"



20.08.2020 22:39 | tîrêj zana 21

4. Hezkirina zêde
Xwezgînî be gava meriv ji hev diqete dilê meriv dihele
Dê yan bav be gava dimrin dinya li meriv tarî dibe
Divê wekî her tiştî, hezkirin jî zêde nînbe



21.08.2020 01:57 | afa

5. Heznekirina kesa/ê ku mirov pir ji wê/î hez dike ango hezkirina yekalî.



21.08.2020 07:58 | xabûrî

6. Ji bo ciwanek ku li Rojhilata navîn dijî pirsek gelek hêsane :|
Ku jixwe ew ciwan kurd be dikare bi hezaran sedemên xemgînîyê bide hev *



22.08.2020 00:38 | orhano

7. dil hiştin :/



15.12.2020 22:21 | merwano

8. (bnr: dil ketin)



15.12.2020 22:22 | xelîl

9. dagirbûna welat û têkçûyîna zimanê mirov. ti tişt bi qasî vana dilê mirov naêşêne.



15.12.2020 22:53 ~22:54 | hueyn

10. Dixwazim bigrîm lê têra xwe jî girîyam, çavên min ziwa bûne nema hêsira dibarîne...
Do serê sibêhê dema ez şîyar bûm, çûm li ber qefesa çûkên xwe ji bo; ger kêmasîyên wan hebe ez cîh bikim. Wê çaxê, min dît ku çûkek minî nêr ku qasî ezmanên Xwedê sînga wî şînê zelalbû serê xwe xistîyê xwarindanka xwe û naleqe, cirfek jî wî laşî nakeve. Qederê du deqqan min wilo lê nerî talî bi newêrekî destê xwe avêtê û ji qefesê derxist. Wê gavê, min dît ku mirin zû de lawikê minî delal di dewa xwe de lorandîye...
Camêr, ne tenê dilê min di nav xwînê de hişt, hevalka xwe yî delal jî li pey xwe tikîtenê hişt û bar kir ji welatê zindîyan. Îca cara 2 wa min ji bo hevala wî dilê xwe şewitand:
Erê law, Kejê, kejokê!... bextreşê, berê hevalê te hebû perîyên te şeh dikir, ji te re distirî û li ber dilê te diçû û dihat...



04.09.2021 12:41 ~12:44 | pîroz

11. ji bo min yek ji wan ev e. carnan diçim li bal kal û pîrka xwe. em dest axavinê dikin û hin caran nizanim çima kalê min ê 3 4 peyvên tirkî dizane tê bi min re tirkî diaxive. ewqas zora min diçe û xemgîn dibim ku nikarim bibêjim.



04.09.2021 20:48 | pênûsa westiyayî

12. waxtê xambûna xwe difikirî ku dinya derdorê te dizvire û tu bi xwe bersiva her tiştîyî, lê dema mezin dibî dibînî ku tu wek mirovên dinêyî.
evîndar dibî, dixebitî, derdên te jî heye, dê û bavê te jî kal-pîr dibin
li nav van bûyeran da dibînî ku her tişt diguhire bi tenê dem naguhire nikarî bigrî, dê û bav diçin, xwişk û bira diçin, kesên ku tu evîndar bûyî diçin, heval û dost diçin.
nikarî bigrî dem derbas dibe a vir da dem bi xwe dibe sedemê xemgînîyê



05.09.2021 00:05 | doesntmatter

dengdanên dawîn (yên din..)
gur li serê kîjan çîya mirîye [1]
Qewî gur li kû miriye......
xwarina herî xweş [1]
Xwarinên bi destê diya min têne çêkirin yên herî xweş in....
gur li serê kîjan çîya mirîye [1]
Her wiha gurên kîjan çiyayê mirîne jî tê gotin. Piştî qenciy...
sallana sallana nietzsche ser avê [2]
Navê straneke, ji bo nietzsche yê hatiye nivîsandin nîvî tirkî...
wedat aydin [1]
Yekem kesê bi kurdî keniya ye...
belki ev jî bala te bikişînin
» hinekirina porê
» sedemên binçavkirinê

Kategoriyên mijarê:: ziman ziman ziman kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî