1. gorî me kurdan bajarekî biçuk e li herema botanê ye. |
|
29.09.2013 02:22 |
saladin
![]() |
2. dikeve di nav kîjan herêmê de nizanim lê karakterê bajêr eyn bi ser dever û bajarên toriyan ve diçe.. serhişk û korbawer in.. û ji xwe axaftina wan jî eyn wekê ya toriyan e.. heta êvarî wilo, çilo, na lo, hilo.. di zarokaniya xwe de wextê ez li cizîrê diçûm dersxanê komek hezexî ji hezex dihatin cizîrê ji bo dersxanê -hingî li wê deverê ji xeynî cizîrê li tu derî dersxane tunebûn- ji komê hemûyan mektebên têra xwe baş qezenc kirin.. yanî têra xwe jîr û jêhatî ne û xwende ne jî.. lê wek min di serî de gotî serhişk û korbawer in heta te te bivê.. |
|
30.09.2013 02:05 |
endazer
![]() |
3. gelek şeniyên bajer torî ne.Navçeyekê biçûk a.. bere dile xwe negirin ne wek bajarekî biçûk behtir wek gundekî mezin e. |
|
01.12.2013 01:07 |
diljan
![]() |
4. Bîst u pênc hezar mirov li navenda wê dijin. 76 gundê hene; hin jê dikevin torê hin jê dikevin botan û hin jê dikevin deştê. li bajêr çandeke tevlihev heye ji ber ku hin mirov jê torî ne,hin jê koçer in,hin jê deştî ne ü xwecihîyên berê jî suryanî ne...lewre çima çawa wilo wisa ica wêce torî deştî bajarî gundî dêmanî koçer devok û peyvên hev xerîb,ecayîp nabînin;hatina meyandin. |
|
14.03.2014 18:40 |
janbarblues
![]() |
5. navçeyeke şirnexe ye, li tikiye de gunden herî zede yen hezex e . pê ve tişte hatiye naskirin. xwendekarên we gelek zedeye û gelên wan ji derve ne |
|
14.03.2014 20:29 |
argeşbotan
![]() |
6. Welatê zarokê bi hêz û hezker e. Her xwendekarên min ê ji wur weke bilbilan kurdî axivîne. Min kezeba we xwarino |
|
11.04.2014 04:44 |
hemdilaarda
![]() |
7. bajarekê biçûkê Şirnexê ye. dikeve di navbera midyatê û cizîrê de. gelê hezexê berê xwe daye warê Almanyayê. lê teybetmendiyeka wa ya ku gellekî bi qedir e: dev ji axaftina kurmanci bernadin |
|
11.04.2014 08:54 |
renas
![]() |
8. min digo qey çi qas welatparêz bin ew qasî serhişk û korbawer in lê di deravê hilbijartinên herêmî de bi helwesta xwe ya li hemberî endamên ji merkezê hatîn teyînkirî, derseke xweş dane endazyarên civak û siyaseta kurdî ku ji xwe re dibêjin em bedilekî li kerekî bikin û danin ber xelkê wê were hilbijartin.. |
|
11.04.2014 11:45 |
endazer
![]() |
9. navçeya li ber devê topa tirkan e. tê gotin ku dor hatiye wê derê û du re jî nisêbîn e, nizanim wê çawa be û çawa ev yek dikare bê sekinandin. |
|
09.02.2016 21:02 |
azadixwaz
![]() |
10. bajarokê ewro qedexeya vejîyayîşê teberî hetê dewleta tirkan a ameya îlankerdene. |
|
17.02.2016 00:26 |
endazyar
![]() |
11. Bajarê ku beriya naha heftekî ku ji bo veşartina canezeyê birayê xwe yê mezin çûbûm e.. Li bajêr hindik mirov mabûn. Li bajêr nêzîkî 25-26 hezar kes dijîn lê mixabin tevahî belkî 2 hezar mirov jî ne mabûn. Mirov naxwazin aqûbeta ku hatî serê Cizîrê werê serê wan jî. Yên bi iddîaya parastin sivîlan ketine bajaran de xwîya ye kunikarin sivîlekî jî bi parêzin. Mixabin ka çi li Cizîrê bûye wê li vî bajarî jî bibê. Herkes dizanê û lê hê jî yên bi silehan ketîn nava bajêr de ne nîyet in bêyî xirabbûna bajêr derkevin. Heyf e jî canê wan re.. Li cizîrê hinekî berxwedan lê tenê vê berxwedanê kuştina wan hinekî dereng hêlişt. Tişta xwiya dikê wê li hezexê jî rewş wê weka ya cizîrê bi encam bibê.. Ez fên nakim..Armanc çi ye û wê çi bikevê destê şervanan.. |
|
17.02.2016 22:19 |
nan û av
![]() |
12. Bajarokê girêdayî şirnexê ye. Hejmara wê dora 25 hezara ye. Vê kêlîkê kêmî 2 hezara ye. Ev 40 roje dewleta tirk ewder herema ewlehî îlan kiriye. Bi dihan şervan û polîs hatin kûştin. Ev 19 rojin operasyon qedîyaye lè hema hê jî ewder herema ewlehî ye. Ev 19 rojin li hezexê çi dibe? |
|
28.03.2016 01:33 |
gumgumok
![]() |
13. Mîna gundekî ye, ez dibe bafê jê bi navdartir e :D |
|
04.07.2021 18:04 |
bese binale welat ji kul û derda
|
![]() |
şeyh bedrettin [1] |
![]() |
dengê ajalan [5] |
![]() |
kurdgpt [1] |
![]() |
kesrewan [2] |
![]() |
bismil [2] |