Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
yûsiv berazî - tirşik
yûsiv berazî
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Yûsiv Berazî, "Bêbihar" (z. 1931 - m. 15 kanûna paşîn 2009), helbestvanekî kurd bû ku di 1931e de li gundê Gercê nêzîkî Helebê (Sûrî) ji dayik bûye[1].

Yûsiv kurê Elî Eliyê Şêxo ye, pêşî cîwarê bav û kalên me bajarê Kobanî bû, lê piştî fermana osmaniyan bav û kalên wi çûn bakurî bajarê Helebê li gundê Gercê (Tilcircê) bi cîwar bûn. Ew di sala 1931ê de li wî gundî ji dayik bû, di sala 1947an de jê bar kirin û li Minbicê bi cîwar bûn. Piştî heft salan, ango di sala 1954ê de hatin bajarê Serê Kaniyê. Berî ku ew bibe helbestvan dengê wi gelekî xweş bû, li tembûrê biziq dixist û bi heval û dostên re di civatên gelêrî de stiran digot. Stiranên wî wek ku ew gotî hew di şevbuhêrk û civatên gelêrî de bûn. Di wê çaxê de tomarkirin tunebû.

Çîroka wi bi helbestê re dûr û dirêj e, Berî ku ew têkevim warê stiranê de, wi helbest hez kir, di rêya dan û standinê re jê re kar di kir. Seydayê nemir Cegerxwîn nas kir û têkiliyên wi pê re xurt bûn, dûv re têkiliyên wi bi mamoste Reşîdê Kurd re çêbûn. Wî jî hişt hînî rêzimana kurdî bibe. Mele Sîrac û Mele Reşîd hebûn, gelekên din jî hebûn, lê nayên bîra wi. Ew di riya van ciwamêran re gelek pirtûk xwendin, mîna Melayê Cizîrî, Ehmedê Xanî, pirtûkên li ser pêlawaza, yên li ser dîroka kurdî û herweha pirtûkên bi zimanê farisî jî.

Ji sala 1966-1979ê de, çi helbesta ku ew dinivîsand ji seydayê Cegerxwîn re dibir daku serrast bike.

Helbestên wî di nav stranbêjên kurd de

Yûsiv Berazî gelek helbest dane stranbêjan, mîna hunermend mehmud ezîz, mihemed Şêxo û seîd gabarî.

mehmûd ezîz Şakir, 1967

Hebs û zindan (gotin û awaz Bêbuhar)
Perwîn (gotin Rêncber awaz Bêbuhar)
Rabe ji xewê (gotin û awaz Bêbuhar)
Şînbû rîhan (gotin û awaz Bêbuhar)
Eman dilo (gotin û awaz Bêbuhar)
Gulîzar (gotin û awaz Bêbuhar)
Dilê min her bi ahîn e (gotin Bêbuhar û awaz mamosta Mihemed Elî Şakir)
Şêrîn tu cînara min î (gotin Bêbuhar û awaz Mihemed Elî Şakir)

seîd gabarî

Koçê mi bar kir
Hat xweş buhar
Bê bext felek
Di tarî da

mihemed Şêxo

Hebs û zindan
Ez bûm ferar
Şêrîn tu cînara min î
Rabe ji xewê
Yarê şekir
Pismamo
Şeva tarî
Dayê (ez jî bi cî bim)
Dayka dilovan
Eman eman
Çibkim bi can
Derdan çi ez dil jar kirim
Koçê mi bar kir
Welat welat
Gulîzar
Eman dilo
Perwîn (gotincRêncber û awaz Bêbuhar)
Kûba û Vêtnam

zubêr salih û mistefa xalid

Hindek stranbêjin dî jî hene wî helbest tev awazan daye wan wek Zubêr Salih û Mistefa Xalid.


Helbestvan bêbuhar di 15ê kanûna paşîn a 2009an li Serê Kaniyê çû ber dilovanya Xwedê.

Berhemên Çapkirî

1- Zindan helbest, 1988
2- Bang hebest, 1997
3- Raperîn helbest, 2002
4- Serxwebûn helbest, 2006
5 Pêşketin, ji weşanên Semakurd, 2008

Çavkanî: wîkîpediya



04.09.2020 20:53 | kajav

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» yûsiv berazî
» berazî

Kategoriyên mijarê:: niviskarhlbstvn niviskar niviskarhlbstvn niviskar niviskarhlbstvn niviskar
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî