1. bi eslê xwe kurd e. Bitirkî dinivîse. |
|
29.09.2013 16:36 |
takyudin
|
2. angorê tirka çinara wêjaya tirkî ye.bi deha roman nivîsiye û ji ber bi êslêxwe kurdê di pirtûkê xwe de qala kurda kiriyê |
|
29.09.2013 20:21 |
newenda
|
3. bi yek çavî li mesela kurdan dinhêrê ji ber vê yekê her tim kêm û şaş dinirxîne. |
|
29.09.2013 20:58 |
tivirloismail
|
4. nivîskareke ji heft bavê xwe de tirk e.. heçiyê jê re dibêje nivîskareke kurd e derewan dike û bêbextiyên kesanedîtî lê dike.. min bi xwe ji deva nebihîstiye lê li gorî gotegotan di civînekî de gotiye ku eger dilê min bivê ez dikarim di nav sê rojan de hînî kurdî bibim û berhemên xwe bi kurdî binivîsim.. bila qisûrê efû bike lê ne sê lê di sihûsê rojan de jî bi wê bîra xwe ya korik nikare bi qasê belavokekî jî bi kurdî binivîse.. heçiyê ew qûn û ew gunn pê re heyî ji xwe dinivîse zirt û fortan nade.. ji ber ku di warê edebiyatê de nasnameya çepgirî û muxalîf her wextî bi xwe re îmaj û prestîjek xweş tîne û avantajek ekstra ye kemalê me jî dema derdikeve ji derve bi kurdîtiya xwe dihese wekê din gotinên ku jê mûyê dûvê kerê jî jê naêşîn.. |
|
30.09.2013 01:04 |
endazer
|
5. li başurê kurdistanê gelek tê naskirin... |
|
21.10.2013 15:12 |
arami
|
6. raste li tirkî xwediyê edebiyat û zimanekî hêja ye. lê divê em evê ji bi lêv bikin ku di warê kurdî û wêjeya kurdan de ne pispor e. mixabin hê jî wisa dizane ku di qada romanê de mehmed uzun yekem nivîskarê kurd e. helîm yûsiv jî di pirtûka xwe ya romana kurdî* de rexneyên gelek xurt derheqê yaşar kemal de kiriye. |
|
21.10.2013 16:14 |
kelemejû
|
7. baş e xweş e lê qure ye... kul û derdê me bi kesên qureyan re heye |
|
21.10.2013 18:12 |
elomelo
|
8. ji xeynî bakur, li parçeyên din yên kurdistanê zêde nayê naskirin. ji ber ku bi kurdî nanivîse. nivîskarek ewqas mezin lê evqas biçûk e. |
|
21.10.2013 20:20 |
simurg56
|
9. jiyana xwe kiriye diyarî, ji zimanê serdestên xwe re. |
|
25.10.2013 14:02 |
gulan
|
10. nivîskarekî trikînivîs e, dibêjin kurd e, min ti kurdayetiya wî nedîtiye ji bilî ku bi kurdî fîkandiye. |
|
14.12.2013 20:08 |
dijber
|
11. navek lê kirina go jibinî ne mirê. bi xwedê yaşar û hêjî yaşar! |
|
06.03.2014 13:49 |
mamostanısebin
|
12. li edene'yê navê parkekê ye. parkek gelek mezin e û gelek xweş e jî. |
|
06.03.2014 21:59 |
simurg56
|
13. pirtûka wî siltanê fîlan hêjayî xwendinê ye û behsa asîmîlasyonê dike, û hêjayî xwendinê ye. |
|
06.03.2014 22:22 |
berxweda
|
14. nivîskarekî ku, bi hestên kurdî ve pirtûkên tirkî divivîse ye. kesek dikare ji min re ferqa wî û mahsun kırmızıgül bêje? |
|
07.03.2014 09:22 |
nazim tolhildan
|
15. nivîskarê rewşa Kurdan tîne ber çavan e. di pirtûk xwe ya siltanê fîlan de ew rewş xweş aniye ziman. bawer dikim piştî xwendina pirtûka wî ya bi navê "siltanê fîlan" wê ramanên we biguhere. |
|
16.05.2014 03:27 |
cîhana pirtûkên kurdî
|
16. Mêrxasê zimanê serdestên xwe ye. |
|
16.05.2014 10:35 |
gulan
|
17. yek ji wan nivîskaran e ku dixwazim pirtûkekê bo min îmze bike ye. lê niha nexweş e. xwedê saxiyê bidê. înşele wê bibe nisîbê min ku ez pirtûkek wî ya hatiye wergerandin pê îmze bikim. |
|
15.01.2015 21:17 |
berxweda
|
18. nivîskarê ku li gorî agahiyên dawîn, rewşa wî ber bi xerabiyê ve naçe. |
|
16.01.2015 20:02 |
simurg56
|
şêx seîd [2] |
|
kercews [1] |
|
nexweşiya mirovê vî wextî [1] |
|
dîsfajî [1] |
|
sallana sallana nietzsche ser avê [1] |