Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


37 mijar û 59 peyam
otostop - tirşik
otostop
(7) (1) (1)
di mijarê de bigere

1. Ev hefteyek, deh roj berê min û du hevalan biryar da ku serhedê bi otostopê bigere. Ew çawa xweş ger bû. Belê ji aliyê gerê xweş bû lê mixabiniyê wê jî ne hindik bû. Lê bi rastî jî her cihê kurdistanê bihûşt e.

Neyse gelek serpêhatî çêbûn lê ya herî sosret û bi kêf li ser rêya bazîd ê çêbû. Me nêt kir ku ji bazîdê biçin îdir ê. Û yalah me dest ra kir ji bo otostopê. Min nihêrt dobloyek sekinî li ber me û xanimek tê de. Min derî vekir ji min re got "heloo" min got "merheba" * û min nihêrt jinik biyaniye. Û bi tarzanî me tişt bi hev da fêm kirin. Xanim ji emerîkayê bû û ji bo keştiya nuh hatibû vir. Û suhbeta me hebekî din pêş ve çû me jê re stranên kurdî gotin kêfa wê gelek xweş bû. A soxîn min xwe nikarîbû li ber israrê havalê xwe bigirim û min dest bi stranek frensî kir. Xanima me şaş û metel bû* û heta îdir ê me fêm nekir çawa wext derbas bû.

Cara yekem bû ez bi otostopê geriyam. Pêşniyarê we hemûyan dikim. Wellehî gunehê we li şilika histûyê min meriv nikare bi pera jî ewqas xweş wext derbas ke*



01.10.2020 20:53 ~20:59 | rizgarm

2. Berî niha bi seatekê derketim ser rê. Vêce ji bo germ nede serê min, min pûşîkek avêt ser serê xwe û çentekê min yê kamerê jî li ser milên min bû.

Min destê xwe radikir, ji bo otostop. Min nêrî yek sînyal da ku bisekine, çawa nêzîk bû, pê li xazê kir*
Bawerim lawê hawwa wek min mîyop bû û min şibandibû keçikeke, ji ber çente û pûşî *



14.08.2021 15:00 | merwano

3. (bnr: xwedê ebda mixtacî ebda neke.)



14.08.2021 20:47 | pîroz

4. ji ber em li dibistana şevînî xwendekar bûn û li heremê servîsên birin û anînê gelek kêm bûn, em mecbûrî bi otostopê diçûn meytebê. bi pirranî mirovên qenc em dibirin lê carînan mirovên mirûztirş û bêhnteng jî disekiniyan û carna pere jî dixwestin ji me. me jî digot wele tune ye.*

ev mecburiyet ji bo min tecrûbeyeke baş bû, li gelek cihan kêrê min hat. carekê ji bursayê heta wanê bi otostopê çûm. ne ji ber bihayê bilêtê lê min xwest wek macera vê yekê bikim. zahf xweş jî borî.*



15.08.2021 18:26 | xelîl

5. Jin divê bo silametî û qenciya xwe ji vê kiryarê dûr bin.



15.08.2021 19:36 | navîgiranmezelîwêran

6. Ev mehek berê bi qasê heft rojan me serpêhatiyek weha derbas kir. Ji wêranşara xopan derketin ez û hevala xwe li dêrsim, erzîngan û erziromê têra xwe geriyan. Çadira me li pişta me bû cihê ku kêfa me dihat me lê vedigirt û bi otostopê bêpere digeriyan. Bi rastî merivên xweş û derfetên bêhempa rastî me hat. Em herdû jî karmend bû lê ji bo bila ajovan henekê xwe bi me nekin me digot em xwendekar in* lê ne derew bû jî. Di vê demsalê de tûrîst û gerok gelek in em qet li erdê neman. Bûyerek xerab jî nehat serê me. Perê me jî gelek kêm çû. Heta bi ser de me nanê bê xwê dixwar û tirê şor dikir û li cihên buha xwarin dixwar ** me cil û bergên rengo rengo li xwe kiribû û por û gijikê xwe gulî kiribû yên me didîtin digotin qey biyaniye. Lê me digot em ji amedê ne şaş û metel diman. Ez hema hemû xwendekar û xortên nûciwan re gera bi otostopê pêşniyar dikim. Welehî xwe ji vê kiryara belaş û bêhempa nehêlin xwe li rêyên dûr û bi rojan dibore bixin bê ka çiqas bi coş e*



15.08.2021 21:16 ~21:18 | rizgarm

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Herhal bêhna wan teng dibe, tiştek balkêş di tirşikê da nabînin ji ber...
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
taybetmendiyên jinên faris ên li tirkiyeyê [1]
(bnr: botoks) (bnr: li nîveka rêyan da rêzbûn û wisa meşiyan) (bnr: ...
warê stranan [1]
Weke berdewama qonaxa nû ya projeyên ji bo meyla hilberandina naveroka...
belki ev jî bala te bikişînin
» otostop

Kategoriyên mijarê:: geruturistik jiyan yendin geruturistik jiyan yendin geruturistik jiyan yendin kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî