Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
zilmên ku di bin mêtînkarî de li dijî jina kurd hatiye çêkirin - tirşik
zilmên ku di bin mêtînkarî de li dijî jina kurd hatiye çêkirin
(4) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. Buyer sala 1974-1975 de li Muşê deverê Milazgîrê pêk tê. Gundek. Keçek ciwan dema evarê ji bo av tije kirinê diçe kanîyê. Wexta ku keç avê xwe tije dike xortek tê li ba kaniyê ji bo ku ji hespê xwe ra av bide. Wexta keç avê xwe tije dike û xort hespê xwe ra av dide, destê xorto ji porê keçikê lê dikevê.Wî buyer bi aliyê kesên ku li derdorê kaniyê û kesên li derdorê, wek "Destê filankesê, li kaniyê porê filankesê lêket. Namusa fîlan malbatê qirêj bu." tê nirxandin.
Wî buyerê biçuk li gundê, li gundên din her tim tê bahs kirin. Wan bahsa lihevketina malbatan zêde dike. Nakokîyan kur dike. Gotinên "Namusa malbata filankes qirêj bu." "Namusa filan malbat qirêj bu, xwîn wiya paqij dike." , pêwendiyan xira dike. Bi wî awayî lihevketinên ku navbera malbatan de zu de hebu, bi xêra wî buyerê her ku diçe mezin dibe, giran dibe.

Dawiya Paşgotin û fîtkirinên li derdorê, wî du malbat li gundê bi çekan şer dikin. Şer şevakê dest pê dike hetta êvarê dewam dike. Her kes ku destê wî çek digirê beşdarê şer dibe. Di şer de 5-6 kes dimire. pir birîndar heye. haya Qerekol ji şer heye. lê mudaxele nakin. leşker bi dûrbinan, şerê seyr dikin. evarê her du alî jî hêza xwe wenda dikin, rat dibin.
li cihê şerê mirî û birîndar heye. girî û gazinan guh kerr dike. gundî li aliyê jendermeyan dilnerehetin. li gundê panîk dest pê kiriye. her ku diçe panîk hemu gundê digre. aha wî demê jenderme bilêz û bi hêzekê mezin dikevên gundê. li holê, kî bibînin, jin-mêr, pîr,ciwan... her kesê digrin. Wan mirova bi bendan, zincîran, kelemçeyan girê didin û tînin milazgîrê.
davêjin nezaretxaneyê.

keçên ciwan û bukan li cihên cuda de digirin-digirtin. leşker, polis, ji navê heza ewlehî ki hebe, yek bi yek, bi rêzê-bidor, tecawizê jinan dikin.

mijarê ku ez dixwazim qal bikim, bal bikşînim li vir asê dibe. buyera tacawizê- dest avetinê namusê, mêrên her du alî jî dizanin, hest dikin. lê nikarin li ber rabin, pirs li berpisyaran bikin. nikarin bibêjin "çima keç û bukan li cihên cuda de digirin? çima jinan li cihên xwe distînin û dibin cihekî din?".
Wiya çima wisaye, gelo? wan mirovên ku hemberê xwe şêr in çima li berê onbaşîyekê jenderme bêdengîn? stuxwarin?
li kaniyê lê ketina destê xortekî ji porê keçeki wek buyerek qirêjkêr a namusê tê dîtin. "namusa malbat" tenê bi xwînê dikarê werê paqij kirin. lê tu kes nikare ji bo girtina keç û bukan li mezelên cuda û tecawiz kirina wan tiştekî bêje.
tu kes nikare dengê xwe bike wî neheqîti ya eşkere û wî zilm ê. wiya nîşan dide ku, mêtînkarî çawa balansa psikolojîk(ruhi denge) ya ciwakê xera kirîye, çawa rewşa ruhî dejenere kiriye.

(pirtuka "Bilim-Resmi İdeoloji-Devlet-Demokrasi ve Kürt Sorunu" -İsmail beşikçi rupela 134(versiyona pdf))



02.10.2020 21:19 | lonw karda

2. sal 2011, li çewlîgê keçikek 14 salî bi aliyê 8 uzman çavuşên dagirker ve hat tecawiz kirin. Here lînkê

sal 2018, li afrîne 3 keçikên kurda re tecawiz kirin.




sal 2020, li efrînê keçikek 16 salî hat kuştin. Here lînkê


14.07.2020 li şirnexê destdirêjî li ser keçikek 13 salî Here lînkê


16.07.2020 li batmanê uzman çavuşek tirk ji keçikek 17 salî re tecawiz kir. Here lînkê

06.12.2020 li batmanê 27 kes ji keçikek 15 salî re tecawiz kir. Here lînkê
(bnr: li gercowsê tecawizkirina zarokek 15 salî)



07.12.2020 15:34 ~15:36 | lonw karda

3. me hemû van bûyeran bi saya tora civakî hesîyan. Beriya tora civakî xwedê dizane çend tacîz û destdirejiyên wilo çêbûbû û em hay jê nîn bûn. Hêviya min ji xwedê ew e go ev rezîltî li ba dagirkera nemîne.



07.12.2020 17:00 | hueyn

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» zilmên ku di bin mêtînkarî de li dijî jina kurd hatiye çêkirin
» binnivîs
» jina ku li paşila pilingan radize
» kurdên ku xwendekarên lîseyê ne
» çêkirina lîstikên mobîl

Kategoriyên mijarê:: jiyan dirok jiyan dirok jiyan dirok kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî