Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    7 mijar û 9 peyam
    sezen aksu - tirşik
    sezen aksu
    (2) (0) (5)
    di mijarê de bigere

    1. stranbêjeke tirk e ku tu caran li dijî kurdan gotinên nebaş nekiriye û berevajî vê yekê gelek caran tiştên xweş gotine. duh dîsa li amedê konserek daye û konserê de ji polîsên ku sahneym diparêzin re gotiye "ji temaşevanên me bawer bin. li wir nesekinin. tiştek bibe jixwe hûn ê mudaxale bikin lê ji hembajariyên xwe bawer bin. me li vir 500.000an newrozê 'mîna donê' pîroz kir (yenî bê problem û pevçûn)"



    2013.09.29-16:50 | simurg56

    2. peytika piçûk (minik serçe)



    2013.09.29-19:27 | newenda

    3. stranbêja tirk ya popê û ya têra xwe popûler.. dikim nakim kêfa min jê re nayê.. wekê şivan perwer dibêje ew jî wekê hemû stranbêjên tirk newêrek e.. belkî di eleyhê kurdan û kurdistanê de tiştek negotiye lê ji bo xêra kurdan jî tişteka berketî negotiye.. bi strana xwe ya bi navê gülümse yanî bikene ya ku ji helbesta kemal burkay yê xaîn û xwefiroş (!) hatiye bestekirin di nav kurdan de meşhûr bûye.. di nav tirkan de jî ne tenê bi stranên xwe lê bi gotinên xwe yên stranan jî meşhûr e.. ez dirêj nekim li ber dilê min ferqa wê û ya ajda pekkanê tunîne.. siba bimire ez fatheyekî jî li ser naxwînim..



    2013.09.30-00:48 | endazer

    4. kurdên me yêN 'mêjiyêkerêxwarî' ji mêrsînê, ji îdirê dabûn serê rê ji bo konsera wê. EZ ZENDEGİRTÎ MAM. GELO Jİ BO DAXWİYANİYA AZADİYA KURDİSTANÊ EW KURDÊN BİHATANA AMEDÊ? EZ NE BAWER İM. HEYF Û HEYF KURDO.



    2013.09.30-01:45 | serhednişîn

    5. Stranbêjeke ji bo Tirkan hêja ye, cihê wê miletekî re boyî şanazîyê ye.

    Ji bo azadî û bindestiyê Kurdan tiştekî negotiye û nekiriye lê belê tirk hemû USA ne, gerek e meriv vê tiştê qebûl bike. Xêncî Îsmaîl Beşîkçî ti hêviya min ji Tirka re tune ye. Tirk li dinyayê de di nava miletan herî nijadperestan de ye, dewleta xwe re ji Xwedayê zêdetir bawer dikin. Dîn û îman jî boyî wan tenê amûrek e.

    Heke Em ê ser hunera wê xeber bidin, ew li Ewropayê yan jî Amerîkayê bûya niha dinyayê de wekî stêrkekê dihate qebûlkirin.



    2020.06.21-18:36 | mîr

    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    berûya ji qalikê xwe der e [1]
    Ji bo wan kesên ku eslê xwe winda dikin de tê gotin.....
    kovara kubar [1]
    sînerjiya ku ev kovar da min ez gelek hêvîdar kirim. ji wan ricayek mi...
    keçên ermenî [11]
    min heta nuha sê heb ji wan nas kirîye, yek ji tirkîye, yek ji ermenîs...
    berîvan turan [1]
    Mamosteya yogayê ye. Li ser Youtubeê û Instagram ê, bi vîdeoyên xwe yê...
    di dîrokê de îro [1]
    îro, 11ê tebaxa 2020an bûyer 1519 – (vbnr: Ferdi...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » sezen aksu

    Kategoriyên mijarê:: muzik muzikstrnbj
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî