Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


9 mijar û 11 peyam
iamhaks - tirşik
iamhaks
(15) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Youtuberekî kurd e. Li ser kanala xwe vîdeoyên têkildarê kurd bûnê dikşîne. Ji Silêymanîyê ye. Îngilîzîya wî pirr pêşketîye. Di vîdeoyên xwe de bi saya malpera omegl digihîje kesên tirk û bi wan re diaxive. Gelemperî mirovên faşîst derdikevin pêşiya wî ji xwe bibêje heman tev tirk faşîst in. Mijara me ne ew e. Qala Kurdistanê û başûr dike. Dema dibêje ez ji Kurdistanî me, tirk wekî yek dikute wî har dibin.

Gelek baş e ku vîdeoyan xwe bi îngilîzî dike ku Rûyê tirkan nîşanî dinyayê dide. Û Vîdeoyên wî jî baş tên temaşe kirin.

Ha ji we re lînka youtubeyê jî.
Here lînkê



06.10.2020 20:37 | yûsiv

2. Di vîdeoya xwe ya duyemîn de, dibêjê tirk û kurd bira ne. Lê dîsa jî tirk wî di nav dijûna de dihêlin. ji bo nîjadperestiya tirkan, nîşaneke pir serkeftî ye.





06.10.2020 21:19 | merwano

3. Kurdê ku nijadperestên faşîst rezîl û riswa kiriye li cîhanê. Xuyaye yekî gelekî jîr e, devê xwe qet bi wan re nalewitîne. Çiqasî tiştên xweş dibêje ew nijadperest û dijminê Kurdan xirab diaxivin. Her wiha bi van vîdeoyan kifş bûye ku tirk xweşikî nizanin bi îngilîzî lê kurdekî xarpêtî hem bi kurdî hem bi îngilîzî baş dizanibû. iamhaks jî her wisa herdu zimanan baş dizane. Welhasil bi her awayî tirkên di vîdeoyê de rezîlllll bûne.



07.10.2020 10:04 ~10:05 | xabûrî

4. kesek jixwebawer e û bi vê helwesta xwe tirkan dîn kiriye. min vîdyoyên wî parçe parçe temaşe kirin, tirk jixwe zêde îngîlîzî nizanin lê ji 2-3 hevokên wan yên prîmîtîf jî tê fêhmkirin ku çiqas nijadperest in.



07.10.2020 23:29 | simurg56

5. Vîdeoyekê nû li ser kanala xwe weşandiye. Di Hin cîhan de kurda dibîne û bi wan re diaxive. Di vê vîdeoyê de xwe wekî ermenîyan jî nîşan dide tirka. Dîsa çêr û tehdîtên kuştina dibihîse. Lê wekî mirovekê zana û xwe bawer axaftinê berdewam dike.
Êdî ev tiştên ku tirk dikin ji min re komîk tên. Jixwe iAmHaks mîzaha xwe jî xistiye û hebkî komîk bûye vîdeo.

Cihek heye ku pirr ji aciz bûm. 21.23ê de kurê kereyek heye ku ji re dibêjin radîkal îslamci zêde pêşve çûye. Nizanim çima dirêj dikim tirk in normal e.





15.11.2020 00:02 | yûsiv

6. camêr vîdeoyeke nû parve kiriye vê carê sixêfên ku tirk dikin dijmêre :D





05.12.2020 19:18 | keyomerd

7. YouTuberekî kurd e ku kêfa min gelek jê re dihê. Vîdeoya wî ya dawîn gelek pêkenok bû. Karê xwe biriye asta bilindtirîn. Divê mirovên wiha bihên temaşe kirin ku piştgirî bibîne û dev ji van karan bernedin.



06.12.2020 18:19 | yûsiv

8. vîdyoya ceribandinda civakî parta 4 an weşandiye.Beşek pirr bi henek li wir de derbas dibe
Here lînkê
ji bo hemû;




14.02.2021 23:44 ~23:52 | brzn

dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
seyda perinçek [1]
Bavê wî cangorî ye di sala 1990î li gundekî qoserê şehîd ket. Dibê ku ...
belki ev jî bala te bikişînin
» iamhaks

Kategoriyên mijarê:: jiyan jiyan jiyan kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî