Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 18 peyam
hinek henek - tirşik
hinek henek
(16) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Bernameya şanoyê. Ewil di stêrk tv de 13ê cotmehê hat weşandin. Li gorî ku ji hesabê wan yê twittirê hatiye ragihandin, ji îro pê wê li ser Youtubeê di qenala pel film ê de jî bê weşandin.

Pîroz be, berdewam be *
Here lînkê



15.10.2020 10:54 | merwano

2. ya bi xêr, wisa tê bîramin ev 2 sal berê jî hebû hema yê vê carê xweştir be.



15.10.2020 15:21 ~15:21 | doesntmatter

3. formata bernameyê dişîbe çok guzel hareketler a yilo. bila hindik be lê bila xweş be.

(bnr: kenê reş)



15.10.2020 21:46 ~2020.11.26 17:10 | ezcan

4. Baş e. lîstikvan baş in. lê senaryo û henekên wan hinek qels e. zêde ne komîk e .û efekta kenê heye. lê ew jî çi bikin temaşevanê wan tune bawerke xwezî heba.



16.10.2020 19:58 | xwelî li ser

5. pel film her ku diçe xebatên cûrbecûr û baştîr çêdike.
Ez bawerim ew ên di demek nêz de fîlmên pir xweş jî çêkin.



16.10.2020 21:20 | cinorek

6. Baş e, xebatên Kurdî bila li hemî qada jiyanê de hebin. Henekên wan qels bûn Lê hêvî û bawer dikim dê pêşerojê de baştir bibin. serkewtiş wazena



17.10.2020 18:41 | kajav

7. bernameyeke henekan e li ser Stêrk TV'yê beşa ewil hate weşandin. wek li jor jî hatî gotin kadroya wê baş e, lê senaryo hineki qels bû. jixwe di dawiya bernameyê de pêşkêşvan got hûn dikarin skecan ji bo me bişînin. yên bixwazin û henekên baş li cem wan heyî bila xwe bigihînin wan. Helbet divê mirov malavayiyê li pel filmê bike.



22.10.2020 21:00 | xendekî

8. çend lîstikvanên wê berê di şanoya bajêr ya amedê de dilîstin. ji loma lîstikvaniya wan serkeftî bû lê ji bo naverok û kalîteya henekên wan nikarim heman tiştî bêjim. tenê ji bo piştgiriyê û ji bo dewama wê were min li ser youtubeê heta dawiyê temaşe kir û eciband.

yek jî lîstikvan zêde bi dengê bilind û bi kirp diaxivin, evê yekê ne tenê di vê bernameyê de di gelek şanoyên din yên kurdî de jî lê rast hatime. ya rastî kurd bi giştî dema bi kurdî diaxivin bi dengê bilind diaxivin nizanim ev yek karaktereke fonolojiya kurdî ye an kurd hîn hînî jiyana bajêr nebûne.

û piraniya naveroka tiştên bi kurdî ji gazinan pêk tê. mesele diçe û tê û li dor pirsên kurd çima guh nadin zimanê xwe? dewlet çima zilmê li kurdan dike? kurd çima nabin yek? vedigere. yên tiştên bi kurdî temaşe dikin ji xwe bersiva van pirsan zanin hewce nake kurd bi kurdî propagandaya kurdîtiyê bikin. yên tiştên bi kurdî berhem tînin divê vê rastiyê bidin ber çav, dev ji ajîtasyon û edebiyata mexdûrîyetê berdin çendîn eger mexdûriyet hebe jî li ser temayên civaka kurd ya kurdîaxêv bisekinin, behsa tiştên ji rêzê bikin.



26.10.2020 13:49 | endazer

9. pir peyvên tirkî bi kar tînin yaw. çi qas bibêjim ji bo kurdî karekî baş dikin jî dema ez dibihîzim aciz dibim. min darî beşa yekem kir tenê skêca yekem ya bi navê banka û ziman xweş bû, yên din ji awirê henekan ve qels bûn.



26.10.2020 18:29 | keyomerd

10. Henekên wan hinek qels in lê di destpêkê de ne ez hêvî dikim wê di beşên nû de baştir û serkeftî bibin. Ez ji bo alîkarî bi sê hesaban aboneyê wan bûme û diçim û têm temaşevantiya wan dikim. *



27.10.2020 02:23 | kajav

11. beşa 3yan li gorî beşên berê xurtir bû. Siheta wan xweş be.



02.11.2020 02:41 | ezcan

12. bernameya heneka ya ku jı bo skeça 'çayxaneya îbo' temaşe dikim. di skeçê de serleheng 'apê şêro' rola xwe bi pisporî dileyize. mijara skeçê jî tim têr û tije ye. dema li apê şêro temaşe dikim wekî ku ez li çayxaneyeke li sûka me û li zilamekî nas guhdar dikim, hest dikim. bername gelekî serkeftî ye. hêvîdarim hêj bêhtir xwe pêşde bibin û berdewam be.




;t=605s










;t=23s



29.11.2020 19:05 | tîrêj zana 21

13. Bernama li Amedê tê amedekirin li Mala Şanoya Amedê. Her çiqasî bitijbehe bernama Guldur Guldur jî ji bo Şanoya Kurdî li ser TV yan pêşkeşî gel bibe xebatek yekem û li gorî destpêkê pir SERKEFTÎ ne. Ger ev demên pandemî bi qedin, êdî emê jî karibin beşdarî wan bibin wekî temeşavanan.



30.11.2020 00:40 | zîzo

14. Beşa xwe ya dehemîn weşandiye. Di vê beşê de skeca çayxanaye îbo jî heye.





20.12.2020 22:31 | tîrêj zana 21

16. Bernameya ko vê talîyê, li ser skêca Kûrdî hatîye çêkirin. Bi tevlî şanoger û temaşevanên xwe gelekî serkeftîye. Gava ko meriv lê dineri, hem sebra xwe lê tîni hem jî pê re serê xwe bilin diki. Bi rastî, hêla Kûrmanca bi demeke dirêj huner bi tenê ji alîyê musiqa xwe gelekî pêş xistibû lê vêga em dibînin şanoya Kurdî û Cinema Kurdî jî pejna didin. Hêvî dikim ev xebatên wûlo pîroz zêde bibin



21.12.2020 15:33 | pîroz

17. Tîma hinek henekê ji alîyê şanoyê ve pir serkeftî ye lê alîyên skêc û hunerên ber tvyê an jî youtubeê ne ew qasî serkeftî ne, lê karekî têra keda xwe dikin, gelek kes dikare ji wan ra skêcên xwe bişîne, ev tişteke hevpar e, kerem bikin hûn jî jê nemînin.



21.12.2020 18:51 | xwebixwe

18. ji hêla ziman ve karekî pir baş e. gelê me ji dewla ku şano û bernameyên xelkê ku ti elaqa kurda bi wan re nîn e mêyzene, bira yên bi zimanê xwe temeaşe bikin çêtir e. lê xwezika li ser tv jî hebûya, bi wî şiklî wê bêhtir hatiba sêrkirin.



21.12.2020 19:39 | hueyn

19. Karekî baş dikin lê ji ber ku di çend beşên ewil de min Yavuz Akkuzu nedît (niha nizanim bê dilîze an na), min dev ji temaşekirina wê berda. Ne ku keda yên mayî bêqîmet dikim, mesela Özcan Ateş, Özkan Şeker lîstikvanên pir serketî ne. Lê birêz Yavuz favoriyê min ê heta hetayê ye.



22.12.2020 12:31 | stembar

20. Ez li ber çend skêcên wan mam. Min giştî eciband karek baş dikin. Pêwîstîya me bi ken heye. Destên wan sax be *



22.12.2020 16:14 | demsal

21. Bernameya pêkenînê ku vê şeva sersalê li ser youtubeyê bernameya xwe ya taybet a sersalê bi nîşandana ewil xiste weşanê. Weke zindî 1500 kes lê darî dikirin. Bi ketina sala nû bername bidawî bû. Cara yekem bername, bîneran vexwandibû holê û bi rastî ev atmosferek xweş ava kiribû. Gelek hunermend û lîstikvanên mêvan hebûn.

Bi rastî vaye du sale li tirşikê dinivîsim û ji wê dema ku min dest bi nivîsandinê kiriye, civata kurdewarî dişopînim. Piştî du salan îşev min fêm kir ez jî bûme parçeyek jê. Herçî derkete li ser dikê û heya hinek ji bîneran jî bi min nas dihatin. Lîstikvanên mêvan ekîba rêzefîlma amator îşev bû. Deno bi nasnav denîz ozer, baqî bi nasnav erdal kaya û bahoz di skeçan de rola xwe lîstin. Weke hunermend mehmet atli û Rûken yilmaz jî stranên xwe gotin. Kesekî bi navê ronî artîn jî hat lê nizanim wî têxim kîjan beşê, stranên rap digote. Li rêzika pêşî fenomenê navdar resûl bafeyî û gernas nenas hebûn.

Dîsa wekî klasîk skêça apê şêro hebû ku ez ji bo wî li vê bernameyê darî dikim lîste. Lê ev skeç hinekî li gor yên berê polîtîktir bû. Çend cara gotina çiyagerê fermandarê sûrê hate gotin û gelek caran derb li yekitiya gel û aşitiyê hat xistin. Hebûna bîneran kêfxweşiyek cûda beşdarî skeçê kir û gelek xweş derbas bû. Bîner jî ji henekan fêm dikirin û reaksiyonek baş didan. Lê belê dîsa bala min kişand û wekî çend roj berê min gotibû medyayek kurdan tuneye ku rojevek ji kurdan re saz bike. Ji loma ji sedî nodê mijaran meseleyên tirkiyê bûn. Bihayiya jiyanê, zema kel û pelan, roportajên kuçan yên ku temenmezinên akpyî û ciwanên muxalîf pevdiçin û bihîstokan dixin dernî hevdû.


Axirkelam, îsal ez bi vê bernameyê ketim sala nû. Min hest kir ku hêdî hêdî bingeha netewî saz dibeû heya astekê jî cihê xwe girtiye. Şîroveyên li ser youtubeyê zindî bûn. Tim bîner bi hev re di têkiliyê de bûn. Min mala xwe xera kir û înternet bi xweva nehişt. De înterneta kî têrê dikê vaye bername li jêr e.






01.01.2022 00:54 | tîrêj zana 21

22. Bangawaziyek li bînerên xwe kiriye ku text û metnên li ber destên wan kêm in û ji loma herçî pê dibe bila skeç, metin an buyerên komîk, pêkenî yên tên serê wan derbasî nivîsê bikin û ji wan re bişînin. Ger skeç were hilbijartin wê pereyek sembolîk jî were dayîn.

Here lînkê

Maîla wan: hinekhenek@gmail.com


Nîşe: niza merev peyamên xurufî yên li ser têkiliyê xwe û keçikan nivîsiye, ji wan re bişîne wê çawa be?*



02.01.2022 02:05 | tîrêj zana 21

23. beşa dawî zêde xweş bû ez dibêm para lîstikvanên nû pir e.



06.02.2022 21:31 | ezcan

24. Lîstika wan a vê hefteyê silêmanê pêxwas gelek serkeftî bû *




14.04.2022 21:03 | kajav

25. li ser skeça wana a koma xwendinê ra ez skeçan nahebînim.
hetta tu bêjî serkeftî û baş e.





(bnr: serhed qereyazî)



14.07.2022 17:40 ~17:42 | bûtîmar

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (yên din..)
nexweşiya mirovê vî wextî [1]
Pirsgirêkek din: her kes di bubble-ê xwe de dijî. Tenê mijarên hilbija...
helbestên ku tirşikvanan nivîsandine [1]
Xwîna-Pak Ji te re dibêjim, Tu yî tu! Erê hem jî gelek baş dizanim...
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1]
Raffî Mardoyan - fatima salih axa

...
helbestên ku tirşikvanan nivîsandine [2]
Li pey Xeyalekê Her caran bo te hewil didim Helbestên pes...
şêx seîd [2]
Şêx Seîd, Şêx Muhemmed Seîdê Neqşîbendî an jî (stur: Ş...
belki ev jî bala te bikişînin
» hinek henek
» henek li aliyekê

Kategoriyên mijarê:: tvradyobername tiyatrolistik tiyatro tvradyobername tiyatrolistik tiyatro tvradyobername tiyatrolistik tiyatro kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî