Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
qetran - tirşik
qetran | 2005
Nivîskar: Dost Çiyayî | kurmancî | helbest | 64 rûpel

min guh da nalîna dengekî hinavîn û dawîn min xwe kuşt di şeveke şafiî de bi sewta saweke sefran û seferî suhurîm, li seherên sar û sêwî ku hîn nizani...
qetran
(5) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. navê pirtûk-helbesteka dost çiyayî ye.. li gorî min lûtkeya helbesta kurmancî ye..



''Ji qetrê sader qehr û risas

Bi mohreke sincirî re hatim helandin

Li hemû dergehên demderewîn yekcar

Min qufiland dilê xwe yê têrxwê

Bi kerbekê re hazar car min lehimand

Keserên kiras zingar

Dil û rivîn

Kul û birîn

Wekî teyrekî bêzar di şîrê xwe de hatim parzilandin.



Min guh da nalîna dengekî hinavîn

Û dawîn min xwe kuşt di şeveke şafiî de

Bi sewta saweke sefran û seferî

Suhurîm, li seherên sar û sêwî

Ku hîn nizanim bê bi kîjan surperiyê re

Li çerxa kfjan zemanî dizîvirîm

Da ku gihîştim xawêniya bêdengiyê

Meyam li nebîniya şevên bêstêrk

Û min heyvanê xwe ji heyva nava xwe girt

Zeman û zemherîr

Ziman û zehîr

Wekî marekî bêjehr di kevirên sebrê re bihurîm



Rûpel bi rûpel ji nû ve hatim qulibandin

Deftereke bêxwedan û bêxwenda bûm

Lewra beriya bab'ên bêbinyad û mishefên reş

Li seyra sîmirekî sîmyavan hatibûm nivîsandin

Bi çavên çelq çelqiyam û min dît eareke din

Li raserî wêrekiya xwe ya rehwan û dilovan

Kelam kavil, wate wêran û xêzên xwedayî

Li binya temberiya min ku gunehkar dixwiyan

Reml û reea

Rene û rewa

Wekî bînerekî kor ji çavan dirijiyam



Min hilgirt helkehelka hêla xwe ya helak

Û xembar dageriyam şiveriya şevên xas

Li şopa şivaniya xwe ya kevnar

Ji refên xwe dûr ketim mîna qulingekî hejar

Min rûyê xwe şûşt û vekişiyam ji mezata gotinên xav

Lewendên lewçe û quretiya berêvariyên erzan

Lewma peyayekî pêxwas û ûryan bûm

Dema ku min bêtirs xwe avêt bextê zimanê maran

Şêrekî şîrşor bûm li şarê şaristaniyan

Şîrove nedibûm tu car bi şêrîn(ba)zaran

Dilop û derya

Mirin û dinya

Wekî çerxekê di xwe de gêj bûm



Dev badan devên devdeve

Dêmên dêgur, çeşmên xure

Min pelên zer li xwe pêçan

Û min nixumand melûltiya xwe ya bêtam

Ji edeba piçûkatiya biran

Ûxwarina bi dizî ya li pişt kewaran

Weke pîneyekî payîdar ku mabû yadîgar

Çi bêjim nîvco, çi bikim kêm

Gerden û morî

Zarok û dûrî

Wekî kirasekî, li janan hatim tefsilandin''



30.09.2013 03:01 | endazer

2. qetranê bînin kûrm dibarin ji ezmana



01.10.2013 13:28 | newenda

3. nAVÊKITÊBA ŞAÎRÊ BÊMIRAD dost ÇiyayÎ YE. JI SERÎ HEYA BINÎ HELBESTINE MIKEMIL IN. BI TEYBETÎ HELBESTA hezaz xalÎ HELBESTEKE ZOR CIWAN E.



16.01.2014 01:19 | seydayê_peyvan

4. wekî din



"Li dû pêjna xezaleke birîndar

bilez û bez demadibezim

ta bi ta berba dibin porên te

li ber çavên min" gotiye dostê minê çiyayî.



17.01.2014 00:22 | kubikem

5. dema yek ji min dipirse, bi ya te helbesta herî xweş kîja ye? her gav cara ewil qetrana dost çiyayî tê bîra min..

ji zû de ye li benda abdullah koçal bûm ku bi dengê xwe yê xweş ev helbest bi deng bikira yanê bigota

axirî camêr helbestê gotiye de kerem bikin ji lînka jêr guh bidêrin..







05.11.2015 21:38 | ferhenga şikestî

6. Navê helbesteke dost çiyayî ye.



Lînka ferhenga şikestî şikestî ye. Ji bo xatirê wî ez ê qetran parvekim.



Qetran, ji dengê andullah koçal







30.03.2016 00:33 ~18:23 | gumgumok

7. madeyek avîye bîna rîçalêye (a bacanên reş) ji neftê û ji hinek tiştên din bi dest dikebe maddeyek bi reşbûna xwe navdare dema tiştek zêde reş be jêre dibêjin wekî qetranêye.



30.03.2016 00:55 | shorbevan

8. Kurdînûsek ji twîtter ê ye. Bi gotinên xwe yên " pisîka min ,şev êş , şev aş " navdar e. Ew jî têra xwe fenomen e.



30.03.2016 01:10 | biaqila malê

9. yek ji helbestên kurdî yên xweştirîn e. herdu lînkên jor jî şkestî ne, ji dengê abdullah koçal guhdar bikin:







30.03.2016 01:27 | xendekî

10. şaheserek e ji helbesta kurdî ya modern. her ristek vê helbestê hêjayî lêkolîneke berfireh e. navê xwe daye tekane dîwana rehmetî dost çiyayî û xuya ye bi feyza çend helbestên metin kaygalak hatiye nivîsîn. jixwe di pêşgotina kitêbê de remezan alan jî cextê li ser vê feyzê dike. erê, dost çiyayî ev helbesta xwe ya newaze bi feyza kaygalak nivîsiye lê jixwe feyz û tesîr nebe edebiyat jî nabe, ne wisa?



30.03.2016 03:30 ~03:33 | terkexem

11. Yê ku dibêji pisîka min dipeyivi kurdînûsik ji twîtter ew na pisîka wî fenomen e



30.03.2016 04:00 | qijilyo

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» qetran

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi pirtukweje wejehlbst
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî