Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


6 mijar û 7 peyam
françois truffaut - tirşik
françois truffaut
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Derhêner, çêker, senaryonivîs û lîstikvanê frensiye. Derheqê jiyana wî de:

Di sala 1932 yan de ji têkiliyek derezewac hate dinê. Dêya ezeb " Jeanine de Monferrand" hîn 17 salî bûye. Bavê wî yê biyoljik Rolan Lévy dirankerek cihû bû. Dêya wî piştî welidandina François bi mîmar roland truffaut re zewicî. Pistî kêliyekê bi ser dapîra wî de hate şandin. Zarokatiyek gelek dijwar derbas kir. Piştî mirina dapîra xwe vegeriya ba dêya xwe lê fêm kiri bû ku naye xwestin. Filma ku di sala 1959 an de hatiye kişandin the 400 blows de, behsa dijwarî û tengasiyên zarokatiya xwe dike. Di 8 saliya xwe de filma "abel gance" ya bi navê "paradis perdu" temaşe dike şûnde tûşî işqa sînemayê dibe. Tim û tim ji dibistanê direve û bi tena serê xwe diçe sînemayê.

Dema hat 14 saliya xwe biryara devjêberdana dibistanê girt. Bi temaşekirina film û xwendina pirtûkên bêjimar ve perwerdehiya xwe domand. Tevlî komên filman bû û derfeta hevnasîna sînemahezên din bi dest xist. Di 1948 an de koma xwe ava kir. Ji bo debara xwe bike jî li marketek biçûk xebitî.

André Bazinî yê ku wê çaxê navdarê rexnegirê filman bû, ji bo ku di koma sînemayê ya bi navê"Cercle Cinémanie" de baxive hatibû û truffaut nas kir. Dema hevû din nas kirin Truffaut 16 Bazin jî 30 salî bû. Li pişt hevaltiya bazin, hesreta bavtiyê ya Truffaut hebû. Ji bo ku gazîya şer qebûl nekir truffaut ceza girt û demekê di girtîgehê de ma. Bi alîkariya bazin derket.

Di sala 1954 an de di kovara "les cahiers du cinema" de dest bi nivîsên rexneyên filman kir. Di heman salê de du heb kurtefilm kişand. Di 1956 an de li cem (bnr: roberto rossellini) dest bi asîstaniyê kir. Di sala 1957 an de jî bi keçika xwediyê kompanya ya "les films du carrose", 'madeleine morgenstern' re zewicî. Heman salê filma "les mintons" kişand. Bi vê filma xwe agahiyên sînematografya xwe pêş de bir û dû wê di sala 1959 an de filma xwe ya ku mora xwe li sînemaya ewropayê xistiye "the 400 blows" kişand. Senaryoya filmê jî aîdê wî ye. Filma ku jean pierre leaud, "antoine doinel" dilîze şopên zarokatiya wî xwiya dike. Bi vê filma xwe binaşeya "pêla nû" ava kir. Di heman salê de keça wî ya laura hate dinê.

Di 1960 an de piştgirî da senaryoya filma derhêner (bnr:jean-luc godard ) ku mîna wî ji pêşengên pêla nû ye. Di heman salê de filmên mîna "shoot the pianist" û "the army game" kişand. Guftegoya ku sala 1962 an bi alfred hitchcock re kiribû bi navê "Le Cinéma Selon Alfred Hitchcock" weşiya.

Di sala 1962 an de çîroka jinika ku evîndariya bi du mêran re hatibû vegotin (bnr: jules and jim) hate kişandin. Filma ku di serlehenga wê (bnr: jeanne moreau) bû gelek xelat qezenc kir. Piştî wê 1966 an de fahrenheit 451 , 1968 an de "stolen kisses" û 1970 de "the wild boy " de mîna derhêner cih girtiye. Di sînemaya wî de tiştên bingeh zarokatî, tengezarî û jin bû. Filmên wî yê ku xwediyê awayek reş û îronîk bû carinan babetên populer jî digirt dest. Di filmê xwe yê "the 400 blows" û "julies and jim" de rêz li ber 'jena renoir' girtiye.

1973 yan de derhêneriya "day for night"kir, 1977 an de " the man who loved woman " û 1980 yan de jî "the las metro" derhênand. Rexnegir çiqas filmên wî yê ewilîn serkeftîtir bibînin jî ji aliyê kar anîna kamerayê, honak û teşeya vebêjeriyê de bûye afirînerê şêwazek nû. Di sala 1973 yan de bi filma xwe ya " La Nuit Américaine" di oscarê de xelata filma biyanî ya herî serkeftî girt.

Tenê li paş kamerayê nemaye, di salên 1956 û 1958 an de di filmên xwe de rolên biçûk jî girtiye. Di sala 1983 yan de dema li ser filma "the little thief" de dixebitî ji ber girebaya mêjiyê çû ber dilovaniya xwe. Filma wî di 1988 an de ji aliyê "claude miller" hate temam kirin.



28.10.2020 23:10 ~23:13 | rizgarm

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» françoise hardy

Kategoriyên mijarê:: sinemadrhnr sinemadrhnr sinemadrhnr
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî