Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 11 peyam
îşev - tirşik
îşev
(40) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. rêzefîlmeke kurdî ye.
wek sîtkom/ sitcomê tê binavkirin.

ji aliyê deniz ozer, erdal kaya û çend lîstikvanên din ve(bi piranî batmanî ne) tê lîstin.
îro beşa ewil hat weşandin.
ji kena ziko pişto bûm, pir xweş bû *




03.11.2020 19:31 ~19:37 | merwano

2. Rêzefîlmek kurdî ye û li ser Youtubê di kanala(bnr: deno) de tê weşan kirin. Pêkenok e ez baş kenîyam *



04.11.2020 17:00 | demsal

3. Beşa 3'emîn derket




24.11.2020 19:23 | merwano

4. Naxwazim li serê zêde xeber bidim lê divê van rexneyên xwe binivîsim. Gelek peyvên tirkî bi kar anîne. Nêzîkî tev daçek û gihanek bi tirkî bûn. Tiştê tê xuya ji ber beşa yekemîn zêde kêfa temaşevanan biriye eynî wê beşekî din jî çêkirine. Ev jî qalîteyê xira kiriye. Ji bilî wê li bin vîdeoyê de agahiyên rêzefîlmê bes bi tirkî hatiye nivîsîn û ev tişt min zahf aciz kir.



24.11.2020 19:33 | yûsiv

5. rêzefîlm an jî rêzeskêçên serkeftî ne. erê belkî ne hêjayî televîzyonê bin, lê belê ji bo youtubê bes û zêde ye jî. wek li jor jî hatiye gotin, tê de peyvên tirkî hinekî zêde ne lê dizanim ku vê yekê hinekî jî bi qestî dikin. ne ku kurdîya wan peyvan nizanin lê him vê yekê komîk dibînin him jî ev yek belkî bihêle ku kesên kurdîya akademîk nizanin jî lê temaşe bikin.
di binê vîdyoyekî de kesek ji rojava jî vê yekê rexne kiribû ji ber ku camêr wan esprîyan fêhm nake.
piştî vê projeyê, rebenê rewşenbîr zana dev ji qenala xwe hestû tvyê berda. ev ne tu îş bû.



12.12.2020 22:13 ~22:13 | simurg56

6. Bi nêrîna min tiştek baş derxistine holê. Henekên wan di nav hevalan jî belav bûye. Gelek hevalê min dibînim henekên wan bikartînin *



12.12.2020 22:55 | kajav

7. Rêzefîlma ku hîn min darî nekiriye ye. Li vir û twiterê car caran reklama wê derdikeve pêşberî min. Lê nizanim çima bala min nakişîne. Min rexneyên li ser wê jî xwend e û nivîsên tebrîkan jî. Xebatên bi vî rengî heye ku bo civakê baş be. Wer dixuye rêzefîlmek pêkenî ye lewra car caran birayê min lê darî dike û bi dengkî dikene. Her çiqas li wan darî nekim jî serkeftin bo wan.



12.12.2020 23:02 | tîrêj zana 21

8. Rêzefîlma ku gelek baş tê temaşe kirin. Gelek hevalên min ê ji dûrî kurdî peyam ji min re dişînin dibêje tu vê Beşê temaşe kir ka ev beş çiqas xweş bû hwd. Îro hevalekî min ji min re peyam şand û got ez bi malbata xwe re temaşe dikim. Ji bo vê rewşê gelek kêfxweş im. Hêvî dikim bi vê karî gelek pere jî qezenc bikin. Bila bibînin ku êdî kurdî pere dike.



12.12.2020 23:11 | yûsiv

9. Wan rojên han, yekî li ser rêzefîlmên îşev û şekirok rexne kiribû, û di got bêqelîte ne fln mvn.
Lê gelek kes li dijî wî rabûn û wan diparastin.
Bi rastî jî mafdar in ji bo em wan biparêzin, îro em dinêrin, tenê ev ji destê camêran tê, bi van îmkana encex ev ji destê wan derdikeve, kesên dewlemend alikariya wan kirine qey?
Mixabin, em tenê dipeyivin, lê ji aliyê piştgiriyê xwe diveşêrin



12.12.2020 23:21 ~23:22 | merwano

10. Navê rêzefîlmekî kurdî ye. Di serî de ji bo ku bi kurdî çêkirine ez wan pîroz dikim lê ez ê wan rexne jî bikim. Di nava çar beşên ewilî de tenê beşa yekem têr û tije hat ji min re, her sêyên din min pir neecibandin. Beşa 5. Jî hîna min temaşe nekiriye.
Ku em bên ser meseleya bikaranîna peyv û klîşeyên/henekên Tirkî; ez wan napejirînim. Hem kurdên perçeyên din fêhm nakin hem jî kurdî pêş nakeve. Ew nekin, em nekin, yên din nekin dê çewa henekên me çê bibin? Digel vê jî Tirkmancî normalîze dikin li gorî min.



13.12.2020 00:17 | xabûrî

11. Beşa 5an di 2 rojan de 216.000 caran hatiye seyr kirin.
Ji bo rêzefîlmeka kurdî ew serkeftinek pir pir baş e.

Bila weke nimûneyek bibe ji bo ên dî.



14.12.2020 20:06 | cinorek

12. rol xweş hatine lîstin ne wek "mala minê" ji rastiyê dûr û vala ye , merov xwe û derdora xwe di henekê wan de dibî ne .

beşa yekem gelekî rast û rewşa me kurda dide der.
di beşa dudyad jî xeyalet gelekî xweş lîstî ye.
her serkeftî bin .



14.12.2020 20:45 | shwinsherm

13. ji sitcomê wêdetir terza wan hebkî dişibe leyla ile mecnun a onur ünlü. heta dikarim bêjim;

deno mecnun e, kûlîlkê leyla ye,

helbet şerîf yavuz e, rojînê jî eylül e,

baqî bivênevê rengê îsmaîl abê dide,

fêkîfiroş mustefa eynî erdal beqal e,

jixwe hemeşayê evdal hema bêje têkelê melül û kaan e,

lê ednan yek e, tek e! (:



10.01.2021 19:12 ~2021.07.16 20:55 | ezcan

14. rêzefîlmek serkeftî ye.

Bi vê derfetên kêm û sînordar karek mezin û biserketî derxistine rastê.

Zimanê wan ne zimanêkî xwerû kurdî ye. Lê mesela gava peyvên tirkmancî bikar tînin digel vê kurdiya wan peyvan jî bikar tînin. Xuyaye armancek li van heye. Bi zanebûnî çêdikin.

Min gelek eciband. Û ji kena jî mirim.

Dawî serkeftin ji wanan re dixwazim. Berdewamî bê.



30.01.2021 01:24 | simbêlqeytan

15. Rêzefîlma di derheqê wê de tevlî vê şiroveyê îşev/130471 nabim. Belkî kêm caran Kurdiya wê dibêjin lê bi pirranî Tirkî dimîne. Min jî di serî de got: Dibe ku armancek wan hebe lê va bû beşa 5a nizanim a çenda lê hîna jî Tirkmancî zêde zêde bikar tînin.



30.01.2021 10:01 | xabûrî

16. serkeftîye, hema mixabin bi taybetî ew jinikê balkonê xeberdide û bi gotina van sosyal mesaj dide, tenê tirkmancî xeberdide. qet nizam fikrekî xweş e hema çawa wîsa xerab çê dikin aqilêm nabire.
dîsa jî serkeftin, berdewamkin



30.01.2021 12:53 | doesntmatter

17. li gorî nûçeya Rojnemeya Duvar'ê fînala sezonê bê weşandin:
Here lînkê

û her wiha podcasta ku li ser rêzefîlmê hatiye çêkirin:
Here lînkê



31.01.2021 01:41 | merwano

18. Bawer dikim ku ev rêzefîlm bibe destpêka rêzefîlmên kurdî. Piştî vê rêzefîlmê wê gelek rêzefîlmên biqalîte derbikevin holê.

Ji ber ku nû bi nû Formata rêzefîlma bi kurdî li hev tê rêzefîlma îşev jî aliyê ziman ve hebkî qels dimîne. Çawa ku berhemên destpêka hin serdemên taybet qels bin û ew berhem dibin ronahiyek ji bo pêşerojê wê ev rêzefîlm jî bibe sedema destpêka rêzefîlmên kurdî û wê ev rêzefîlm jî bibe ronahîyek.

Ji ber ku rexneyên temaşevanan li ber çav in derhêner dibînin ku temaşevan çi dixwazin. Û bawer dikim ku ev rexne jî bibin bingehîya rêzikên rêzefîlmên nû.



31.01.2021 21:30 | yûsiv

19. hege baqî û ednan jê derkevin ti tehm tê de namîne êdî. ev herduk çi bikin jî dê bidin temaşekirin. yên din tevî deno ciyawaziyeke wan tuneye.



31.01.2021 23:08 | asîmanê sêwî

20. Rêzefîlmek gellek xweşe lê mixabin mijara wan gellek teng e.



01.02.2021 00:59 | kurêbavêxwe

21. diho bi fînala sezonê rêzefîlm bi dawî bû.




07.02.2021 11:34 | merwano

22. Deno di emrê xwede ji vê rêzefilmê pêştir tiştek baş nekiriye, filmê wî mîzahek xweş dihewîne, lîstikvan jî ji dil û can rola xwe dileyzin bi taybetî 'idnan favoriye û wî pîçê dibêje şewqiya vêcarê xwe aciske a ew pîç heye ew pîç.. pîçek resen û profesyonele * ji çend kêmasiyên wan yek; wekî ku gotibûn ji rola şewqiyare jinek bidîtina, êdî mîzaha mêrên bi rîh û simbêl û şalpe du balon û du pûrteqala nemaye.. ez ji serê rêzefilmê heta binî ji xeynî finalê têr bi wan keniyam, xwedê jî wan bikenîne. nesansurkirina wî jî min tiştek baş dît jiber jiyana rastî eve em hev ne xapînin û dijûnên kurdî jî mîzahek qirase dihewîne ev rastiyeke, jibû zarokan jî me gotibû jixwe mezin çêra jiwan hîndikin, zarok dema çêra dikin bêhtir şêrîn dibin, jibû mînak merivek me tornê xalê ezîz digot ez di telaqê bavê ezîz nim xalê ezîz jî digo kurê min şika were dîsa bibêje û pê dikeniya ji kena hişk dibû * .. Herwiha hêviya serkeftin û domdarbûnê bikim nekim piştî finalê.. a baş hêviya rêze fîlmên bi teşiyek din dikim seranser kurdewarî, bila meriv nebêje jiber filan fîlmê girtine... Ku herin mijaran jiber filmek jî bigrin ji skec û kurte vidyoyên resûl bafeyî bigrin berfireh bikin.. an ji mijaran pirtir mijar.. 'idnan û baqî abê dibêqey aktorên holywoodêne deno, 'hemeşa şewqiya û kulîlkê jî dibê qey lîstikvanên bolywoodêne * lê tev jî serkeftîne...



07.02.2021 23:14 | shorbevan

23. Ez jî lê temaşe dikim her çi qasî ku min di destpêkê de bi wê nêtê ne, bi qerfî dêhna xwe dabê jî:D (- Ku piştî çend beşên "Mala Minê" derketibû pêş min. Bi rastî Mala Minê ew qasî xweşa min neçûbû (kêfa min ew qasî jê re nehatibû) - hinekî ji ber kurdîyeke bi devê/bilêvkirina tirkî ku hinek lîstikvan mixabin pê ketine - bû.) Ji bo kesên ku li ser youtubê tiştan temaşe dikin, wekî alternatîfeke baş e ku bi taybetî ciwanan berhevî dora xwe dike. Wek naverok, kişandin û teknîk hwd. jî bi min wan xwe gelekî bi pêş xistiye. Li gorî beşên destpêkê meseleya ziman jî hinekî baştir bû di beşa dawî de - qet nebe ji min re wisa hat. Jê, tiştên ku di bîr û guhên min de mane ev in: "Xwe aciz meka", "Sosyal mesajan nede", "beqa avis" ....Destên wan xweş ji bo hewldayînê û bi zimanê xwe kar kirinê



08.02.2021 10:20 | elfesya

24. Flîmê cara ewul e bi kurdî ye ku layê min bi min re temaşe dike ye. Ew replîkên wan yên populer di mala me jî de populer bûye û gelekî kêfa min tîne. Her çiqas zarokên min ji gelek peyamên di filîm de fêhm nekin jî ji bo fêhm bikin ez jî ji wan re li gor fêhmê wan rawe dikim. Amator bin jî û qelsiyê wan zehf be jî ji bo gelekan wê bibe rêber û cesareteke mezin bidinê bo karîbin bi milyonan "lîke"an bistînin.

Tabî wê rexneya gelek caran ji bo bikaranîn û reseniya zimên li stranbêjan têyî kirin li lîstikvanan jî divê bê kirin. Divê bi kurdî bixwînin, haya wan ji edebiyata kurdî îlleh hebe!



08.02.2021 13:41 | hemdilaarda

25. Îşev beşa dawî ya rêzefîlma îşev ê meyze kir. Di gava meyzekirinê de tenê hevokek derket ji dev min. Ew jî ev bû:

Her bijîn.

Silav li hemî endamên komê dikim. Her hebin û her berdewamî bin. Û serkeftin ji we re dixwazim.



10.02.2021 19:24 | rûbar

26. waar tv li ser wê îşev * bi deniz ozer, erdal kaya û bi bahoz ozsunar re bernameyekê weşêne.



02.05.2021 15:30 | merwano

27. 8 gulanê sezona duyemîn destpê kir.
berî derkevê ji bo sezona duyemîn li ser malpera fongogo.comê kampanyayek dabûn destpêkirin ku ji aliyê aborî ve rewş baştir bibe.
di sezona duyemîn hin tiştên nû ku li ber çavên min ketin kadroya lîstikvan û fîgûrana pir hatiye zêdekirin. di nav lîstikvana de herî zêde kêfa min ji şikrî (şerîf polat) re hat.



10.05.2021 03:32 | merwano

28. Sezona dûyemîn ji a yekemîn xweştir xûya dike. Hêvî dikim ê wilo jî berdewam be. Lîstikvanên ko vê talîyê tevlî bûne bi şêwazekî xweş û zelal Kurmancî dipeyivin.
Ji alîyê lîstikê jî gelekî xurt in û meriv gava li wan mêze dike, xwe ji bîr dike.
Kêfa min jî zaf ji xalê şikrî re hatibû, ez dibêm li ser vê erdê Kurmancek tunnebi ko yekî wek Xalê Şikrî nas nekiribi. (bnr: kûrmê darê ne ji darê be, dar narize)


Xwedê, berî aniha min stêrika vê rêzefîlmê Xaltîka Sosê didît lê xûyaye ê di demek nêz ev bê guhertin. Îca ê Xalê şikrî bikeve dewsa wê.


Nîşe:
Heger, yek ji sazkar, lîstîkvan an jî derhênerê vê rêzefîlmê vê peyamê bixwînin, bela ji kerema xwe diranek zêr têxin devê Şikrî, bi telaq ê gelekî li wî bikevi û ê pê bibiriqîne(:



10.05.2021 04:15 ~04:18 | pîroz

29. bi sezona duyemîn gelek lîstikvanên jin tevlî kadroya xwe kirine. sedema vê jî kotaya jinan e. bila, baş e. lê mixabin heta niha jî lîstikvanên jin yên berê û yên nû, performansek baş nîşan nade. bi demê re wê baş bibin îşelleh.
ji bo sezona duyemîn li ser malperên alîkarîyê, kampanyaya alîkarîyê dabûn destpêkirin. bi qasê dizanim pereyek baş jî berhev kirin (herî kêm 250.000 tl). ya rast min jî hinekî alîkarî kiribû.
hêvî dikim û karek baş derxin holê. hêvîya min ne rêzefîlmek wek breaking bad e, bila bala gelê kurd li ser zimanê wan bigirin, heqê me lê helal e.



10.05.2021 06:05 | simurg56

30. Beşa wê ya 11em îro hat weşandin. dîsa pir keniyame* xwedê ji wan razî be.

di tiwaleta girtîgehê de hemeşayê reben dane ber kêran. hemeşa çû û çû*



22.05.2021 23:47 | mirovekirind

31. Rêzefîlma ku mîjarên wî yên kenandinê ango henekên wî gelemperî orjînal in.
Lê jiber ku kurdî ye xwemalî ye her tim temaşe dikim.



22.05.2021 23:58 | brzn

32. mala xwedê ava ku teknolojî û produksîyona ku li hemû dinya hene gihaşte me kurdan û axir êdî em jî rêzefîlmekî baş temaşe dikin.



24.05.2021 01:27 ~01:30 | hueyn

33. Heyfa pereyên ku li ser fongogoyê civandine. sezona Duyem li gorî ya ewil qet ne baş e. destûr hebe ezê hinkî dilê xwe rehet bikim.


1) dixwazin Qarakterê deno qaşo di depresyonê de be, bidin nîşan lê gava ez lê dinêrim ji depresyonê wêdetir dibêjim Qey wî bi zooorê didin lîstin. Nûans giring e heval derhêner!

2) ew lîstikvanê ku bizarê polês, gardiyan û sawciyê tirkan dike, di şûna wî de hemeşa bilîsta çêtir bû.

3) Ka ew qarektera gulan, ku dilê ednan pê re ye, derdê min profesyonelî nîne lêbelê çima wisa li qamerayê dirêne û dikene gelo? Ma qirra lîstikvanan hatiye?

4) şikrî, şikrî, şikrî! di sitcoman de qasê ko min dîye qarekterên neyînî jî qomîk in û bi vî hawî dibin sempatîk. feqet çawa şikrî dertê hema videoyê didim pêş. 10sn >>



24.05.2021 03:08 ~03:09 | asîmanê sêwî

34. Rêzefîlma di sezona duyemîn de ji aliyê senaryo ve gelekî qels dimîne. Carna mirov fahm nake ka çi bûye qala çi dikin , xêr e ? Behsa listîkvaniyê nakim jixwe ji destpêkê ve dibêjin em ne profesyonel in û me texmîn nedikir em vî karî bidomînin. Bi zorê çend lîstikvanên jin dîtine her çiqas li ber ekranê nehelînin jî ev tiştekî baş e.


Ew sahneyên Ednan yê qûrsê çiye haho temam qomediye lê ne hewceye ev qasî dûrî mantiqê be. Ser de jî Ednanê li ber dilê me şêrîn kirine dizê kuçan nizanim çi hewce bû.



24.05.2021 10:06 | biaqila malê

35. bianet kurdî bi ekîba îşevê re hevpeyvînek kiriye:




Here lînkê



24.05.2021 13:53 | merwano

37. rêzefîlma ku ev îro çend rojekî ji ber sehneyeke wê ji aliyê çend kêsên bê hiş tê lînç kirin. lîstikvanê wê wek sîxûra têne pênasekirin û hwd..
Here lînkê



31.05.2021 21:08 | merwano

38. rêzefîlma ku nesîbê xwe ji ehmeqan standiye. ji bo xwedê bê ji kû derê çi derxistine van bêaqilan. ji sibe heta evarî li twitterê pey tişta ne ku xwe bikin mexdûr. hêvî dikim lîstikvanên rêzefîlmê guh nedine wan.



31.05.2021 22:09 | hueyn

39. bûye hedefa hevalên pirr demokrat, çepgir, xweragir, entelektuel, azad û serbest!
demekî, gelek komedyenên tirk bi henek û tinazên xwe desthilatdariyê rexne kirin. piştî ku akp bi hêz bû êdî kesî nediwêrî ji hikûmetê re bêje kirt!
hem çepgir û mixalifên tirk hem jî yên kurd heya êvarî lîstîkvan, komedyen û hunermendan rexne dikin û dibêjin hûn ji tirsa qûna xwe newêrîn akpyê rexne bikin!
îcar em dibînin ku kurdên çepgir, komunîst, xwezaperest û nizaçikperest dema bibin desthilatdar dê çi bînin serê însanan.

ev zîhniyet siberoj eger li kurdistanê bibe desthilatdar bi şeref rewşa kurdan dê ji rewşa rûs, kamboçyayî û çînîyîyên ku di bin pergala komunîzmê de bi salan dinaliyan jî xirabtir be.
dema wesn û pesn be; li çepikan didin, dema mîzah be an rexneyeke pirr piçûk be; demildest bi xayîniyê sucdar û tawanbar dikin û diricimînin.

çawa kemalîstên nijadperest û misilmanên akpyî ji bo wan kesên ku ne alîgirên wan in bi tohmeta xayîniyê li wan tên xezebê, kurdên me yên 'heval' jî wisa ne mixabin. divê tu ji serê şefeqê heya nivê şevê pesnê wan bidî.



01.06.2021 11:58 ~11:59 | ferhenga şikestî

40. îca tam bûye texlîdeke leyla ile mecnun. di şûna erdal beqalê de dikana hemeşavê danîne. îşev/130061



27.06.2021 14:56 | ezcan

41. Demsala sêyemîn dest pê kir.
stran pir xweş e law *




29.04.2023 12:41 ~12:49 | horhorik

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» îşev giran e

Kategoriyên mijarê:: komikvidyo komik komikvidyo komik komikvidyo komik kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî