Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 10 peyam
emê gozê - tirşik
emê gozê
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. *Emê gozê ji eşîra elîkane û endamê berê remoyan e. Gozê navê dêya wî ye. Serokê eşîra "hesenê ozman" e. Eşîra hikim li ser devera xerzan dike, bi karê ajalan ve mijûl e. Emê gozê, endamek ji vê eşîrê ye ku xort û egîdek bêpayan e.

Li "çemê bêdlîs"ê, bi carekê êrîş biriye ser leşkerê osmaniyan û tiştên ku bi dest xistine(çek, pere, xwarin) xenîmet hesibandiye û ji leşkeran jî hin mirine hin jî êsîr girtine. Navê emê gozê li hemû deverê belav bûye lê bes pismamê wî sîmê ozman ku emê gozê diheside, dema dibihîse dewlet li hemberê emê gozê li piştgiriyekê digere xwe dide aliyê dewletê û xayîntiyê li eşîra xwe dike.

Di nava bûyerên dîrokî de, ku bi vegotinên dengbêjan gihaye heta roja îro, ya herî bi êş şerê di navbera bişarê çeto û emê gozê de hatiye holê ye. Ev şera bi awayek destanî gihaye vê rojê. Di encamê de, emê gozê yê ku li hemberî bişarê çeto ber xwe daye ji aliyê hêzên leşkerî yê bişare çeto ve hatiye kuştin. Dijberiyên di nava eşîran û şerê meydanan bi qasê ku trajîk e ewqas jî divê jê ders were girtin.

Dêya emê gozê ji bo kurê xwe dengbêjek weha gotiye:
"...Gozê dibê: bila tirsa te tune be ji eskerê dewletê kurê xelkê ye. Gava xwîn bikeve erdê, terqîn bikeve tivingê, bira li bira nabe xweyî ye. Bila tirsa te tune be ji eskerê eliyê ûnis qewmê çiyê ye. Bila tirsa te tune be ji her sê zarê çeto yek bişar e, yek jê cemîl e, yek jî gênco ye. Yek jî jê re dibêjin mihemedê derwêş babê şemsedîn peyayê keşkaniyê kekê meysê ye bila tirsa te tune be ji emînê ehmed lawê perîxanê, çavê wî li talane ku were lihêf û dewşekê ji xwe re bibe birevîne. Bila tirsa te hebe ji sîmê ozman malikşewitî, pismamê xayîn e, bi kozik û deverê me dizane..."
*ji malpera "bitlisname.com" hate wergêrandin.


Denbêja ku herî tê zanîn:






Dengbêja derheqê şerê di navbera bişarê çeto û emê gozê:





08.11.2020 20:27 ~2020.11.09 00:34 | rizgarm

dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» emê gozê

Kategoriyên mijarê:: muzikstrn jiyan tekili cand dirok yendin muzikstrn jiyan tekili cand dirok yendin muzikstrn jiyan tekili cand dirok yendin kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî