Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 11 peyam
tdv islâm ansiklopedisi - tirşik
tdv islâm ansiklopedisi
(2) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. ansîklopediya îslamî ya TDVyê. ansîklopediya ku ji aliyê wezareta karên dînî ya tirkiyeyê ve hatiye/tê weşandin. salên çûyî hatibû ragihandin ku dê gotara kurd jî bê tevlîkirin û demeke kin hatibû weşandin an jî di mecrayên din hatibû parvekirin lê heta meha çûyî jî di malpera wê de tunebû, hişyarî dida ku di asta amadekirinê de ye. do hûn ê bibêjin çi eleqa lê ji bo mitraîzmê têketim vê malperê û li referansan neriyam ku tew madeya kurd hatiye weşandin, di heman binê rûpela lêgerînê. (di vê navberê de peyva mîtraîzm di van gotaran de derbas dibe: ateş, guneş, muneccime, noel, yezidiyye[êzidîtî], kurtler[kurd])

li binê gotarê de agahdariyeke wiha heye: "Ev beşa gotarê ji hêla ansîklopediya îslamî ya TDVyê ve di sala 2019an de (çapa 3an ya revîzekirî) di berga EK-2yê, rûpelên 138-142an de hatiye weşandin. Ev beş herî dawî di 21.09.2020 de hatiye jinûvekirin."

ji bo weşandina vê gotarê li ser serhêlê, çima hewqas dereng mane, nizanim lê belê ev gotar lênerîneke giştî dide xwîneran. helbet di hinin xalan de ji bo kurdên kurdewar vegotinên kêm an jî gelemperîkirî hene lê belê bi giştî ez dikarim bibêjim, tevgerên nivîskaran hema hema objektîf in. gotar li bin çar binbeşê hatiye parvekirin: I. dîrok, II. dîn, III. ziman û wêje, IV. jiyana civakî û çand. nivîskarên vê gotarê ev in: MEHMET AKBAŞ, İBRAHİM ÖZCOŞAR, SERDAR YILDIRIM, HAYREDDİN KIZIL, İLHAN BARAN, DOĞAN KAPLAN, METİN BOZAN, abdurrahman adak, SITKI KARADENİZ.

di heman demê de gotara zaza jî hatiye weşandin. ew jî ji aliyê MURAT ALANOĞLU ve hatiye nivîsandin lê min hîn nexwendiye. ez naxwazim teoriyên komployê bo vê binivîsînim ji ber ku di heman ansîklopediyê de mîsal gotara turk heye, bi ser de gotarên oguzlar, turkmenler, tatarlar hwd. jî hene. Ji ber wê min pir xwest li ser goranan û luran hwd jî gotar bixwînim.

ya ku dixwazim bipirsim, çima gotara ser tirkan û ya ereban bi yekjimarî "turk" û "arap" hatiye binavkirin lê gotara kurdan bi pirjimarî "kurtler" e? di heman demê de gotarên ser suryanî û kildanî jî pirjimar in: suyaniler, keldaniler. gotareke ser ermeniyan tune ye, lê belê gotareke bi navê "rum" heye. lê ev gotar yekser ne qala yewnaniyan e, bi maneya xwe ya dîroka îslamê hatiye sêwirandin û vegotin. heman tişt hema hema ji bo gotarên "acem" û "fars" jî derbasdar e lê ev du gotarên dawî pir kin in, şîfaî ne, di gotara "iran"ê de dûr û dirêj qala wan dikin.

li aliyê din di hinin gotaran de tê dîtin ku di pênaseya gotarên ser kesayetên kurdan de welatîbûna wan ên nûjen bingeh girtine. yanî bi ya vê ansîklopediyê: "MEHMED EMİN ZEKÎ BEY, PÎREMERD" iraqî ne, "MÂH ŞEREF HAN, HEJÂR" îranî ne. lê aliyê din gotarin wiha hene: "HACI KĀDİR-i KÛYÎ" "pêşengê neteweperestiyên kurd, helbestvan" e, "Abdullah goran" "yek ji pêşengên helbesta kurdî" ye, "BÂYEZÎDÎ, Molla Mahmud" jî "zaneyekî li ser ...folklorê xebitiye" an jî "MÛKRİYÂNÎ" "...yek ji navên pêşeng ên çapa Kurdî"

gotara kurd: Here lînkê



09.11.2020 14:09 ~2020.11.10 00:07 | biruya hayao miyazaki

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» tdv islâm ansiklopedisi

Kategoriyên mijarê:: dirok oldin dirok oldin dirok oldin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî