Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


15 mijar û 15 peyam
the pianist - tirşik

Pîyanîstekî cihû, di şerê 2.yê cîhanê de, ji zilma nazî'yan direve û li ber jiyana xwe dide....
(3 şîrove)
the pianist
(10) (0) (3)
di mijarê de bigere

1. Fîlma ku qala piştî êrîşa Almana li ser cihûyan dike bêkar mayîna piyanîstê bi navê Szpilman û êşên ku dikşîne dike. Ev fîlm Êşên cihûyan tîne ber çavên mirovan. Lê dema kurdek vê fîlmê temaşe bike wê bibîne ku ev tiştên ku hatine ser cihûyan her roj tên ser kurdan jî.
Ji zêdetir Fîlmek muzîkal û dîrokî ye. hêjayî temaşe kirinê ye.

Film ji aliyê min ve hat wergerandin û li benda weşanê ye. Jê nemînin, temaşe bikin û şîroveyên xwe li bin vê mijarê parve bikin.


derbarê fîlmê de:

Derhêner: Roman Polański, Robert Benmussa, Alain Sarde

Lîstikvanên sereke Adrien Brody, Thomas Kretschmann

Muzîk: Wojciech Kilar

Sazk Hervé de Luze

Belavker: Focus Features, StudioCanal

Cure: Biyografî, Dram, şer, muzîkal

Sal: 2002

Dirêjahî: 150 xulek

Welat: îngilîstan, Almanya, Fransa, Polonya

Ziman: îngilîzî, almanî

Pereyê ji re hatiye xerc kirin: ~US$35 mîlyon

Pereyê ji hatiye qezenc kirin: US$120,1 mîlyon



2020.11.25-23:10 | yûsiv

2. Qala komkujiya Cihûyên ku li Polonyayê dijîn dike
(bnr: holocaust)
(bnr: holokost)



2020.11.26-10:11 ~10:15]| merwano

3. fîlma ku êdî bi kurdî dikare were temaşekirin.
fîlm wek xebatek ya koma wergera fîlman ya tirşikê ji alîyê yûsiv ve, li kurdî hat wergerandin.

hûn dikarin binnivîsa kurdî ji rûpela fîlmê daxînin: Here lînkê
ji bo daxistina fîlmê, lînka torrentê: Here lînkê










têbinî-1: temaşekirina fîlman bi binnivîsa kurdî/118142









têbinî-2: Eger xwendina binnivîsên kurdî ji we re zehmet be, hûn dikarin leza fîlmê jî kêm bikin. Ji bo vê yekê bernameya (stur:smplayer)ê daxin û saz bikin. (jixwe di mijara bernameyê de gelek agahî û kurdîkirina wê heye: (bnr:smplayer)) ji eyarên wê zimanê wê bikin kurdî. ji bo kêmkirina leza fîlmê ji menûyan bikevin bilîze>lez û ji vir weke mînak lezê %10 kêm bikin.



2020.11.28-15:31 | simurg56

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (Yên Din..)
propogandaya rojava [2]
Giraniya xwe daye ser hişmendiyên "biratiya gelan" û " ...
radyoya êrîvanê [2]
Radyoya ku heya ji stewra mêrdînê jî dihat guhdarkirin e. Li gor gotin...
arşîva radyoya erîvanê [1]
arşîvekê ku ji 1150 kilaman pêk tê û ji aliyê cewad merwanî ve hatiye ...
îro show [1]
ger pêşkêşvan warê cûda kirin, mirov zehf aciz dike...
tirşikvanên 16 salî [2]
Kesên divê bên pîrozkirin in. Di vî temenê biçûk de ew hişmendî ne tiş...
belki ev jî bala te bikişînin
» the dreamers

Kategoriyên mijarê:: sinemaflm sinemaflm sinemaflm
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî