Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    11 mijar û 13 peyam
    peyamên çeppikkirî yên di vê mijarê de; botan international
    peyamên çepikkirî

    1. Sîrketa ku ji bo çand,wêje, ziman û medyaya kurdî hatiya saz kirin.
    Bi piranî ji rojnamegeran pêk tê. Her wiha ceo'yê wê jî murat bayram e.
    Navenda saziyê li Amed û Şirnexê ye.
    (Ji bo ku malbera wan bi inglîzî ye, bi saya wergerê min ev tişt fêhm kir :/ )

    Her wiha bnr:
    Here lînkê



    2020.12.02-12:08 ~12:09]| merwano

    2. Saziya ku ji bo standardkirina zimanê kurdî di warê çapemeniyê de hatiye avakirin. Dixwazin zimanê ragihandinê yê rojnameyên kurdî yên dîjîtal ji hişmendiya xwerû wergerên (chicken translation) ji tirkî xelas bikin û rojnamevanên kurd ên ciwan li ser nûçegihaniya kurdî û di standardên navneteweyî de perwerde bikin.

    Bi min, tevger û hewldaneke di cih de ye. Dema nûçeyên hinek malperan dixwînim dilê min tevlihev dibe. Sekna wan malperan ferq nake, ji anfyê, bianetê heta rûdawê, tev nûçeyên xwe ji malperên tirkî bi şêweya nûçegihaniya rojnamevanên tirk werdigerînin bo kurdî. Yanî rojnamevan an jî nûçegihaniya kurdan xwedî standardekê netewî nîn e.

    Lewma murat bayram û hinek rojnamevanên hêja yên wek hatice kamer, ali duran topuz, ömer faruk baran, ferid demirel û mahmud bozarslan, yên ku di rojnameyên mezin ên wek bbc, reuter, voa û hwd de dixebitin, dixwazin bi atolyeyan û bi xebatên akademîk standartek ava bikin û rojnamevanên Kurd perwerde bikin



    2020.12.02-13:54 | xelîl

    3. Kifş e dê xebatên baş bikin. Serkeftin ji wan re.



    2020.12.02-14:17 | qurreder