Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
mastodon - tirşik
mastodon
(6) (0) (6)
di mijarê de bigere

1. Malperekî mikroblogê. Mero dikare bêje klona twitterê ye lê belê ji gelek aliya j'twitterê cudatir e. Mastodon bêrî her tiştî azad û bênavendkirî ye. Li ser Fediverseê dişûxile. Bi rastî jî xwedî, şirîk, şîrket felan bevana Mastodonê nîn e. Her kes û her tişt azad e. Her kes dikare koda mastodonê bistêne û malpera xwe çê bike.

(bnr: fediverse)



02.12.2020 17:06 | hueyn

2. mîkrobloga ku li ser bênavendîtî û federatîfiyê avabûye. meqseda hebûna wan şikênandina midaheleyên mezin ên şîrketên bazirganiyê ye, bi xisûsî ya twitterê. îro herkes dizane -bi saya pirsgirêka whatsappê-, xwediyên sepan û malperên mezin yanî şîrketên bazirganiyê bi agahiyên mezin ên ku bi darê zorê yan jî bi daxwazî ji bikarhênerên xwe hev didin, desthilardarî li ser mehremiyetên wan/bikarhêneran/mirovan dikin. hemû agahî li navendekê tên parastin û xebitandin. ev jî minaqeşeya pênase û naverokên azadiyê û ehlaqê vedike. mastodon pûta navendiyê dişikênîne û azadiya temsîlê dide bikarhêneran. kî bixwaze ew dikare client/rajegir*ên xwe ava bike ku rajegirên medyayên mezin ên civakî hemû milk in, xwediyên wan hene û girtî ne. bi saya xizmetên mastodonê bikarhêner dikare tevlî rajegirên azad bibe ya/yên ku ew dixwaze. ev azadiya hilbijartina polîtîka û rêzikan jî dide bikarhêneran; her rajegir xwediyên polîtîka û rêzikên xwe ne. lê bikarhêner li kîjan rajegirê qeydkirî be, ferq nake, dikare bikarhênerên rajegirên din bişopîne, bi wan re têkeve têkiliyê û derûdora xwe berfireh bike. federatîfî di vê noqteyê de giringiya xwe tîne pêşiya mirovan.

me got masto mixalefeta twitterê dike. lê tu mastoyê bi kar bînî jî dikarî li twitterê dewam bikî. tenê divê tu di crossposter-ê de hesabên xwe li hev binî. ez bi xwe ev sê sal in, di rajegirekê esperantoyê de me û erê, av germ e, de tu jî were..)

(bnr: rajekar & rajegir)



18.05.2021 12:01 ~12:01 | biruya hayao miyazaki

3. nûçeyekî super e ku zaningeha twente ya hollandê jî serverekî ji xwe re taybet ava kiriye û li avahiyên xwe afîşa mastodonê daliqandiye.

Here lînkê



17.06.2021 02:15 | hueyn

4. Cîhekî pir xweş e. Wekî twîtterê kewn e, çend meh berê xwe ra ajimêrekî vekir û hinek hundirê vê vekoland :b tesadufî rast hatim dît ku meriv dikare ji wur ziman zêde bike. Soranî %89 hatibû zêde kirin, kurmancî jî tevlê dibe.



30.08.2021 00:35 ~00:33 | edd

5. piştî elon musk twitter kirrî di nav rojekê de 30hezar bikarhênerên nû tevlî mastodonê bûne. hejmarekê qerase ye bo vê platforma bêreklam. Here lînkê



02.05.2022 17:59 | biruya hayao miyazaki

6. hinek xeletiyên rêzimanî tê de hebe jî navrûya malperê bi tevahî hatiye kurmancîkirin. (her wiha ya soranî jî hatiye wergerandin lê min venekoland ka di çi astê de ye.) kê kiribe xwedê jê razî be. jbk geroka min a sermaseyê ya vivaldi kurmancî ye, dema ketim Here lînkê rasterast bi kurmancî ket dîmendera min û pir pir kêfxweş bûm, nikarim vebêjim.

Here lînkê

her wiha jbk di sazkariyên min ên geroka androidê de zimanê min ên xuyanga malperan wekî kurmancî hate sazkirin di wê de jî wekî kurdî tê pêşkêşkirin.

Here lînkê
Here lînkê

lê heman tişt bo firefoxa android ne derbasdar e. wekî tê zanîn navrûya wê ya android kurdî ye. lê dema tu têdikevî ya tirkî tê ber me. min li sazkariyê neriya, mixabin tê de hilbijartina zimanên navrûya malperan tune ye, yan jî min nedît. her wiha, di nîsana çûyî de **asoxî** malpera mastodon sepana xwe ya fermî weşand û zûka ketim f-droid. lê tê de tunebû. hêviya min di qirika min de ma. lê ji ber meraqa zimanê navrûya wê, ez ketim google playê û min daxist. mixabin, di sepana fermî de sazkariyên ziman tune ye, rasterast zimanê telefonê digire (min lê neneriya, feqet texmîn dikim wegera androidê jî hatiye kirin lê mîna vivaldiyê, ji ber ku di androidê de zimanê kurdî tune ye, xebata wergerî bêwate dibe -piranî). hêviyekê din a şikestî. li vir giringiya kurdîkirina android derdikeve pêş. û helbet divê kurd sazkariyên xwe jî bi ya kurdî bikin da ku karibin malperên bi kurdî bibînin. (mîsal min bi vê riyê dît ku canva jî kurdî ye. [kurdiya canvayê pir xerab e, berate ye adfasfgsdh])

li vir bikarhênerên nû dikarin ji xwe re rajekarekê hilbijêre û xwe li ser mastoyê tomar bike.Here lînkê



29.05.2022 13:54 ~14:29 | biruya hayao miyazaki

7. bi xebata hêjayan, navrûya malperê jî hema bi kurdî ye, çavek pêxin Here lînkê



25.09.2022 10:32 | biruya hayao miyazaki

8. min di gulana çûyî de bi xeletî gotiye elon muskî ew kirriye lê belê kirrîna rastî çend wext berê pêk hat. "Di 11 mijdarê (2022) de, hejmara bikarhênerên nû yên mastodonê bi ya hefteya borî qasî 700,000 hatiye ragihandin." Her wiha di 28ê Cotmehê de 5.65 mîlyon bikarhêner hebûye û piştî 12ê mijdarê bi tevahî 6.63 mîlyon. ferqekê gelek mezin e.

û ev nîv salek zêdetir e bi kurdî ye jî. mastodon/139721



14.11.2022 23:03 ~23:08 | biruya hayao miyazaki

9. (bnr: vivaldi social)
(bnr: instance)

platformek mîna wê tê birêxistin:
(bnr: pixelfeld)



17.11.2022 18:38 ~20:02 | biruya hayao miyazaki

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» mastodon

Kategoriyên mijarê:: malper teknoloji malper teknoloji malper teknoloji
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî