1. Nivîskarek nû yê tirşikê ye. Bi ezm û şewq dinivîse. Bawerim dê gelek xêra wî bigihêje tirşikê û dê nivîsên hêja li tirşikê bar bike. Nivîs û rastnivîsa wî baş e. Min ew potansiyel pê re dît. Hatina wî bi xêr e. Hêvî berdewam be. |
|
03.12.2020 00:13 |
tîrêj zana 21
![]() |
2. WAN Rojan tirsik.net bi xêra wî zindî bûye. Xêr hatiye civata tirşikê. |
|
06.12.2020 17:21 |
kajav
![]() |
3. nivîskarê go bi gotinên tirşikvanan kêfxweş e. hêvì dikim ferhenga tirşikê hê bêhtir bibe zindî û xwendin û nivîsandina kurdî were asteke zahf bilind. |
|
06.12.2020 17:48 |
hueyn
![]() |
4. Tirşikvanekî gelekî çalak e, bi xêr hatiye, ji qewla soranan: bi ser çawan. Lê ez nicka wî meraq dikim çima hueyn. Gelo xwestiye Huseyn binivîse??? |
|
06.12.2020 17:53 |
xabûrî
![]() |
5. nivîskarê go nicka wî ji navê huseyn tê ye. lê çima hueyn e, bera ew veşartî bimîne. ji tirşikvana jî ti tişt naye hilandin, helal be walla. |
|
06.12.2020 18:00 |
hueyn
![]() |
6. Bi xêr hatiye. Li van roja gelek çalak û xweş dinivîse. Tirşik bi wî geş û xweş bûye. Gelemperî mijarên têkildarê nivîsbarî û înternetê vedike. Tiştên ku dinivîse bala min dikşîne. Hêvî dikim her berdewam be û Nivîsên xwe li vir parve bike. |
|
06.12.2020 18:06 |
yûsiv
![]() |
7. wek robotên boston dynamicsê ye maşelleh. mijarên resen vedike, baldarî dişopînim. |
|
12.12.2020 22:16 |
simurg56
![]() |
8. nivîskarê go dibê her tişt ji bo xatirê kurdî. |
|
12.12.2020 22:19 |
hueyn
![]() |
9. Tirşikvanê ku wek hespê pêşbaziyê bi çargavkî xwe berdaye deşta Tirşikê û ala tirşikê di destê wî de. |
|
12.12.2020 23:15 |
merwano
![]() |
10. qasî min dît, ji godarkirina rapê hez dike, bi mijarên înternetê têkildar e û nisêbînî ye yan jî li nisêbînê dijî (yan jî dibe ku ne yek jî * ). van rojan maşele mijar ser mijaran vedike, mala wî ava. mijarên vedike bi gelemperî derbarê înternetê ye ku kurdî herî pir di vî warî de paş maye û divê pêş bikeve. di tirşikê de jî mijarên wisa kêm in, bi saya vî nivîskarî zêde dibin. hêvîdar im dewam bike, bi xêr hatiye. |
|
15.12.2020 18:53 |
keyomerd
![]() |
11. Min digot serafek tune ji min fehmbike lê ev welatparêzê hêja serafe, zane ez zêrê 24 eyar û zêrê sipîme * |
|
10.02.2021 22:42 |
shorbevan
![]() |
12. tirşikvanê ku xwedê dizane bi kîjan çolê ketiye, dema nû dest pê kiribû, xweş dinivîsand, li benda peyamên wî yê nû ne * |
|
07.04.2021 16:42 |
merwano
![]() |
13. tirşikvanek jêhatî û jîr e. hueyn/128616 van gotinê min vala dernexist û bo tirşikê gelek xebitî. piştî vebûna malpera aqilmendkurd.com nivîsên wî roj bi roj kêm bû. ta ku qet neman. gavek berê min serîkî li malpera aqilmend da û min dîte ku li wê malperê bûye moderator. ez wî pîroz dikim ji ber serkeftina wî û hêvî dikim destê xwe temamî ji tirşikê qut neke. siheta wî xweş be! |
|
20.04.2021 12:21 |
tîrêj zana 21
![]() |
14. tirşivanê ku bawerim ji malpera aqilmendkurd.comê aciz bûye û vegeriyaye tirsik.net ê * |
|
08.05.2021 21:54 |
merwano
![]() |
15. Tirşikvana ku ji behsa liga tirkiyeyê aciz bûye, liga tirkan ra gotiye faşist û derbarê futbola kurdan de 5 hev peyam nîvîsîye. relax heval, tu a niha welata me rizgar kir û niha bûyî qehreman. |
|
15.05.2021 22:24 |
heval.js
![]() |
16. Nivîskarê ku qet peyamdanka xwe nanere. Heval, peyama biner |
|
22.07.2021 17:14 |
pîroz
![]() |
17. (bnr: heval meke) |
|
22.07.2021 17:47 |
heval.js
![]() |
18. Nivîskarê ku îro bûye sedema xêrek mezin. Bi xêra wî îro çûkek ji derdê xwe rizgar bû û ew çêçikên wî sêwî nema. Hevalka wî tenê nema. |
|
22.07.2021 18:49 ~19:07 |
pîroz
![]() |
![]() |
pirtûkên ku nivîskarên tirşikê vêga dixwînin [1] |
![]() |
cejna vejînê [1] |
![]() |
kolaya zer [1] |
![]() |
roja mamosteyan [1] |
![]() |
gulêê [1] |