Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 10 peyam
hueyn - tirşik
hueyn
(17) (10) (1)
di mijarê de bigere

1. Nivîskarek nû yê tirşikê ye. Bi ezm û şewq dinivîse. Bawerim dê gelek xêra wî bigihêje tirşikê û dê nivîsên hêja li tirşikê bar bike. Nivîs û rastnivîsa wî baş e. Min ew potansiyel pê re dît. Hatina wî bi xêr e. Hêvî berdewam be.



03.12.2020 00:13 | tîrêj zana 21

2. WAN Rojan tirsik.net bi xêra wî zindî bûye. Xêr hatiye civata tirşikê.



06.12.2020 17:21 | kajav

3. nivîskarê go bi gotinên tirşikvanan kêfxweş e. hêvì dikim ferhenga tirşikê hê bêhtir bibe zindî û xwendin û nivîsandina kurdî were asteke zahf bilind.



06.12.2020 17:48 | hueyn

4. Tirşikvanekî gelekî çalak e, bi xêr hatiye, ji qewla soranan: bi ser çawan. Lê ez nicka wî meraq dikim çima hueyn. Gelo xwestiye Huseyn binivîse???



06.12.2020 17:53 | xabûrî

5. nivîskarê go nicka wî ji navê huseyn tê ye. lê çima hueyn e, bera ew veşartî bimîne. ji tirşikvana jî ti tişt naye hilandin, helal be walla.



06.12.2020 18:00 | hueyn

6. Bi xêr hatiye. Li van roja gelek çalak û xweş dinivîse. Tirşik bi wî geş û xweş bûye. Gelemperî mijarên têkildarê nivîsbarî û înternetê vedike. Tiştên ku dinivîse bala min dikşîne. Hêvî dikim her berdewam be û Nivîsên xwe li vir parve bike.



06.12.2020 18:06 | yûsiv

7. wek robotên boston dynamicsê ye maşelleh. mijarên resen vedike, baldarî dişopînim.



12.12.2020 22:16 | simurg56

8. nivîskarê go dibê her tişt ji bo xatirê kurdî.



12.12.2020 22:19 | hueyn

9. Tirşikvanê ku wek hespê pêşbaziyê bi çargavkî xwe berdaye deşta Tirşikê û ala tirşikê di destê wî de.
Bi xêr hatiye *



12.12.2020 23:15 | merwano

10. qasî min dît, ji godarkirina rapê hez dike, bi mijarên înternetê têkildar e û nisêbînî ye yan jî li nisêbînê dijî (yan jî dibe ku ne yek jî * ). van rojan maşele mijar ser mijaran vedike, mala wî ava. mijarên vedike bi gelemperî derbarê înternetê ye ku kurdî herî pir di vî warî de paş maye û divê pêş bikeve. di tirşikê de jî mijarên wisa kêm in, bi saya vî nivîskarî zêde dibin. hêvîdar im dewam bike, bi xêr hatiye.



15.12.2020 18:53 | keyomerd

11. Min digot serafek tune ji min fehmbike lê ev welatparêzê hêja serafe, zane ez zêrê 24 eyar û zêrê sipîme *
shorbevan/130882

Nivîskarek çalake jibû kurda û kurdî dixwaze xebat bike û dike jî.. xwedê emrê wî dirêj bike û wî ji pişta me kêm neke, bixêrhatiye..



10.02.2021 22:42 | shorbevan

12. tirşikvanê ku xwedê dizane bi kîjan çolê ketiye, dema nû dest pê kiribû, xweş dinivîsand, li benda peyamên wî yê nû ne *



07.04.2021 16:42 | merwano

13. tirşikvanek jêhatî û jîr e. hueyn/128616 van gotinê min vala dernexist û bo tirşikê gelek xebitî. piştî vebûna malpera aqilmendkurd.com nivîsên wî roj bi roj kêm bû. ta ku qet neman. gavek berê min serîkî li malpera aqilmend da û min dîte ku li wê malperê bûye moderator. ez wî pîroz dikim ji ber serkeftina wî û hêvî dikim destê xwe temamî ji tirşikê qut neke. siheta wî xweş be!



20.04.2021 12:21 | tîrêj zana 21

14. tirşivanê ku bawerim ji malpera aqilmendkurd.comê aciz bûye û vegeriyaye tirsik.net ê *

me beriya nivîsên wî yê ku di serî de dinivîsand kiriye



08.05.2021 21:54 | merwano

15. Tirşikvana ku ji behsa liga tirkiyeyê aciz bûye, liga tirkan ra gotiye faşist û derbarê futbola kurdan de 5 hev peyam nîvîsîye. relax heval, tu a niha welata me rizgar kir û niha bûyî qehreman.



15.05.2021 22:24 | heval.js

16. Nivîskarê ku qet peyamdanka xwe nanere.

Heval, peyama biner



22.07.2021 17:14 | pîroz

17. (bnr: heval meke)



22.07.2021 17:47 | heval.js

18. Nivîskarê ku îro bûye sedema xêrek mezin. Bi xêra wî îro çûkek ji derdê xwe rizgar bû û ew çêçikên wî sêwî nema. Hevalka wî tenê nema.
Wek ku nivîskarê hêja min li ber zepkirina çûka xist, min yekser wî kevokî girt û mûyê ku li nav nigkê wî gerîya bû jê kir. Lê mala min şewîtyo, hengî nigê wî werimîbû wilo sor dikir. Û şewatek, heraretek li ser wî nigî hebû, hama ya star! Axirê, paşê min nigê wî bi alkolê re mesihand, dûra melhemekê tê da û hepkî qeşa danî ser ku nepixa nigê wî dakeve. Lê, camêr hengî xwe aciz kir, nehedinî, min ew danî ber çêçikên wî (bnr: kezeba bava)
Nîşe:
Heval hueyn, mala te hezar carî ava û Xwedê qencîya te binivîse. Xwedê te bistirîne. Ji meriv û xwedîyên te re bihêle.

[spoiler: Dîya min navê wî kir Rênçber)

Here lînkê

(bnr: zep kirina kevokan)



22.07.2021 18:49 ~19:07 | pîroz

dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» hueyn

Kategoriyên mijarê:: tirsik tirsik tirsik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî