1. peyvekê torîkî ye. Ez ecêb mam hê ti kes ve mijarê nevekiriye. Li ba me hema bêje her tim ji zivistan ra dibên jivistan. Ew tîpa z ji bo çi vediguhere j nizam lê belê gelek kefa min ji vê peyvê re tê. |
|
2020.12.04-00:21 ~00:22]|
hueyn
![]() |
2. di navbera kurdî û farsî de z'ya farsî di kurmancî de dibe j. lê min di hundirê kurdî de guherîneke wisa hîç nedîtibû. tiştekî gelek balkêş e. |
|
2020.12.04-08:32 |
keyomerd
![]() |
3. Li çend deverên diyarbekirê, di şûna jî de dibêjin zî. Lê bes ev guherîn di nav herêmên kurmanc û zaza de heye. zî jixwe di zazakî de li kar e. |
|
2020.12.04-11:18 ~11:21]|
tizbîkêş
![]() |
4. Hevalê hueyn gotî peyvek Torîkî ye lê ez nû dibihîsim |
|
2020.12.04-13:52 |
demsal
![]() |
5. Gava ez hîn bûm ku kurd bi piranî peyva jivistanê wek zivistan bilêv dikin behitî ma bûm. |
|
2020.12.04-19:58 ~20:02]|
bilbilê dilkul
![]() |
![]() |
edîtorên tirşikê li gorî çi hatine hilbijartin? [3] |
![]() |
xwe guhertin [1] |
![]() |
edîtorên tirşikê li gorî çi hatine hilbijartin? [3] |
![]() |
edîtorên tirşikê li gorî çi hatine hilbijartin? [2] |
![]() |
kovara pîjok [1] |