Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


16 mijar û 25 peyam
li kercewsê tecawizkirina zarokek 15 salî - tirşik
li kercewsê tecawizkirina zarokek 15 salî

Navê mijarê ya ewil ev bû:li gercowsê tecawizkirina zarokek 15 salî
(19) (3) (3)
di mijarê de bigere

1. Li gorî nûçeyên li ser twitterê li batmanê zarokek 15 salî ji aliyê 27 kesan va hatiye tecawizkirin. Hemû gişan korîcî û leşker in. Aniha li ser vê nûçeyê qedexeya weşanê danîne û rewşa dawî ne eşkere ye. ji hêrsa xwe nizanim çi bêjim ev çend cara ye li bakur tiştê wilo genî û pîs diqewime, xwedê va sebava nehêle.

sererast: li wanê komek civîye û li ser vê bûyerê daxuyaniyek dane. Qedexeya weşanê hê jî didome.



07.12.2020 00:08 ~2020.12.08 01:18 | hueyn

2. Dîsa bi çavên tijî van nûçeyan dişopînim. Hêvî ji tuneye ku ev kes werin binçav kirin jî. Êdî kurd bûne leyîstokên hev û tirkan. Rewş gelek xirab e. Her çiqas bûbe tt jî wê ev nûçe di nav 3 rojan de were jibîr kirin. Û ew kes neyên binçavkirin ji ser de di kolanan de ev kes bi me re bimeşin. Off. Off.



07.12.2020 09:51 | yûsiv

3. sînorê dînbunê da me. çima jiyana zarokên kurd ewqas erzan e? çima em nikarin tu tiştê bikin? li kuye dê û bavê wan keçikan?



07.12.2020 11:55 | lonw karda

4. Tev ji riyê akp hdp pkk feminîst.. ê ev bûyerên wiha bê ehlaqî diqewimin, ka bisin lînc nekin ez pêşî biteqim paşê hûn biçirin, ez meseleyê nizanim lê min tiştê li derdora xwe dîtiye li ser wî bibêjim, dibêjin bira jin azad be, jin jî di diya xweyê xwene nizane azad bibe derpî dike bayrak digere ev ji bû tevekê jina ne derbasdare hinek bi aqil zanin azadî çiye çidikin wê çewabikin lê gelek ehmek jiwan hene şitrê qey êdî azadî xwe tazîkirine bixwazin bi kîre rabin rûnên wê rûnên..serbest û azadin azadiyê şaş fehmkirine lê ev keçika em behsdikin qîze ji qîzê jî wêde zarokeke hişê wê li serê tûtikanbûye.. malbat biwan nikare çewa bikin wê rê kî jixwere bibînin.. yek dirêde here çav liwan bişkêne bibêje ez ji te hez dikim ew jî dibêjin minda te çû.. zû tên xapandin piştî hat xapandin kî di rêde diçe ji wanre baybaydikin û pey herkesî dikebin, ji xwe yekî du quriş pere hîşanî wan bide ahoo ji hîzanê heta fîzanê dikare li wan siwar bibe.. tu pirs bikî bi riza xwene çi jiwereye
Min hîn kesan diye êdî qamyon jî di ser wande derbas bûne lê nav û deng nedane
Ev çend bûyerên derketine holê yek jiwane lê yên di serya 18 salîde pasaportên wan hene? Welat bi welat digerin ji farqînê diçin kercewsê ji kercewsê diçin kerboranê bê lome be xwedê me û wan tev mihafize bike di vê axirzemanêde kesên bê guneh kêm mane êdî xwedê dikare kiyametê rake tev di gunehande gevizîn

zagon derdixin kî şîqamek li kurê xwe an qîza xwe bixe an zordariyek bike dikare bê gilîkirin şimik, simnik, darê nanê sêlê çek tên hesabê..divê ku îcab bike jibû perwerdeyê meriv dikare bi xweşî şahî li zarokên xwe xweyê derê a ku nebû divê meriv dikaribe wekî kerê wan perwerde bike.
Her wiha ez di qanûn û zagon nutuk, înqilab, laîq û cumhuriyeta wî gawirê hanê û pêşik û paşikên wî tev nim

Hun kudera quran û şerî'et û dînê mihemmed naecibînin.. hun kirasê bê xîretiyê li me dikin?

Misilmaniyê û munafiqiyê jî ji hevderxin, kesê xwe li misilmanetiyê kuşt û zilm û zordariyê kir ji niheqî ji zilm û tecawizanre bêdeng man, tecawizkara parast, jibû berjewendiyên xwe du rike'et li mêj, kir ew ne ji ummeta muhammede Ew munafiqin
Û îro tiştê li zora meriv diçe ev bêdengiya van qebraxên hanêye.

nenihêrin ez wisa rihetim min ji doh de xwe xwar, ev îdia ne rast be jî lê hun bawerbin buyerên wiha gelekin.. ez jî wekî we fikirim ketim îsyana xwedo çima kurd, heta kîngê? Ne bese law? Ka qiyameta te ? Paşê min got hima ezê xema bixwim qey xemxwarin para mine.. gelo Xwedê jî bi me mazlûmanreye bime qencî dike me kiriye qurban ev dinya jiwanre dinya wî alî jimeraye
Ez bawerim û dizanim van bûyerên wiha xwedê wekî di ayetên xwede jî gotiye sebir bikin baweriya we ne heje jibû di kufrêde bigevizin û werin berdestê min, min muhlet daye wan

mijar Hinek bela wela li nava hevket û kêm ma. hêvî dikim we fehmkir dixwazim bibêjim çi, min gelek xwest tiştnêdin jî binivîsim nebû ez bi tirs li mijarên bi vî rengî dinivîsim jiber jibû şaş neyê fehmkirin û jibû serê we ne êşînim.., min di texma xwede bêdeng nemayîna xwe anî ziman hew. qeda bê li wan û hefsed bavê wan gotinek pêşiyan heye dibê zîna dibe bi dê û xuşk û zarokanre nabe



08.12.2020 00:35 | shorbevan

5. hevalê shorbevan bi heq e. ez jî dibêm hê gelek buyerên bi vî rengî heye lê heta go tiştekî mezin neqewime nûçeya wan naye me.



08.12.2020 01:13 | hueyn

6. dema ku pîsîtiyên leşkerokan belav dibe tenê ewçax haya mirovan ji bûyerên wisa çêdibe. Lê kesên ku li kurdistanê dijîn baş dizanin ku keçikên kurdan ne tenê bi leşker, polês û cehşan ve, di heman demê de bi memûrên sîvîl yên dewletê re jî dibin heval, lê kesî behsê jê nake.

Qasê ku min dêna xwe daye sebeba herî mezin rewşa qels ya partî ye ku piştî şerê xendekan gelek ciwanên zana ji nav gel vekişiyan û valahiyeke reş û tarî çêbû. Pê re jî xwebaweriya ciwanên kurd nemaze keç û jinên kurd li hemberî dewletê nema û riya xilasiyê di lepên wan teresan de dîtin.

hêrsa shorbevan û kesên li gel wî fehm dikim bes rojên ku partî ser xwe bû pîsîtiyên awiha hema bêje qe rû nedida lê gava rû dida jî ew bûyer nedibû beniştê twitterê, bi awayekî qisasî çareser dibû. vê yekê jî pir kes dizane. hedefa xwe baş bigirin û dû re hêrsa xwe lê bibarînin.



08.12.2020 02:06 ~17:42 | ezcan

7. bûyera ku bûye henceta devavêtinê ya ji bo azadiya jinan. erê ti sûcê wan cexşan şîrheraman kotiyan, yên ku yek ji encama pargala zayenda civakî ne, tune ye lê hemû sedem girêdayî azadiya jinan e. sûcê wan tecawizkeran nîn e, lê sûcê wê keçikê ye ku ye, ku dijî, ku vajînaya wê heye, ku memikên wê derdikeve.

diviyabû dernekeve derve, bi kesî re neaxiviya, tenê li malê, di kunçikekî de rûnişta û xwarinan çêkira, firaxan bişûşta. belku wê çaxê jî ji aliyê bav, bira û pismaman ve bihata tacîzkirin û tecawizkirin. lê tiştek nabe, malbat e. dîsa jî sûcê keçikê ye.

li gercowsê û kurdistanê bi rastî jî azadiya jinan û zarokan hebûya û kanûn, nîzam û pergala normî li aliyê jin û zarokan bûya, dê ew kotiyên heram biwêriyana tecawizê keçikeke 15 salî bikirana? em bi rastî jî mêr bûna, dê me bihişta ew mîkrobên ziyanok ên civakê di nêv me de debara xwe bikin, bijîn?

Pêşiya ku dev bavêjin şêweya jiyana jinan, li xwe binêrin de ka hûn çawa li jinan dinêrin? li ber çavê we hêjayê jinan çi ye? trolekî tiştekî virtîvala û cahîlane gotiye, hinek jî ew mafdar dîtiye.



08.12.2020 13:03 | xelîl

8. Min peyama Shorbevan bi dengê apê xwe yê qaşo sofî û bavê xwe yê bi xurtî kevneşopiyê ve girêdayî ye xwend. Ev çawa tespîtek ji rêzê û kirêt e. Mirov kare gelek tiştinan bêje. Ezê serî de xwe û jê şûnde jî herkesî şermezar bikim. Eyb e ji me re , heyf e ji me re...



08.12.2020 13:59 | rizgarm

9. Destdirêjiya ku wekî her tim dewleta romê qedexeya çapemeniyê daniye ser û loma jî zêde agahî jê nayê stendin e. Lê belê agahî dîsa weke kurtepistan berbelav dibin. Dîsa jî mirov difikire gelo dê, bav, ap, xizmê vê keçika reben ma qey tune ne. Kesekî ku rabe li pey wê bigere li ser meseleya wê bixebite tune bu. Çawa pê hay nebûne, heya ku avis bûye û çûye nexweşxaneyê pê hesiyane.

Ev destdirêjî ne tenê li ser wê keçê an malbatê hatiye kirin, li hemû kurda hatiye kirin. Lewra dema cerdevan, polês destdirêjî keçên kurda dikin, ji ber bindestiyê vê yekê wekî mafê xwe dibînin. Lewra ev tişt di rihê mêtinkariyê de heye.
Lê keçên me kurda nizanim çawa hatin vî halî. Heye ku sedema vê yekê desthilata bavê be. Lê niha hej ji celadê xwe dikin. Hama çav li polêsekê dikin devjihev dimînin. Wekî ku hesabê nocontexkurd parve kiribu, keçikek kurd nivîsîbû " di serî de dema mêrê minî polês dikuta min digo " terorist kurd" û bi şid kutana xwe didoman xweşiya min diçû lê vê taliyê pê nerehet dibim"

Niha ez li der û dora xwe û li ser tora civakî jî dibînim, keçên kurda hej ji polês û leşkerên dagirker û unîforma wan dikin. Wekî ku temo jî gotibû, şêrên kurdan çawa piçekî qels bûn û xwe dan alî, ev cehş û hov li dora gel bûne weke perwanê bo destdirêjî keç û jinên wan bikin.

Çendakî berê di nûçeyan de jî derketibû, leşker û polês li zanîngeha dersîmê ketine neçîra keçên kurd. Ew keç jî çav li erebe û unîformaya wan dikevin, xwe bere nav lepê wan didin. Polês jî di neqeba xwe de dibêjin " kurdek din jî çû"

Vêca piştî ewqas xerabiya, dema tiştek ji dest mirovî nayê an mirov tiştekî neke, di hundirê xwe de tije dibe û derûniya mirov xira dibe. Dil dixwaze weke fîşekê di mêjiya wan de biteqe, wan bide ber gula û bi dijwarî bi wan re şer bike.

Axir, emê hêj pir li şêrên pêlav-zer bigerin. Kêmasiya wan dê xwe pir belî bike. Em têk çûn mixabin têk çûn....



08.12.2020 14:31 | tîrêj zana 21

10. qet bawer bakim go yekî ji me derkeve û bêje bera jin li malê rûnin û ti têkiliya wa bi dinyê ra tune be. û ti kes jî wa destdirêjdarên sebav û bênamûs mafdar jî nabîne go tiştekî wilo jixwe ne pekan e.

dîsa mêrên go ji jina bêhtir femînîstîye dikin derketine û civatê tev didin, teşqalaya derdixin. êdî ez bixwe naxwazim gotinên wan yên wexta wan derbasbûyî, bêhnpêketî bihesim. jin helbet divê weka her kesî azad bijin lê derdê we ne azadiya jina ye, hema xelkê tev bidin û hew.



08.12.2020 14:39 | hueyn

11. rizgarm tiştê tu dibêjî kirêj ji rêzê rastîne dibêjin carna rastî zora meriv jî diçe û carna serê meriv jî dişkêne.
Xwezî te jî fikrê xwe binivîsanda dibe ji yê me çêtirbûna Dibe me wan fikra qebûl bikra, dema di hinek mijarande zimanê meriv negere, nebêje ew mijar nayên çareserkirin. yê min minkurt birî jiber wa tu jî dibînî ez fikrên xwe bi acisî, bi gazin, bi çêr, bi henek tînim ziman têm ber şermezarkirinê, jiminre çepik jî lê dikebin lê yek jî min şermezar bike an reşik bide ezê cardin bifikirm min di kuda şaş kir xwezî te bigota û me bi qirka hev bigirta me hev şermezar û bêminet bikira

(Stur:xelil) Sûcê diz jî heye yê xweyê malê jî
Di serîde min diz sucdar kiriye yanî akp kemalizm dûre azadiya jinan.. sûcdar kiriye icab nake ez wan nijadperest û neyarên jin û jiyanê di serîde sûcdarbikin ma qey em nizanin? Yê wan jixwe aşkereye, yê me divê em sûcê xwe bizanibin qebûl bikin divê kurd serî li jin û zarokên xwe bernedin xweyî derên em piştî bi wan pîçweleda zanin, an na ez şaşim? ew dixwazin çanda xwe bidin ber me ev bê ehlaqî qey di nava wande tune? herin testa wanî dnayê bikin hûn nizanin kî ji kêye kîrê kî di cêba kîdeye meriv nizane..

na bavê min ez nabêjim herin jinê xwe bikin firaqşok, heroj biwan axura bidin kirin, wan bidin ber ben û dara ez dibêjim makîneyek cilan bistînin hemû rihetî û konfor mafê wane jî an bila mêr bişon şûştin nîne mesele
Ez nabêjim herin serê wan bigrin îslamê bidin ber wan, ez dibêjim kurd û kurdewariyê yanî ehlaq û ûjdanê bajon


ez ji wê azadiyêre nabêjim, azadiya ku wê ji malê derên heta nîvê şeva li kuçabin cafeyanbin li parkabin bi seng û sipeyanrebin bê xwedî û bê xwedanbin hatin xapandin madeyên ku nizanin çiye feydeya wî zirara wî çiye bi nezanî bikarbînin paşê bûyerên wiha bûn em ber nekebin axînî û kizînî ji nava dilê me neçe wê demê çi bû em bibêjin çi jimereya.., herkes û dinya û gora xwe ?rewşê hanîne derek wisa dibêjin xwe li bêxîretiyê deynin bila wisa here.. lê na çanda min kurdewariya min baweriya min viya qebûl nake ez bi van kriterê xwe kurdim û ezim... hun hemfikirbin jî nebin jî ji fikrên were rêzdarim, dibe fikrên min kevneşop, paşmayî, ne modern, despotbin silav û hurmet û rêz dixwazim linc û şermezarî na



09.12.2020 00:37 | shorbevan

12. Min li hember vê bûyera hovane serî de xwe şermezar kiriye ji ber ku mîna pir kesan tenê qehirîn û xwe teqandin ji destê min tê û jê şûnde jî hemû xelqê xwe yanê kurdên xwe yanê bi qewlê metîn kaygalak kurdên tenê ji xwe re nebûne misilman.

Ya ewil, ma çend keçên derpî di serî de te li sikakên bajar û gundên kurdistanê dîtiye?

Û ya duyem hema hemû jin bi awayek giştî hatiye darizandin. Ji ser yekî mirov nikare hemûyan bidarizîne. Ku ev axaftinên te divê hîn birîn teze ye neyê gotin. Bi qewlê mezinên me te qisa paş hatiye li pêş gotiye û xeletiyek hezarsalî kiriye. Bisekine yabo em xetayên dizan bibîne jê şûnde çewtî û xeletiyên xwediyê malê jî binirxîne .

Û keko te behsa misilmantiyê û perwerdehiyê û keçên me yên ku ji ser qamyon derbasbûye (?) kiriye lê qet mirovantî derbas nabe. Yabo jin jî mêr jî misilman jî ne misilman jî hemû mirov in. Û ne ji ser nasnameyek din divê ser însanetiya wan were darizandin. Min mîna peyamberê humanîzmê nebînin lê ya rast ji bo hemû nirxandin û darizandina divê meriv berê her tiştî mîna însanekê bigire dest.

Û asoxîn ma ne navê malbatê ne hal û hewalê wê li cihekê derbas dibe. Ku te jî ji çend keçikên li derdora xwe tabloyek weha kevneşop çênekiribe ka te malbat ji kur nasî li ser fikirî û gihayî nirxandinek wisa?

Heyf e guneh e. Heke xeletiyek be jî hişê wê(15 salî) ne li seriye. Û ma em behsa mirovek û du mirovan nakin, 27 beraz yaw!!! De ka bêjin û bêjin ma wexta van gotinên te ye loo? 27 qaşomirov tecawizê keçikek 15 salî dike em bêhtir li ser xeletiyên keçikê û malbatê disekinin!!!

Neyse xwezî tiştên ji bo çareserkirinê bihata ji destê me, niha ezê dîsa herim hêla xweteqandinê ve mijûl bim ji we re şevbaş.



09.12.2020 01:49 | rizgarm

13. rizgarm dinihêrim te jî min fehm nekiriye Min yê derpî kirine serê xwe nedîtiye li zavoq û sikakan, .. lê ez bi yên ku bê derpî li ser sifreyê raqiyên wan mezene, yên ku tarî ket erdê xwe avêtin erebeyek xwe kişandin averêkî haydarim. Helbet tev ne wisane 20 sal berê qumtanek qaşo dilxwaz dibêje di farqînêde 200 heb zêde tespîtkirî hene lê îro? biborin Ez yê di diyê xwe dinin yên di qîzê xwe û xuşkê xwe.. dinin tobe tobe.. nabêjim jixwe. Bêbawerî, bêûjdanî bêehlaqî zehmete û hin bi çi bawerin pê sond dixwim her ku diçe zêdetir dibe ku pêşî neyê girtin. yên ku çarheba bi hevre îdaredikin hene, çarhebên ku yekî îdare dikin hene bu bihar here sakli cennetê(an sakli kerxaneyê) binihêrin, geliyê ku cihê mêrxasan bû demek îro kî radike hevalekî berê xwe dide wêderê yanî binihêre li geliyê godernê, silvan otelî. Dibe we li derdora xwe nedîbe lê ez der dorê xwe baş nebe jî dibînim helbet li bame derpi jixwe naşixitînin nakin serê hev pişta me dikebe wan em hewqas saf nebin. Tiştek ji destê me nayê serbest û bi riza xwene gava dipirsî çi ji wereye me 18 de xelaskiriye guh bi humanistên bîna min û te nakin.. îro zaroka çardeh salî a meye yên sibehê jî qîzên mene, min îro tevekên jina nedaye ber derba dasê ev birîn jî tim tezeye wê tim tezebe do îpek er îro zaroka çardeh salî sibehê jî 18-20.....

Tu çûyî hatî te bi qamyonê girt ez ji tere dibêjim ti erebokên hespa neman derbas dibin tu dibêjî qamyon na bavikê min tu xweş fehmnakî miemeleya te girane ez bi gotina nikarim bi sertekebim.

Malbat tune jixwe di atulyeyên tekstilande, li ser navê zaningeha... diçin bêxweyî bêxwedan dimînin malbat li me xwedî derê wê wiha be? Dibe bêkes be jî malbat jî nikare pêşî bigre ji demek şûnde wê malbat êdî çibike dema meriv ji xwedêre ne evdbe meriv ji şeytan û evdanre evde.. dibe wisa be ne wisa be ez mînak didim hevalekî wê şemitandiye, wê bazarbi bazar gerandiye.. û yên dikebin kes bi destê wan nagre rastî yekî bi şeref nayên, ê dagirkeran jî istixbarata wan heye zanin kî çiye, rehma wan jî tune, bi kîn û rikin, bi santaj û pere û filan û bêvana wan di tirsînin di xapînin.. ne tenê dagirker gel jî wisaye kurmê darê ne ji darê be dar narize.

min jî gotiye em wekî awrûpiyan derbasê şexsan nebin, herkes bi serê xwe nînbe malbat stargeheke dibê neyê pelaştin, neyê belakirin..
Zarokên çardeh salî çima hişê wan ne li serê wane? van kesên di temenê bavê wandene çewa tiştek wisa difikirin? Kî wan û bi çi perwerde dike? gotina dawî bawerî û tirsa xwedê tunebe zehmete qanun û nîzamek baş tunebe em bibêjin çi jî boşe.



09.12.2020 14:33 | shorbevan

dengdanên dawîn (yên din..)
gur li serê kîjan çîya mirîye [1]
Qewî gur li kû miriye......
xwarina herî xweş [1]
Xwarinên bi destê diya min têne çêkirin yên herî xweş in....
gur li serê kîjan çîya mirîye [1]
Her wiha gurên kîjan çiyayê mirîne jî tê gotin. Piştî qenciy...
sallana sallana nietzsche ser avê [2]
Navê straneke, ji bo nietzsche yê hatiye nivîsandin nîvî tirkî...
wedat aydin [1]
Yekem kesê bi kurdî keniya ye...
belki ev jî bala te bikişînin

Kategoriyên mijarê:: nuce nuce nuce
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî