Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


31 mijar û 49 peyam
dê û bavên kurd - tirşik
dê û bavên kurd
(6) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. kêrê tu tiştê nayên. xêra wan ji xwe ra tuneye. acîzin ku bi zarokên xwe xeber bidin, wan re tiştekî hîn bikin, wan re zimanê xwe hîn bikin.
tu carî hestên zarokên xwe nafikirin. yan zarokên xwe davêjin mekteba tirka yan jî davêjin kolanan ku ji wan re pere bînin.

ji bo wana zarokên kurd ewindarê tirka dibin, ji bo wê kurên kurd bidil leşkerê tirka dibin, ji bo wê keçên kurd bihesanî tên xapandan. ji bo wê pişta me rast nabe.


erê belkî wan jî dê û bavên xwe tiştekî-xêrekî nedîtine lê em nikarin ji bo wiya devê xwe bigrin û qederê xwe ra razî bibin. divê em wan rastiyetan bilêv bikin.

not: bêguman dê û bavên pir baş henin, lê wiya nayê ew wateyê ku em aliyê din nebînin.



08.12.2020 15:26 | lonw karda

2. Bavê min ku diçe mala hinka cixara xwe li balqonê(şaneşîn) vedixwe lê gava ku li mala xwe bi li hindir cixarakê li ser yekê pêdixe. (jixwe zane ku em jê adizin jî)
ev dirûtî ye bi rastî . ez bibim xwediyê karê xwe ez ê vê yekê li ser çavê wî xim .
ez di qûna wilo bavtî nim.
yanî hevalê hêja mesele ne bavê min e , bavên kurd guh nadin zar û zêçê xwe .
min ti derbê ne dîtî ye ku hezkirna xwe eşkere kirne.
gelek hawê wî ê ne lê rê hene û li gor nerrînên min ev pirsgirêk di pirraniya bavê kurd de henin ji bo wilo ez dûrî kurda dikevim yaw ma qewmê me xwe tişkî serrast tinne ji bo xwedê.



17.07.2021 00:29 ~00:31 | shwinsherm

3. (bnr: pevçûnên destmêjê)
(bnr: zarokên pirhejmar)
(bnr: mala ku pevçûn jê kêm nabe)

Hejêkirina xwe ne tenê ji zarokê vedişêrin, ji hev jî vedişêrin. Xwedê, gava piçûk bûm min digot qey dîya min û bavê min dijmunê hev in, ji hev gelekî aciz in. Bes, ev hizir ne tenê ji ber tevger û pevçûnên wan bû. Ji bo ku gelek caran dîya min li xwe mikûr dihat û digot zewaca wê bêdil bû. devgirêdana ji min re çêkirinin. Lê vê talîyê gava xalê min got,"dîya we qedrê bavê we gelekî digirt, kêfa wan ji hev re dihat,hwd." Ez heft ecêbmayî mam. Dûra ez bîr bûm, bi rastî jî kesên ku ji hev tehmûl nakin, ewqas zaroka nayînin. Nexwe, bi rastî jî demek hebû ku ji hev hez dikirin.

Nîşe:
Tiştek din jî li ba Kurda heye, nedîyarkirina hezkirinê di nav civakê de wek nîşanîya sergiranîyê û edebê hatîye pejirandin. Heta, tê bîra min gava em digrîyan an jî me xwe delalî radikir cî de mezinên me bi dîya me de dixeyidîn ku li ber me negere. Lê tiştekî sosret, îro kesên ku nedihiştin dê û bavkê me li ser me bisekini, ber me bigeri li ser zarokên xwe mirînin. Karin ji bo neynûka zarokek xwe dinyayê hilweşînin.



17.07.2021 11:58 | pîroz

4. şitekî komîk heye ke bi taybetî bawikman/bav wa ne bi taybetî hawar deke deke deke deke bi dengêkî gelek bilind min ellêm wey xuda çî bûweeee zû eçim be pele/lez errom bo lay bavo ewîş ellê ew kontrolem bo bîne î televizyonê minîş temaşe ekem her le tenîşt wî ye kontrol min î le rêgayekî dûr hînaye/aniye tuxwa :( bi taybetî bawikî kurd :p



17.07.2021 23:28 | hewlêriha

5. Weke polês û gardiyanan li ser serê zarokê xwe ne. Bi hesabê patron û karkeran li zarên xwe dinehêrin.

Em çend heval me biryar da ku herine ber çemekî seyranekî çêkin. Me tudarekên xwe kir, wesayît amade kir, goşt û pêdiviyên xwe hel kir, pere di nav xwe de kom kir lê......vêca ma ji dê û bavên xwe re meseleyê bêjin û rojek îzîn werbigrin. Ez bi xwe bi malbata xwe re ne lihev im. Ne ew hesabê min dikin û ne jî ez hesabê wan dikim. Ji loma min pêdivî nedît ku ji wan re bibêjim. Ya rast ger ji wan re bibêjim û îzînê filan bixwazim, wê bibe pitpita wan.


Vêca ez li kîjan hevalî digerim, dibêjin " sibe karê me heye. Bavê min destûr nade" tew hinek dibêjin " bavê min dixeyide û nahêle" kuro ma qey ev zarok in. Temenê teva bi ser bîstî ve ye. Hêja jî astengiyê ji zarokên xwe re derdixin bo rojekî kêfxweşiyê nekin.

Miletên biyanî bûna, ji bo zarokên xwe wê dêbav tudarekan bikira û bi wan re alîkar bûna. Lê yên me ji xwe newêrin behs ji wan re bikin.

Wele îro hingî min li wan geriya ye û bo wan qane bikim axivîme, pir acis bûme. Min tu tama cejnê negirt. Lê min vê meseleyê kiriye `eks. Ger kesek neyê jî, min hemû amadekariya kiriye û ezê yan bi tenê û yan bi çend hevala re herim.

Axir, ji tevgerên van dê û bavan ne razî me. Dinehêrim kur û bavê xelkê weke hevalê hev in lê yên me tew newêrin ji wan re bêjin ka emê herine derekî. Bi hêviya ev ehlaq û tib`ê wan biguhere.



20.07.2021 22:11 | tîrêj zana 21

6. min nivîsa tîrêj zana 21 xwend û gelek xemgîn bûm birastî. ev bûyera ku li serê nivîskar derbas bûye dema ez lîseyê bûm zêde zêde serê min jî derbas bûye mixabin.
min pêşîyê dê û bavê xwe sucdar dikir lê dema niha pişta xwe dizvirim lê dinêrim çiqas maf nedim Van jî mixabin piranîya van ne xwendîye û tesîra derdora Van jî (cînar, nas û hwd.) zehfe.
alîyê din nizanim xwînêda ye nizanim ne dîtinêyê lê dixwazin ku hûkûmranîyek wisa ser zarê xwe bikin ku bila bê van qet tiştekî nekin, cîhê xwe nefilitin, ev qas zûlmkarin jî mixabin.
dîsa çiqas bo van tevgera mafê van tûnebe jî bawerkin bê xwendin û hînbûna çanda dê û bavên xwe ev qas dibe. xwezî wiha nebûya lê ev rewşa gelê cîwanên kurdaye bi taybetî astengî li ser jinên kurd zêdetire



20.07.2021 23:54 | doesntmatter

dengdanên dawîn (yên din..)
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Herhal bêhna wan teng dibe, tiştek balkêş di tirşikê da nabînin ji ber...
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
taybetmendiyên jinên faris ên li tirkiyeyê [1]
(bnr: botoks) (bnr: li nîveka rêyan da rêzbûn û wisa meşiyan) (bnr: ...
warê stranan [1]
Weke berdewama qonaxa nû ya projeyên ji bo meyla hilberandina naveroka...
belki ev jî bala te bikişînin
» dêhndan
» kurdîya lutfenê

Kategoriyên mijarê:: jiyan jiyan jiyan kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî