Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    3 mijar û 3 peyam
    pirsgirêka kurdan a herî mezin - tirşik
    pirsgirêka kurdan a herî mezin

    Navê mijarê ya ewil ev bû:pirsgirêka kurdan ya heri mezin
    (9) (2) (1)
    di mijarê de bigere

    1. du tişt tê bîra min. hişmendî û malbat. li gor min malbat pirsgirêka meyê herî mezine. ji bo ku hişmendî jî di nav malbatê ava dibe.

    lê wî pirsgirêka malbat çiye?
    malbat perçeyê herî biçuk ya netewekî ye. heger di nav netewekî de pirsgirek hebe bê şiphe malbatên wê netewê de jî pirsgirek heye.
    li malbata kurda de perwerdehî tune ye, rêzgirtin tune ye, hezkirin tune ye, qiymeta zarokan tune ye velhasil tu tişt tune ye. kesên ku di nav wan malbatên derdikevîn wan jî tu tiştin. rewşa me delîla wî rastiyetê ye.

    divê em wîya biguherînin.



    08.12.2020 16:03 | lonw karda

    2. Vîrûs (bnr: tirkî)



    08.12.2020 17:53 ~17:54 | dilreş

    3. ji xwe ne bawerbûn e.



    08.12.2020 18:03 | hueyn

    4. Pirsgirêk a Kurdan a herî mezin;
    The Kurds Speaking other languages man, fuck of !



    09.12.2020 11:18 | zîzo

    5. evîndarén dagirkeren xwe ne.



    09.12.2020 12:37 | hueyn

    6. (bnr: bila edîtor cinorek were guhertin)



    09.12.2020 18:40 | bûtîmar

    7. Wendabûna zimanê kurdî



    10.12.2020 15:05 | elaziz izzetpasa camii

    8. fêrbûn, axaftin û nivîsa kurdî.
    şerm kirina axatfina zimanê kurdî.
    malbatên ku tenê bi zimanê dagirkeran zarokê xwera xeberdidin.



    10.12.2020 16:12 | doesntmatter

    9. (bnr: medyaya tirkan)



    22.02.2021 00:51 | heval.js

    10. Gelek pirsgirêkên kurdan hene ku mirov nikare yek ji wan têxe pêşiya yeka din. Çiku yek ji yekî girîngtir e. Lê mirov kare wan bi rêzê binivîse. Helbet Sedema bingehîn ya van pirsgirêkan jî bêdewletbûn e.

    - medyayek kurda ya ku rojevekek ji kurdan re diyar bike tune ye. Ji loma kurd her roj roveva dewletên serdest dişopînin û serê xwe bi meseleyên wan diêşînin.

    - îdeal an galîleyek kurdan tune ye. Ji loma ked û xebatek netewî jî heya astekê derdikeve holê. Yanê anha galîleya herî bilind avakirina kurdistanek serbixwe ye. Lê di eslê xwe de ev yek ne bêderfet e. Ger ji sedî 70-80 yê hemû kurdan ji dil vêya bixwestana, tu dewlet nikaribû kurdan di bin desthilata xwe de bihêle. Lê yên ku bi karên siyasî mijûl dibin jî, bi xwe bawerî vê yekê nakin an nikarin bi xwe bidin bawerkirin.

    - çanda xebatê li cem kurdan tuneye. Mixabin kurd bi gelemperî wekî gelên netewên serdest hînî çanda tembeliyê bûne. Cehd û xebat di nav gel de kêm e. Ji xwe ji ber ku galîleyek tuneye, xebatek di rêya wê de bê kirin jî tuneye.

    - kurd bêkar in. Wekî her netewa bindest kurd jî kêm cara karek baş bidest dixin. Ji ber kurdistan li gor dewletên serdest paşde hatiye xistin, derfetên kar kêm in. Ji ber vê çendê gel bi birçîbûnî û bi xîzaniyê tê terbiyekirin. Wê demê bi riya çend qirûş pere an bi têxistina karekî, bi rehetî kurdekî dixin xayînê.

    - kurd adapteyî jiyana bajêr nebûn. Wek tê zanîn heya 30-35 sal berê ji sedî 85ê kurdan li gundan dijîn. Lê bi zext û kuştinan kurdan bere bajaran dan. Kurdên li gundan bi ajalvanî û cotkariyê debara xwe dikirin li bajêr bêkar man. Çandeke bajarî bi wan re tune bû. Li bajêran bi awayek be jî weke ku li gund bin dîsa çend dewar xwedî dikirin û çend heb jî mirîşk. Ji loma bajêr ne gund bûn ne jî bajêr. Lê dîsa jî herkes bi awayek li ser piya ma û rêyek ji bo debara xwe dît. Piranî hemaltî û karkeriya çêkirina avahiyan kirin. Qezenca wan tenê têra debara wan dikir. Çalakiyên sosyal û civakî, ji bilî dawet û taziyeyan tune bû. Ji xwe rêjeya xwendevaniyê jî gelek kêm bû.

    - kurd nezan in. Rêjeya xwendin û nivîsandinê di kurdên temenmezin de gelek kêm e. Lê ciwan ji sedî 95 xwendin û nivîsandina wan heye. Lê mixabin ew jî ya serdestan e. Rêjeyek pir kêm kare bi kurdî bixwîne û binivîse. Lê ji derveyî şiyana xwendin û nivîsandinê kurdên me ji xwendinê hez nakin. Li darîkirina rêzefîlman hez dikin. Lê kîjan rêzefîlm? Rêzefîlmên tirkan yên qeşmerî. Loma jî kurdên me ji naskirina çandên dewletên pêşketî bêpar in. Çanda biyanî ya ku wê nasdikin ewe ku çanda tirkan ya bi riya rêzefîlman tê hînkirin ku ew jî ji qeşmeriyê pêve ne tişteke. Ji xwe ev çand ji bilî kurdan, ereben û çend netewên rojhilata navîn pêve bala kesekî nakişîne. Talî çi dibe, kurdên me dibin kopiya tirkan ya 30-40 sal berê ku ew jî halê tirkan yê ku heya îroj dixwazin jê xelas bibin e.

    - kurd pir zû dibin pêgirtiyên serokan.

    - rihê netewî bi kurdan re tuneye.

    - kurd ji îslama dewletên serdest bawer dikin.


    Ev pirsgirêk dawiya wan nayê û ez jî bi nivîsandina wan betilîm. Ma ez jî kurdek im û madeya 3yan bo min jî derbasdar e.



    27.12.2021 00:27 | tîrêj zana 21

    11. (bnr: pirsgirêka kurdan a herî dirêj)



    27.12.2021 23:01 | mirovekirind

    dengdanên dawîn (yên din..)
    keçikên sivik [1]
    (bnr: zayenditî) (bnr: dijmintiya li hemberî jinan) 1- "sivikbûn...
    pêkenokên beredayî [4]
    Rojekê merivek bi jina xwe ve diçe hecê. Wexta dan ber keviran a şeytê...
    abdurrahim rahmi zapsu [1]
    Nivîskar û helbestvan e. Sala 1890 da li wanê hatiye dinê. Ji navçeya ...
    dayik [2]
    peyva ku ti pêwendîya wê bi lêkera danê tune ye. Ji proto-hindûewropî ...
    illiterate [1]
    Peyveke ji zimanê îngilîzî ye. kesên nivîs û xwendinê nizanin, nexwend...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » pirsgirêka herî mezin a jiyana apartmanê
    » kurdan
    » herimîna xewê
    » mezinbûna bêhempa a tirşikê ku pêşiya wê nikare bê girtin

    Kategoriyên mijarê:: jiyan jiyan jiyan kurdukurdi
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî