21. Xelatên bivebûna dergehê rehm û îhsana patron, bi camêrî tên belakirin. Ji xwe dema min îşev simurg di tirşikê de serhêl dî min zanibû fiêlekê dike, lê min nizanibû bê ka çi dike. Îsal jî edeta tirşikê hatiye cih û berendamên xelatan destnîşan bûne. Kesên xelatan bidest nexistine, îsal bila bêhtir bixebitin û yên xelat dê werbigrin jî bila qet nekevin rehetî û devjêberdanê. |
|
27.02.2021 23:39 |
tîrêj zana 21
|
23. Nivîskarên ko xelat girtine ji dil û jan pîroz dikim. Sed carî bimbarekbi. |
|
28.02.2021 02:47 |
pîroz
|
24. Ji bo vê xelatê spas dikim. Wek @berzan ez jî di demên dawî de ji ber karûbarên xwe zêde nikarim têkevim tirşikê. Di destpêka koronayê de çalak bûm gelekê. Jixwe pûanê min tev ji wê demê hatine cevandin. |
|
28.02.2021 12:18 ~12:18 |
xelîl
|
25. Dema amedspor 2-1 biser dikebe dibêje me dîsa pîlaqeya xwe yanî 21 çêkir * min jî pîlaqeya ameda rengîn nexşandiye, herwiha ez hemû nivîskara pîrozdikim bitaybetîjî her 21'ê ewil têr tê pîroz dikim..* lê ez dixwazim viya bibêjim tirşikvan pir lewaz bûne ji tunebûna mêra em ji hevre dibêjin evdêrehman ji 11emin wêde divê tev bên ceza kirin divê cezayê wan ne tenê ji xelatê mayin be.. * xuyaye min hima piçek xwe bihijdanda minê we li ber tozû dumana tirê gura bihişta/tirê gura ji we berda.. dibêqey piştî û barê li pişta min li pişta weye.., çibûye ji we? Rovî di ser wede qevazdaye/bazdaye dema ez wekî we xortbûm, wekî motora fordbûm, min wek tivinga rûs dabû ser milê xwe ji vî serê sûka farqînê diçûm wî serî min dinivîsand * |
|
01.03.2021 23:20 |
shorbevan
|
26. Mala xwudê û ya tirşikê ava. pirtûk ango xelata min ya bi navê " ferhenga termên fenî" bîstek berê, bi riya kargoya ptt gihaşte destê min. Hingî dem bihurîbû ji xwe xelat ji bîra min çûbû. Ji ber ku ez ne li dikanê bûm pismamê min ji dêlava min rahiştibû pirtûkê. Gava ez hatim go kargoyek li ser navê te hatiye. Min go hellaa min tiştek nexwestiye, ev çiye gelo? Me vekir û dît ku xelata tirşikê ye. Lê min tê de tû nîşe û nivîsek nedît. Min dixwest bi destnivîsa kekê simûrg nivîsek li ser navê tirşikê bihata nivîsandin lê tune bû. Niza xelata min tenê hat an ya hemû nivîskara hatiye şandin? |
|
24.03.2021 11:03 |
tîrêj zana 21
|
27. Xelat min jî evro gihişt destê min. Min (bnr: edebiyata kurdî ya gelêrî) a (bnr: ramazan pertev) bijartibû. Niha min çav lê gerandin wek xebatek berketî dixweyît. Spasîya xwe dikim ku min sala 2020 li vê malperê hin tişt nivîsîne, herwesan mala tirsik.netê ava bit. |
|
25.03.2021 10:41 |
hespêsor
|
28. bawer rûken di (bnr: pirtûka tenêtîyê) de zimanek gelek nerm û bi hêsanî tê fehm kirin bi kar anîye.Pirtûka tenîtîyê ji aliyê nivîskar ve 2019 den ji weşanên lîs derketiye.Min dixwest ez bistînim lê ti car firsend çênedibû.Piştê ku kek simurg nivîsî û got te xelatek bi dest xist , ez pirr kêyfxweşbûm û min raste rast pirtûka birêz Bawer rûken jê daxwaz kir. |
|
25.03.2021 18:12 ~18:13 |
brzn
|
29. Xelata min jî îro hat. * min pirtûka Sohrab Sepehrî - hemû helbest (bi wergera Muhsîn özdemir) xwestibû. Pir kêfxweş bûm. Mala tirşik net, bijarefix, rêveber û moderatorên tirşikê û hemû tirşikvana û gelê kurd û girtiyên di zin.... Temam temam. * mala we teva ava. * |
|
26.03.2021 20:04 ~20:04 |
xwelî li ser
|
30. xelata ku pîştî hin pirsgirêkan nû îro gihişt destê min. |
|
30.03.2021 14:00 |
merwano
|
pulmoner embolî [1] |
|
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1] |
|
taybetmendiyên jinên faris ên li tirkiyeyê [1] |
|
warê stranan [1] |
|
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [4] |