Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


15 mijar û 22 peyam
destpêka nivîsandina bi kurdî - tirşik
destpêka nivîsandina bi kurdî
(7) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Wek her kurdekî di serî de min jî nizanî bû bi kurdî binivîsim, ji ber ku me li dibistanê Tirkiyê perwerdahiya kurdî nedîtibû.
Em dûvdirêj nekin, ji ber ku em hemû di eynî rêyan de derbas bûne *

Berî ez herim zanîngehê, tenê Facebooka min hebû, û min bi Tirkî bikartanî. Di pola yekemîn de hevalên min gotine min çawa instagrama te tune, qey tu ji şikeftê derketiye *
Tişta rastî hebû, lê nizanim çi bi serê wê hatibû. Welhasil em dûvdirêj nekin, me instagram vekir, hat bîra min ku eceba ez twittirê jî vebikim an na?
Wê salê min venekir, çimkî li gorî min twittir tenê cihê kesên ku wek siyasetmedara fln mvn e, li gorî Instagram û Facebookê cihekî fermî ye. Û her wiha min got ez vebikim ez ê çi binivîsim, jiyana xwe ya bêbext *

Bû sala duyemîn min twittir vekir, ez liqayî çend kesên ku kurdî dinivîsin, bûm. Ez ketim şopa wan fln, min jî hewl da ku bi kurdî binivîsim.. êdî ji wê rojê heya îro bi saya twittirê ez hînî nivîsandina kurdî bûm, û ji wê rojê ve ez bi twittirê ve giredayî mam, help me please *

Xopana twittirê hem derde û hem jî derman e*



10.12.2020 13:52 | merwano

2. despteke go jiyana mirov diguherene ye. piştî wê desptekê êdî ti tişt ne weka berê bû li gorî min. salan 2013an da tweetekî bi kurmancî ket berê min û ji wê kêliyê pê da min dev ji tirkî berda, heke go ne tiştekî pewist be ti carî bi tirkî nanivîsim. jiyan bi zimanê mirov xweştir e.



10.12.2020 14:22 ~14:24 | hueyn

3. pir hêsane kes diqulika derziyêde derbas nabe, Jixwe min di zaroktiya xwede beriya abc x,q w, ê, î,u, i,û ev tîpan dizanibû apê min sax be fêrî min kiribû min pir zehmetî nedikişand carna niha jî van tîpa şaş dikim di cihê x yêde ğ yê q yê de k bikartînim.. divê kesên di destpêkêde bê tirsbin eyba wî tune û kesên du tîp û peyv û nîv kurdiya akademik hînkir jî xwe pozbilind neke .., tiştek heta meriv xwe pêde xwarneke, meriv neke merov hîn nabe evê hîn bûyî ne hînbûyî jî nabin yek bila kes qunbilindiya jî neke *



10.12.2020 14:29 | shorbevan

4. meseleyê merwano û yê min wek hev e. spas kurdînûsên twitterê û spas tirsik.net



10.12.2020 16:16 | doesntmatter

5. bi rastî min li dibistana tirka waneya kurdî dît(cara yekem ew ê dabûna me)
lê belê mamostê meyî kurdî ji karê xwe hat vegirtin di hefteyan éwildi , serh'alad wê waneyê dan mamostê zimanê tirkî .
ez bawer im ji wê pola me yî "ji 43 kesan pêk dihat" ez tenê fêrî kurdî bûm .

di dema lîsê de hevalek ez hîç wî nas nakim (hew sê mesajên me hebû)
min xist komek kurdî li ser insta vêga îja min dest bi nivîsa kurdî kir bi rastî.
rûpel mûpel jî min vekirin lê belê şwîna ez bêm çêpik kirin millet sixêfa li min dikir ..
ez jî ji van tiştik miştikên wilo vekişiyam.

ez pêrgî tirşikê bûm vê taliyê lê belê êndî ji dinê sar bûm e.
dixwazim lihêfa xwe bikşînim ser rûyê xwe.



10.12.2020 17:02 ~22:49 | shwinsherm

6. Kî dibînim ji ber bûyerekî dest nivîsandina kurdî kiriye. Lê ez ne wisa me. *
Jixwe ez Di pola 5a bû 6a bû nizanim fêrî alfabeya kurdî bibûm. Lê wê demê ji ber tesîra xelk û dibistanê li ser min bû min zêde hişê xwe nedidayê. Çend sal serê derbas bûn, di pola dehemîn de min êdî hewl da kurmancîyê û min dest nivîsandinê kir. Ji alfabeyê min qet pirsgirêk nekişand. Heta Nayê bîra min ku min tîpekî jî çewt nivîsandiye. Axir nizanim tesîreke çawa li ser min çibû û min hewl da kurmancîyê. Her çi be tiştekî gelek pîroz e. *



10.12.2020 17:06 | yûsiv

7. Di Instagramê de kurdekî başurî binê parveyên min şîroveyên xwe dinivîsî bu, ez şaş nebim rojên dagirbuna Efrînê bû, bi ew hestên neteweyî em bi hevra peyam şandin û bi wî awayî yekem car kurdî nivîsîyam. Piştî jî ji xwe rastê tirşîkê hatim û li wir berdewamim.



10.12.2020 17:22 | lonw karda

dengdanên dawîn (yên din..)
îy yo hee [1]
Strana binavûdeng a koma the cranberries e. zarok bûm. Jin...
fuckîro rebeno [1]
ez jî nizanim çi ye. min tirşikê dixwend .hema ji nişka ve hat min wek...
nexweşiya mirovê vî wextî [2]
Pirsgirêkek din: her kes di bubble-ê xwe de dijî. Tenê mijarên hilbija...
helbestên ku tirşikvanan nivîsandine [1]
Xwîna-Pak Ji te re dibêjim, Tu yî tu! Erê hem jî gelek baş dizanim...
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1]
Raffî Mardoyan - fatima salih axa

...
belki ev jî bala te bikişînin
» destpêka edebiyata kurdî
» nivîsandina li tirşikê ji bo zêdebûna lîsteya rojevê
» kurdî-dera cizîrê

Kategoriyên mijarê:: ziman tirsik jiyan perwerdehi ziman tirsik jiyan perwerdehi ziman tirsik jiyan perwerdehi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî