Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


5 mijar û 6 peyam
xemakê - tirşik
xemakê
(16) (1) (8)
di mijarê de bigere

1. bi xêr hatîye tirşikê. profîla xwe têra xwe tije kiriye. dibêm wê bibe tirşikvanek mayînde.



2020.12.12-00:27 | simurg56

2. Tirşikvaneke teze ye. û wisa eşkere kiriye ku li ser goreyên wê wêneyên sêvan hene. *
bi xêr hatiye dibistana tirşikê ...



2020.12.12-12:54 ~12:54]| bûtîmar

3. Tirşikvana ku wekî min şev û roj dixebite ezmûna yks2021ê. * ji dil xêrhatina wê dikim. Hêvî dikim li vir her domdar û berdewam be.



2020.12.12-16:53 | yûsiv

4. Tirşikvanekê ku hemwelatiyê mehmed uzun e.
Ew Çi bextewariyek xweş e.



2021.01.25-21:14 | cinorek

5. Nivîskara di vê peyamêde
shorbevan/130819
hizkirina xwe piçek be jî jiminre diyar kiriye * ev jî serkeftine jibû min * ez wê pîrozdikim jiber rasterast li riyê min gotiye di pey minde negotiye a dilê xwe aşkere kiriye, dilê rihayî û êlihiyan diminde rihet kiriye. wê îro xewa min bê gelo.. Ji xwe beriya ku aşkere bike min dizanibû ji min heznake û carna reşikan jî dide ma ne rihayîye * ku zanibûya hewqas kêfa min ji hêlekana pêxembera yanî ji rihaya qedîmre tê û li ser rihayiyan mirarim ka wisa digot * hêvîdikim hezkirina wê piçek din jî, hima kêrtikek din jî zêde bibe

Pêkenokek wiha hat bîra min;
Rojek yekî bizorê dikin misilman xwe didin serserê wî dibêjin îlla tuyê limêj bikî, wî hîndikin.. rojek dema limêjê tê dibêjin hecî de rabe limêj bike ew jî diçe ser şehlikê dibêje bi niyetim berê min li kendalê sor/çiyayê geresor dikim çar rikeet limêja bizor yarebî ne jibû te jibû evdên te xwedao tu qebûl nekî allah û ekber *

ez jî bizorê xwe bi kesî nadim hezkirin bizorê nabe.. mala hezkiriyên min û nehezkiriyên min tev avabe herkes azad û bêminete



2021.02.09-23:54 ~23:57]| shorbevan

6. Tirşikvanek herî temenpiçûk e. Gul û stêrka tirsik.netê ye. Her bijî û her binivîse *



2021.02.10-01:04 | kajav

7. Tirşikvana ku em diki nav xwe de civînek pêk bînin e . Ew jî wek min ji sêwrega rengîn e û gelek kesek hêja yi.



2021.02.10-14:51 | navîgiranmezelîwêran

8. Di sal 2005 ‘ an de li Riha’yê ji dayik bûye .Bi du zimanan mezin bûye . Ji çuktîya xwe heta naha hertim kurdî kurdayetî bala wê kişandîye . Ji ber wê xwe bi xwe hînî xwendin û nivîsandina kurdî bûye û fêrbûna xwe bi alîyê tirsik.net ê berdewam dike . Li gor kesê wê li derva dibîne wek pirr navxwe xuya dike lê ger di nav hevalên xwe be mirovek devliken û şorhez e .Ji çêkirina şîvan , voleybolê , şixulê , lîstikên online ê hez dike . Armanca jîyana wê ewe ku jîyanek serefraz û kurdewar berdewam bike .Daxwaza wê ya ji dinê jî wekhevî ye .



2021.02.11-23:29 ~23:30]| xemakê

dengdanên dawîn (Yên Din..)
xanimî gulfiroş [1]
Sitranek zekeriya abdulla ye. Bi zaraveyi Soranî ye, gelek xweş e ....
postmodernîzm [7]
Postmodernîzm, tevgereke berfireh e ku di nîvê sedsala 20n de li ser f...
botên telegramê yên kêrhatî [2]
@stickers bota ku ji bo afirandina stickera bi kêr tê. piştî k...
xelatên tirşikê 2020 [15]
xelatên ku xwedîyên wan dîyar bûne. (ji bo derengmayînê bibexşînin.) ...
wê hingê [2]
Wê hingê “o sirada” Vê hingê jî dibe. wekî Wê hingê çopir ji dûr l...
belki ev jî bala te bikişînin
» xemakê

Kategoriyên mijarê:: tirsik tirsik tirsik kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî