Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


35 mijar û 54 peyam
peyamên çeppikkirî yên di vê mijarê de; xemakê
peyamên çepikkirî

128968. Tirşikvaneke teze ye. û wisa eşkere kiriye ku li ser goreyên wê wêneyên sêvan hene. *
bi xêr hatiye dibistana tirşikê ...



26.10.2013 23:54 | endazer

130388. Tirşikvanekê ku hemwelatiyê mehmed uzun e.
Ew Çi bextewariyek xweş e.



01.06.2013 01:27 | simurg56

130856. Nivîskara di vê peyamêde
shorbevan/130819
hizkirina xwe piçek be jî jiminre diyar kiriye * ev jî serkeftine jibû min * ez wê pîrozdikim jiber rasterast li riyê min gotiye di pey minde negotiye a dilê xwe aşkere kiriye, dilê rihayî û êlihiyan diminde rihet kiriye. wê îro xewa min bê gelo.. Ji xwe beriya ku aşkere bike min dizanibû ji min heznake û carna reşikan jî dide ma ne rihayîye * ku zanibûya hewqas kêfa min ji hêlekana pêxembera yanî ji rihaya qedîmre tê û li ser rihayiyan mirarim ka wisa digot * hêvîdikim hezkirina wê piçek din jî, hima kêrtikek din jî zêde bibe

Pêkenokek wiha hat bîra min;
Rojek yekî bizorê dikin misilman xwe didin serserê wî dibêjin îlla tuyê limêj bikî, wî hîndikin.. rojek dema limêjê tê dibêjin hecî de rabe limêj bike ew jî diçe ser şehlikê dibêje bi niyetim berê min li kendalê sor/çiyayê geresor dikim çar rikeet limêja bizor yarebî ne jibû te jibû evdên te xwedao tu qebûl nekî allah û ekber *

ez jî bizorê xwe bi kesî nadim hezkirin bizorê nabe.. mala hezkiriyên min û nehezkiriyên min tev avabe herkes azad û bêminete



27.10.2013 00:18 | endazer

133774. ji bo xwudê, seb xatirê pêxember û ewlîyayan, ji kerema xwe re careke wisa xweşik bila formata tirşikê bixwîne.
wê tirşik kiriye foruma mala bavê xwe!
diyar e canikeke ciwan e kêfa min ji ciwanan re bi taybetî jî ji ciwanên ku xema zimanê xwe dixwin, gelek tê feqet avakirina şêwaz û islûbeke xweser û kemilî gelek girîng e. loma ji dewsa peyamên nekêrhatî, bila ji xwe re ji potansîyala xwe mezin, nivskareke têgihîştî biafirîne



08.06.2013 14:50 | simurg56

133830. Tirşikvanê ku kêfa min ji stran û stranbêjên ew jê hez dike te.
(bnr: abdel halim hafez) ,(bnr: freddie mercury) , (bnr: kerem gerdenzerî) ,(bnr: mihemed Şêxo) , (bnr: ebbas kemendî).
***
Îro rastê rexneyek tûnd hatiye. Her çiqas ku rexnekar hinekê rastî be jî (bikar anina emojiyan li ser tirşikê ne gorê formatê ye) xwezî rexneyên wisa bi peyamên taybet bên kirin. Weke dî her ki be dilşikestî dibe. Zatê moralê me bozix e ji ber ku tirşikvanên jin kêm.in.



01.06.2013 01:27 | simurg56

133836. Ew ên ku trolliyê dikin, ew ên ku dibêjin ezê hespê xwe bi kêfa dilê xwe bibezînim, bila ji kerema xwe fêrî rexneyan jî bibin. Kar û halê min tune ye heta êvarî pesn û wesfan bidim?



08.06.2013 14:50 | simurg56

133879. Di tirşikê de eger li gorî Formatê nîqaş û gengeşî hebîn pirr baş e. Ez ti car ji nîqaş û gengeşî û rexneyan narevim û ti car jî ez xwe ji nîqaş û rexneyan eciz nakim.
Ger hûn mijara navê min vekin û bixwînin hûn ê bibînin gelek rexne hene. Yanî mafê min nîn e ez bêjim hûn giş rabin û rûnin pesnê min bidin. Helbet ger kêmasî û qisûreke min hebe dê kesinan rabin bêjin. Çimkî li vir di heman demê platformek e jî û ez ne şaş bim mezintir û temendirêjtir platforma li ser internetê ya bi kurdî ye.
Ji bo tirşikê em karin bêjin baş xirab malpereke serkeftî ye. Li gorî potansîyela heyî ya kurdî bi ber ketiye, berkeftî ye. Sedemek jê bêguman Format e lê ji Formatê girîngtir jî hemî nivîskarên tirşikê bi demê re, hêdî hêdî xwe bi pêş xistine û ferhengê bi qasî zanîn û hewldana xwe dewlemendtir kirine. Sebr, tolerans û xweragirî ya li ber fikr û ramanên dijber, şifreya zêrîn ya serkeftinê ye.
Ez bawer im ti heqeret û piçûkdîtin tune ye di peyama min de. Ger hûn bi çavekî zelal û nêrîneke bêalî bixwînin hûn ê têbigihîjin.

Axirîn min zêde dirêj kir. Dişêm bêjim min dil heye bi hezeran nivîskarên tirşikê hebîn û her yek ji wan bi reng û dengê xwe tirşikê bixemilînin, heta ji wan tê hemî agahî û zanînan li vir Tomar bikin û bi felsefe, helwest û nêrînên xwe asoya me firehtir bikin û deriyên nû li ber me vekin. Bi nêzîktêdayîyên xwe bi kûrbûna xwe ya 'resen', nû û hûrgiliyan perspektîfek li heqîba me zêde bikin.
Ew bi xeyd û nazdariyê nabe, bi xweragirî û sebrê dibe.



08.06.2013 14:50 | simurg56