Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


35 mijar û 54 peyam
xemakê - tirşik
xemakê
(40) (13) (1)
di mijarê de bigere

1. bi xêr hatîye tirşikê. profîla xwe têra xwe tije kiriye. dibêm wê bibe tirşikvanek mayînde.



12.12.2020 00:27 | simurg56

2. Tirşikvaneke teze ye. û wisa eşkere kiriye ku li ser goreyên wê wêneyên sêvan hene. *
bi xêr hatiye dibistana tirşikê ...



12.12.2020 12:54 ~12:54 | bûtîmar

4. Tirşikvanekê ku hemwelatiyê mehmed uzun e.
Ew Çi bextewariyek xweş e.



25.01.2021 21:14 | cinorek

5. Nivîskara di vê peyamêde
shorbevan/130819
hizkirina xwe piçek be jî jiminre diyar kiriye * ev jî serkeftine jibû min * ez wê pîrozdikim jiber rasterast li riyê min gotiye di pey minde negotiye a dilê xwe aşkere kiriye, dilê rihayî û êlihiyan diminde rihet kiriye. wê îro xewa min bê gelo.. Ji xwe beriya ku aşkere bike min dizanibû ji min heznake û carna reşikan jî dide ma ne rihayîye * ku zanibûya hewqas kêfa min ji hêlekana pêxembera yanî ji rihaya qedîmre tê û li ser rihayiyan mirarim ka wisa digot * hêvîdikim hezkirina wê piçek din jî, hima kêrtikek din jî zêde bibe

Pêkenokek wiha hat bîra min;
Rojek yekî bizorê dikin misilman xwe didin serserê wî dibêjin îlla tuyê limêj bikî, wî hîndikin.. rojek dema limêjê tê dibêjin hecî de rabe limêj bike ew jî diçe ser şehlikê dibêje bi niyetim berê min li kendalê sor/çiyayê geresor dikim çar rikeet limêja bizor yarebî ne jibû te jibû evdên te xwedao tu qebûl nekî allah û ekber *

ez jî bizorê xwe bi kesî nadim hezkirin bizorê nabe.. mala hezkiriyên min û nehezkiriyên min tev avabe herkes azad û bêminete



09.02.2021 23:54 ~23:57 | shorbevan

6. Tirşikvanek herî temenpiçûk e. Gul û stêrka tirsik.netê ye. Her bijî û her binivîse *



10.02.2021 01:04 | kajav

11. ji bo xwudê, seb xatirê pêxember û ewlîyayan, ji kerema xwe re careke wisa xweşik bila formata tirşikê bixwîne.
wê tirşik kiriye foruma mala bavê xwe!
diyar e canikeke ciwan e kêfa min ji ciwanan re bi taybetî jî ji ciwanên ku xema zimanê xwe dixwin, gelek tê feqet avakirina şêwaz û islûbeke xweser û kemilî gelek girîng e. loma ji dewsa peyamên nekêrhatî, bila ji xwe re ji potansîyala xwe mezin, nivskareke têgihîştî biafirîne



18.05.2021 11:35 ~11:36 | ferhenga şikestî

13. Niviskara ku ji ber peyama li jor a ferhenga şikestî xeyidiye û peyamên xwe yên dawîn jê birine.*

Bi rastî haya min jî ji peyamên wê yên derî formatê hebû û qet kêfa min ji wan emojiyên ecêb re nedihatin. Min digot dê bi demê re hînê formatê bibe û peyamên bi rêkûpêk binivîse.

Dibêm bila neçe û bila vê meselê ji xwe bike rikdariyeke erênî û peyamên têr û tijî û li gor formatê parve bike.



18.05.2021 12:00 | xelîl

14. nimûna asay bûna dûrxistina nivîskaran ji tirşikê ye .
tevdî wê hûn deh-pazdeh nivîskarin , hewce dike ku hûn hevdû di kevçîk av de bifetisînin .
zimanxweşî heye gyan guh dide ,nade formata tirşikê ferq nake .

nivîskarên troll , nivîsên ne kêrhatî jî hewce ne .
"keçiboynuzumu yedim bekliyorum" di ekşiyê de hezar peyam nivîsandin .
û li gor nerrînên min millet pê kêfa xwe tanî.



18.05.2021 23:54 | shwinsherm

15. Niviskara ku ji alîyê formatparêzên kevneparez ji tirşikê hatîye afaroz kirin.



19.05.2021 00:00 ~00:04 | heval.js

16. Tirşikvanê ku kêfa min ji stran û stranbêjên ew jê hez dike te.
(bnr: abdel halim hafez) ,(bnr: freddie mercury) , (bnr: kerem gerdenzerî) ,(bnr: mihemed Şêxo) , (bnr: ebbas kemendî).
***
Îro rastê rexneyek tûnd hatiye. Her çiqas ku rexnekar hinekê rastî be jî (bikar anina emojiyan li ser tirşikê ne gorê formatê ye) xwezî rexneyên wisa bi peyamên taybet bên kirin. Weke dî her ki be dilşikestî dibe. Zatê moralê me bozix e ji ber ku tirşikvanên jin kêm.in.



19.05.2021 08:36 ~10:36 | cinorek

17. Ew ên ku trolliyê dikin, ew ên ku dibêjin ezê hespê xwe bi kêfa dilê xwe bibezînim, bila ji kerema xwe fêrî rexneyan jî bibin. Kar û halê min tune ye heta êvarî pesn û wesfan bidim?



19.05.2021 11:30 | ferhenga şikestî

18. Tirşikvana ko divê nereve, dev ji tirşikê bernede. Dilhiştina wê sedî sed belasebeb nabînim ji ber ku gava ku yek bixwazi şîretan li yekî bike, divê bi xweşkayî li ser peyamên taybet rexneyên xwe lê biki da ku ew xelk jî wan peşnîyaran ji xwe re bigire. Qasî ku min ji peyamên @ferhenga şikestî xwendibû,min digot qey camêrek zana û gihiştîye lê heqê wî li vê keçika reben tunnebû ko li bin sernava wê de wê bihetikîni û ew jî ne bes heri li bin sernava nivîskareke din weswê wî bide da ku xelk ji hev sor bibin.
Bi xwedê û hezar telaqî, kirayarên ku hûn dikin ne kêmî ji ên serdesta ne! Ji dêlava ku hûn bêjin"mala xwedê ava, ciwanên me xwe li zimên dikin xwedî", hûn eksa wan dişkînin!



19.05.2021 11:32 | pîroz

21. xeydandin ne tiştek duruste, divê meriv dilê mirova nehêle lê jibû xemakê Xwedê û pêxember tev jê razîbe bûve sedem *, bitcoin pump û 10x bikira hewqas kêfa min nedihat lê xwezî bi astengiya wê bû, lê ev jî başe * jixwe kêfa wê jiminre nedihat û bela sebep reşikan dida, trolî dikir lê ew ne li vire xwedayê wê livire kêfa min ji vî kurmê wêre hat ne binefis bû, tirên wê bideng û şidandî bûn yanî reşşikên ku dida aşkere dikir *
Ku piçek kêfa wê jiminre bihata û çepikek dabûna îro minê ferhenga şikestî bê minet bikira minê bigota bi kerê nikare dibeze kurtan, dîsa hate vandera berî nava hevda.. lê na xwedê jî zane min teştek tuyên reş daye ber xwe eleqeya xwe bi we nakim * qasê kêfa min ji xemakêre tê hewqas jî li ser ferhenga şikestî mirîme(ferjenga şikestî jî ne xeyde jibû xemakê aş bikim wisa dibêjim) lê ez wî piçek mafdar dibîmin xemakê pîra bê dirand emrê te di tirşikêde qediya tu hê jî tirşikê wekî facebook twitter instagram.. bikartînî ne tu tenêyî em gelekin ez jî car car wisa bikartînim. Lê ji rexneyanre derî li ser piştê bihêlin, ma hûn nabêjin tirşik a me tevaye wêdemê xweş bi nexşînin yanî roja bê şer û pevçûn bê xeyd û astengî derbas bû wê roja xwe helal nekin* ..

jiber xatirê ku îro ne li vanderaye kes tune reşşik bide ez dikarim bi dilrihetî binivîsim herwiha bixêrhatiye bixêr çûye, bê bela vegere, û bi hêviya bela xwe ji min vegerîne wê demê ezê piştgiriyê bifikirim *


Rastkirin: nevxêra ku emrê kêfa min kinkiriye bixêrhatiye



19.05.2021 21:19 ~21:32 | shorbevan

22. Di tirşikê de eger li gorî Formatê nîqaş û gengeşî hebîn pirr baş e. Ez ti car ji nîqaş û gengeşî û rexneyan narevim û ti car jî ez xwe ji nîqaş û rexneyan eciz nakim.
Ger hûn mijara navê min vekin û bixwînin hûn ê bibînin gelek rexne hene. Yanî mafê min nîn e ez bêjim hûn giş rabin û rûnin pesnê min bidin. Helbet ger kêmasî û qisûreke min hebe dê kesinan rabin bêjin. Çimkî li vir di heman demê platformek e jî û ez ne şaş bim mezintir û temendirêjtir platforma li ser internetê ya bi kurdî ye.
Ji bo tirşikê em karin bêjin baş xirab malpereke serkeftî ye. Li gorî potansîyela heyî ya kurdî bi ber ketiye, berkeftî ye. Sedemek jê bêguman Format e lê ji Formatê girîngtir jî hemî nivîskarên tirşikê bi demê re, hêdî hêdî xwe bi pêş xistine û ferhengê bi qasî zanîn û hewldana xwe dewlemendtir kirine. Sebr, tolerans û xweragirî ya li ber fikr û ramanên dijber, şifreya zêrîn ya serkeftinê ye.
Ez bawer im ti heqeret û piçûkdîtin tune ye di peyama min de. Ger hûn bi çavekî zelal û nêrîneke bêalî bixwînin hûn ê têbigihîjin.

Axirîn min zêde dirêj kir. Dişêm bêjim min dil heye bi hezeran nivîskarên tirşikê hebîn û her yek ji wan bi reng û dengê xwe tirşikê bixemilînin, heta ji wan tê hemî agahî û zanînan li vir Tomar bikin û bi felsefe, helwest û nêrînên xwe asoya me firehtir bikin û deriyên nû li ber me vekin. Bi nêzîktêdayîyên xwe bi kûrbûna xwe ya 'resen', nû û hûrgiliyan perspektîfek li heqîba me zêde bikin.
Ew bi xeyd û nazdariyê nabe, bi xweragirî û sebrê dibe.



19.05.2021 21:48 | ferhenga şikestî

23. Mirovê ku vesîle bû ku ez têkevim tirşikê ye .



23.06.2021 00:10 | xunceleb

24. hesaba fake ya navîgiranmezelîwêranê bû.



23.06.2021 13:10 | heval.js

26. te ji dizanî ಠ‿↼



23.06.2021 13:20 | heval.js

28. Ez salekê ji wê biçûktir im. Temenê ku wî li ser vê malperê tomar kiriye bi temenê min ê niha ye.
Min ê "kesê ku komên whatsappê de her tiştî dixwîne lê tê de nanivîse", min ê demek berê vê yekê bigota, lê dema ku min peyamên li ser vê mijarê xwend, min fêm kir.

Berî we zarokek hebû hevalno. Ma hûn bi mentiqî ji keçikê re peyaman binivîsin û li ser formatê bipeyivin hûn ê bimirin? Ma hûn birastî ewqas ji şikandina dilan hez dikin? Dikaribû di nivîsandina kurdî de xwe pêşde bibe. de çi bû bû.

Min bi xemakê re axivîm û min jê hez kir. Ez hêvî dikim ku ew dîsa dest bi nivîsandinê bike. tu her hebî hevalê delal.



23.05.2023 21:01 | horhorik

29. li şûna bersivandina deneme-yan dikeve tirşikê*
wekî din, hêvî dikim pûanekî rind çêkê.



14.06.2023 00:07 | ciwanzêr

30. Hêvî dikim ya fi profîla wî de ne di dilê wî de ye, çizam dixwaze îronî mîroniyekê bike*



14.06.2023 00:33 | rizgarm

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (yên din..)
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Herhal bêhna wan teng dibe, tiştek balkêş di tirşikê da nabînin ji ber...
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
taybetmendiyên jinên faris ên li tirkiyeyê [1]
(bnr: botoks) (bnr: li nîveka rêyan da rêzbûn û wisa meşiyan) (bnr: ...
warê stranan [1]
Weke berdewama qonaxa nû ya projeyên ji bo meyla hilberandina naveroka...
belki ev jî bala te bikişînin
» xemakê

Kategoriyên mijarê:: tirsik tirsik tirsik kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî