Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
xemakê - tirşik
xemakê
(40) (13) (1)
di mijarê de bigere

1. bi xêr hatîye tirşikê. profîla xwe têra xwe tije kiriye. dibêm wê bibe tirşikvanek mayînde.



12.12.2020 00:27 | simurg56

2. Tirşikvaneke teze ye. û wisa eşkere kiriye ku li ser goreyên wê wêneyên sêvan hene. *
bi xêr hatiye dibistana tirşikê ...



12.12.2020 12:54 ~12:54 | bûtîmar

3. Tirşikvanekê ku hemwelatiyê mehmed uzun e.
Ew Çi bextewariyek xweş e.



25.01.2021 21:14 | cinorek

4. Nivîskara di vê peyamêde
shorbevan/130819
hizkirina xwe piçek be jî jiminre diyar kiriye * ev jî serkeftine jibû min * ez wê pîrozdikim jiber rasterast li riyê min gotiye di pey minde negotiye a dilê xwe aşkere kiriye, dilê rihayî û êlihiyan diminde rihet kiriye. wê îro xewa min bê gelo.. Ji xwe beriya ku aşkere bike min dizanibû ji min heznake û carna reşikan jî dide ma ne rihayîye * ku zanibûya hewqas kêfa min ji hêlekana pêxembera yanî ji rihaya qedîmre tê û li ser rihayiyan mirarim ka wisa digot * hêvîdikim hezkirina wê piçek din jî, hima kêrtikek din jî zêde bibe

Pêkenokek wiha hat bîra min;
Rojek yekî bizorê dikin misilman xwe didin serserê wî dibêjin îlla tuyê limêj bikî, wî hîndikin.. rojek dema limêjê tê dibêjin hecî de rabe limêj bike ew jî diçe ser şehlikê dibêje bi niyetim berê min li kendalê sor/çiyayê geresor dikim çar rikeet limêja bizor yarebî ne jibû te jibû evdên te xwedao tu qebûl nekî allah û ekber *

ez jî bizorê xwe bi kesî nadim hezkirin bizorê nabe.. mala hezkiriyên min û nehezkiriyên min tev avabe herkes azad û bêminete



09.02.2021 23:54 ~23:57 | shorbevan

5. Tirşikvanek herî temenpiçûk e. Gul û stêrka tirsik.netê ye. Her bijî û her binivîse *



10.02.2021 01:04 | kajav

6. ji bo xwudê, seb xatirê pêxember û ewlîyayan, ji kerema xwe re careke wisa xweşik bila formata tirşikê bixwîne.
wê tirşik kiriye foruma mala bavê xwe!
diyar e canikeke ciwan e kêfa min ji ciwanan re bi taybetî jî ji ciwanên ku xema zimanê xwe dixwin, gelek tê feqet avakirina şêwaz û islûbeke xweser û kemilî gelek girîng e. loma ji dewsa peyamên nekêrhatî, bila ji xwe re ji potansîyala xwe mezin, nivskareke têgihîştî biafirîne



18.05.2021 11:35 ~11:36 | ferhenga şikestî

7. Niviskara ku ji ber peyama li jor a ferhenga şikestî xeyidiye û peyamên xwe yên dawîn jê birine.*

Bi rastî haya min jî ji peyamên wê yên derî formatê hebû û qet kêfa min ji wan emojiyên ecêb re nedihatin. Min digot dê bi demê re hînê formatê bibe û peyamên bi rêkûpêk binivîse.

Dibêm bila neçe û bila vê meselê ji xwe bike rikdariyeke erênî û peyamên têr û tijî û li gor formatê parve bike.



18.05.2021 12:00 | xelîl

8. nimûna asay bûna dûrxistina nivîskaran ji tirşikê ye .
tevdî wê hûn deh-pazdeh nivîskarin , hewce dike ku hûn hevdû di kevçîk av de bifetisînin .
zimanxweşî heye gyan guh dide ,nade formata tirşikê ferq nake .

nivîskarên troll , nivîsên ne kêrhatî jî hewce ne .
"keçiboynuzumu yedim bekliyorum" di ekşiyê de hezar peyam nivîsandin .
û li gor nerrînên min millet pê kêfa xwe tanî.



18.05.2021 23:54 | shwinsherm

9. Niviskara ku ji alîyê formatparêzên kevneparez ji tirşikê hatîye afaroz kirin.



19.05.2021 00:00 ~00:04 | heval.js

10. Tirşikvanê ku kêfa min ji stran û stranbêjên ew jê hez dike te.
(bnr: abdel halim hafez) ,(bnr: freddie mercury) , (bnr: kerem gerdenzerî) ,(bnr: mihemed Şêxo) , (bnr: ebbas kemendî).
***
Îro rastê rexneyek tûnd hatiye. Her çiqas ku rexnekar hinekê rastî be jî (bikar anina emojiyan li ser tirşikê ne gorê formatê ye) xwezî rexneyên wisa bi peyamên taybet bên kirin. Weke dî her ki be dilşikestî dibe. Zatê moralê me bozix e ji ber ku tirşikvanên jin kêm.in.



19.05.2021 08:36 ~10:36 | cinorek

11. Ew ên ku trolliyê dikin, ew ên ku dibêjin ezê hespê xwe bi kêfa dilê xwe bibezînim, bila ji kerema xwe fêrî rexneyan jî bibin. Kar û halê min tune ye heta êvarî pesn û wesfan bidim?



19.05.2021 11:30 | ferhenga şikestî

12. Tirşikvana ko divê nereve, dev ji tirşikê bernede. Dilhiştina wê sedî sed belasebeb nabînim ji ber ku gava ku yek bixwazi şîretan li yekî bike, divê bi xweşkayî li ser peyamên taybet rexneyên xwe lê biki da ku ew xelk jî wan peşnîyaran ji xwe re bigire. Qasî ku min ji peyamên @ferhenga şikestî xwendibû,min digot qey camêrek zana û gihiştîye lê heqê wî li vê keçika reben tunnebû ko li bin sernava wê de wê bihetikîni û ew jî ne bes heri li bin sernava nivîskareke din weswê wî bide da ku xelk ji hev sor bibin.
Bi xwedê û hezar telaqî, kirayarên ku hûn dikin ne kêmî ji ên serdesta ne! Ji dêlava ku hûn bêjin"mala xwedê ava, ciwanên me xwe li zimên dikin xwedî", hûn eksa wan dişkînin!



19.05.2021 11:32 | pîroz

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» xemakê

Kategoriyên mijarê:: tirsik tirsik tirsik kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî