Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


44 mijar û 78 peyam
pirtûkhez - tirşik
pirtûkhez
(12) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. Navê qenaleke Youtubeê ku li ser pirtûka ye.
Pir çalak e, her heftî qala Pirtûkeke nû dike, tişta rastî tiştên wisa bala min nakişînin, lê ji bo kesên ku bala wan dikşîne karekî pîroz e.

Her wiha Ez li vîdeoyan temaşe nekim jî, ji bo piştgiriyê ez bûm abone. Îro dixwazim di hemû qadên jiyanê de her tişt hebe, û yek ji wan tiştan jî ev e. Bila kurdî li her derî be.

Here lînkê



12.12.2020 21:40 | merwano

2. yek ji qenalên kurdî ên li youtubê ye. bi lez bûm abone. weka her cûreyên qenalan, krîtîk û rexnegeriya kitêban jî lazim bû. bi hêviya zêdebûna qenalên bi kurdî.



12.12.2020 21:57 | hueyn


4. ez ê ji vir şûnve bi navê pirtûkhez ê li vir bim.



06.07.2022 16:02 | pirtûkhez

5. Bi xêr hatiye.li ser youtube û twitterê rastê parveyên wî têm.Carek duyan jî li ser youtube weşana ixb nde rastê wî hatibûm.



06.07.2022 19:26 | brzn

6. endamekî nû ye. bixêr hatiye. pirtûk di dest de hatiye. xuya ye ji pirtûkan hez dike; hema bibêje li ser pirtûkan dimire * li înternetê, (YouTube, instagram) bo kurdî karên qenc pêk aniye. baş xebitiye.

organîzasyona zarok ma, tu meyze dikî, karên pîroz bo ziman û zarokan dikin. Here lînkê piştî demekê wê belkî pirtûkhez jî karên xwe biqulipîne ser rêxistin an komeke çalak û hêja, mîna "zarok ma"yê.



09.07.2022 11:07 | mirovekirind

7. min wê rojê çend vîdyoyên wî temaşe kirin û bi rastî xweş û serkeftî ne.(bi taybetî a dawî) lê wekî pêşniyaz, bi min bila vîdyoyên xwe bi sepanên editê sererast bikin û wiha biweşînin wê pir xweştir be. di telefonê de inshot heye ku bo destpêkê wê gelek alî wî bike.



09.09.2022 17:09 | biruya hayao miyazaki

8. pirtûkhez kanaleke li ser youtubê danasîn û nirxandina pirtûkên kurdî dike.





ne tenê yên ku bi kurdî hatine nivîsandin, dinyayê bi kurdî dixwîne û bi kurdî şirove dike .

hesabên pirtûkhez ê li ser înstagram , tiktok û twitterê jî heye .
navnîşan : @pirtukhezz



27.09.2022 16:09 ~16:08 | pirtûkhez

9. Ev îro çend ro hesreta dilê min e ku pirtûkek Kurmancî bixwînim. Hêvî dikim rûpela vî camêrî ê kêrî min be...



28.09.2022 01:55 | pîroz

10. Kanala youtube ya ku kampanyaya belavkirina pirtûkên kurdî daye destpêkirin. Kesên peyam jê re bişînin wê bê heq ( belaş) pirtûkên kurdî ji wan re bişîne.

Li ser hesabê instagram karin jê re dm binivîsin:

Here lînkê

Ev jî vîdyoya wî ya ku kampanya daye destpêkirin





27.02.2023 21:48 | tîrêj zana 21

11. Gava min nû kampanyaya wî ya ku pirtûkan belaş belav dikir dît; li ser dersa online bûm û li paş ekranê da min vîdyoya mamoste @pirtûkhez dinerîya kêfa min gelekî hat çawa vîdyo qedîya min jê re nivîsand û tevlî kampanyayê bûm. Lê min digot qey em ê pirtûkên ku me xwedîyê ê ji me re bişîne ji loma (bnr: şermezarîyek mezin) min jê re pirtûka ku min dixwest ku bixwînim got û mamoste tenê pê kenîya û cî de pê derxist ku min vîdyoya wî hinek li hewa lê nerîye. Lê dîsa jî dilê min nehişt û got ser çavan.
Ji bo vî karê wî yî bedew wî ji dil û kezebê pîroz dikim. Hêvî dikim siberojê ez jî giham deverekê kampanyayên wilo kêrhatî ava bikim û dilê Kurmancên ciwan li Kurmancî xweş bikim.

Nîşe:
Ne ji ber tiştekî lê çi çar wilo pêşbirkan bibînim kêfa min tê û dixwazim tevlî wan bibim tu divê siûd li min vegeri û ez tiştekî dest bixim yan dest vala bimînin ji min re ferq naki lê ew kelecanî ya bendemayîna encaman kêfa min tîne.



28.02.2023 01:58 | pîroz

12. Here lînkê

"beg efendî"yek komîk e. wêneya twîta silheddîn demîrtaş parve kiriye, twît wisa ye:

"divê em roja yekşemê de bêyî kêmasî biçin li sindoqan û dengê xwe bidin"
hinek ji bo parastina denga şîretan daye û..
"heger sedemekî we jî tûne be jî ji boyî xatrê min biçin dengdayînê"

ew jî raveya wê twitê wekê "wwooooowww hûn dibînin, ew gotiyê boyî xatrê min deng bidin" kiriye. ew îşê zarokan e. yan vêqas fehma wî heye yan jî dixwaze wisa fehm bike. her dû îxtîmal jî bobelat e felaket e komedya ye.



27.05.2023 15:53 ~15:53 | ciwanzêr

13. Tirşiknûsekî jêhatî ye (tirşikvan).

Dibêm qey ev pirtûkhez ew pirtûkhez e ku Bo bibîranîna 45 salîya wefata erebê Şemoyî bernameyek çêkiriye, Li spotifyê bar kiriye, di bin hesaba hûrbînî'yê de, bi hevkariya yekî.

Bername li ser dîrok û agahîyên curbecur li ser Erebê Şemoyî û romana kurdî ya li Qefqasyayê ye. Ji bilî peyivîna bi hev û din re, xwendina pasajên "Şivanê kurmanca" jî kirine. Xweş bûye.

(Spotify) Here lînkê



16.06.2023 13:51 | mirovekirind

dengdanên dawîn (yên din..)
simurg56 [2]
Nojdarekî serkeftî yî tirşikê ye. Min îroj xaltîka xwe bo muayene û te...
hedîsên ku tirşikvan jê hez dikin [1]
(bnr: pirs nîvê ilmê ye)
min hedîsek wisa xwendibû. nizanim ras...
renas kaya [1]
Navê wî çibû lo. Ridwan bû? Rahîme bû? (lînk: https://www...
keloş [1]
Spas ji bo pêşwaziyê cinorek ^.^ Rast e çawa ku hatim keti...
keloş [2]
Nivîskareke nû ye lê bawer im di jiyana xwe ya pêşîn da jî tirşikvan b...
belki ev jî bala te bikişînin
» pirtûkhez

Kategoriyên mijarê:: tvradyoqenal tvradyoqenal tvradyoqenal kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî