Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
mohsen namjoo - tirşik
mohsen namjoo
(5) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Mohsen Namjoo 1976 li îranê hati ye dine, ,stranbêj, muzîsyenê û nivîskarekî navdar e



01.10.2013 23:03 | newenda

2. Bi stranên wî bêhna meriv dertê. Bi taybetî ev strana "zolf bar bad"



02.10.2013 13:16 | tolazek

3. Mohsen Namjoo di sala 1976'an de li Turbeta Cem, li bajarekî biçûk ê li bakûrê rojhilatê Îranê, hate dinyayê û di hundirê malbateke gerdîşî de mezin bû. Namjoo ji zarokatiya xwe pê ve dildariya muzîk û edebiyatê ye. Lewra kêfa wî bi xwendina Quranê gelek dihat û ew wek kilambêjekî ciwan tevlî hinek çalakiyên hunerî dibe.

Ji sala 2000'an pê ve ew giranî dide muzîka rock û jazzê - û ew hewl dide her du stîlên muzîkê bi muzîka kevneşopî ya îranî bike yek. Encamên van ceribandinan ji etudên ku bi teknîka xirab hatine kişandine pêk tên. Hinek ji van qeydan li hemû welatê belaw dibin û digihêjin gelek guhdarvanên faris.
Mohsen Namjoo bi taybetî bi rêya belgefîlma bi navê "Sounds of Silence" (Dengên Bêdengiyê) xwe ji raya giştî ya navne teweyî re dide nasîn. Fîlmê ku ji derhênerên Amir Hamz û Mark Lazarz hatiye amadekirin, bi taybetî muzîka 'binax'/underground a Tehranê dide nasîn. Di vê fîlmê de muzîsyenên îranî yên wek O-Hum, Hich-Kas û Bonakdar jî tên pêşkêşkirin.



12.11.2013 15:29 ~2020.05.05 20:21 | xwelî li ser

4. stranbÊjekÊ wusaye ku gava ew dikuxe jÎ ew dibe musÎk. ger hÛn bi min bawer nakin, li vir mÊze bikin:

http://cinorek.org/2013/11/09/oksurmesi-bile-muzik-olan-adam-mohsen-namjoo/



12.11.2013 18:41 | cinorek

5. lI GOR BALA ÇEND HEVALÊN MINÎ ÎRANÎ EW KURDE. lÊ BELÊ MIN JI DEVÊ MOHSEN NEBIHÎSTÎ KÛ EW KURDE. eV MUZÎKEK WÎ BI NIVÎSA KURDÎ YE :



21.11.2013 23:35 | newîyêxane

6. kengî mûzîsyenek ji nav xaka îranê derkeve kurdên me yên bakur bêyî ku bipirsin û şopê li pey bigerînin cihde etîketa kurdayetiyê pê ve dizeliqînin lê heta niha ji xeynî çend forum û platoformên kurdan min li tu derî derheqê kurdbûna wî de tiştek nedîtiye û nexwendiye..

û ez vê jî bêjim kesek eger bi esl û nijada xwe kurd be jî heta ku bi devê xwe nebêje ez kurd im, ne kurd e..



17.12.2013 21:54 | endazer

7. Hunermendê ku kurdbûn û nekurdbûna wî nizanim lê ta niha min du stranên wî yên kurdî dîtine.

Yek jê khan baji ye, http://youtu.be/hr9lFN2GCaQ

Ya din shirin shirinam e http://youtu.be/yYpwkgJBQqI



17.12.2013 22:09 | ceso

8. dibêjim qey jê fêhm dikin lê fêhm nakim. heçko kurdî bistire... dengê wî û zimanê farisî gelek dişibe kurdiya gewre. xwediyê stranên xweşik e.



08.02.2014 11:45 | simurg56

9. stranbêjê ku strana wî ya bi navê şîrîn şîrîna'm pir xweş e



15.04.2014 23:55 | oxir

10. kurd e, hevÎ dikim ku weka farÎd farjad bÊ şeref dernekeve.



16.04.2014 00:02 | hun çawane heval:)))))))

11. Hîletê min ji va fers û persê bi dek û dolab diçe, çanda wa jî,mûzîka wa jî,wêjeya wa jî weke siyaseta wa derew û genîye..



16.04.2014 00:13 | birho_fîlo

12. çawa tirk dinyayê tirk dihesibînin tezên ecêp tavêjin holê hin kurd jî dixwazin navê kurdîtiyê bi hemû kesî ve bikin. lê mirov bi kurdbûyîna van kesan kêfxweş nabe bereksê wê pê aciz dibe. yaw ji bo berjewendiyên xwe yên ekonomîk naxwazin tu carî navê kurdîtiyê nahilînin û em bi qûna wan ve zeliqîne da ku bêjin em kurdin. yaw cehnima we bike



16.04.2014 11:34 | renas

13. bênamûsê farîd had saetek sax gotûbêjek û kir yek gotina derheqê kurdîtiyê de ne got û niha jî em pê hez ji xwe dikin. ew hezkirin di bin piyê keran de bê



16.04.2014 11:37 | renas

14. ma kurd çi fars çi? em ji yek eslÊ tÊn. (bnr: biji mohsen namjoo)

tirk diçin mongolianên sibîriyayê hê diken tirk. lê hûn persian û zimanê persian biyanî dibinin.

(bnr: dombıra)



16.04.2014 11:44 | cinorek

15. bi rastî xweş distirandiye .







15.07.2014 16:25 | kurê xelkê

16. ev zilam bikuxê jî dibe stran.*



15.07.2014 19:26 ~2016.01.16 14:12 | xwelî li ser

17. (bnr: gladiatorha)



01.09.2014 05:06 | berxweda

18. ev stranê wî gelek xweş e. gava stranê dibêje min serxoş dike, moxone qey miho dibêje ne kurd e.*





30.11.2014 17:58 | rêzan

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» mohsen namjoo

Kategoriyên mijarê:: muzikstrnbj
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî