Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


9 mijar û 11 peyam
xurs - tirşik
xurs

Navê mijarê ya ewil ev bû:xûrs
(2) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. komê gûnda ya li mêrdinê ye go bi xweza û tûtunên xwe navdar e.



14.12.2020 12:29 ~16:50 | hueyn

2. ne navçe ye gundê qoserê ye û navê wê xurs e



14.12.2020 12:39 | keyomerd

3. xurs, ne gunde komela gunda ye ji diwazde gunda pêk tê .
(belkî heft gund bin nema tê hişê min)

dîrokî ye, bi tûtna xwe navdar e .

newal e û gund li dora wê newalê nin .
ji jor heta jêr çemê wê diherike .
dehlê jor gelekî xweş in her tu ji gundê jor dadikevi jêr av jî kêm dibi.
welatparêz in lê ji ber xeteyê hdp nîvê reyê gund dihere ji akp re.
dewlet vê talî yê érebê mêrdîn kir ye nav wan û têra xwe xursî bi éreban re zewicî ne .
loma etnîsta xursê xera bû ye.

şînahiya wê pirr û xweş e.
stranbêj ronî artîn jî xursî ye.

x"u"rs
tîpa "u" ne wek u tê gotin û ne wek û .
tiştek di navbera herdû tîpa de ye .
wek bi lêvkirna k"u"rd.

ev gotina jî di nav koseriya navdar e.

xursî xiyarê çelmisî ne dixwe û ne dide kesî. .

erê xursî hinekî xesîs in û şeytanéhmeq in .

bazarî û şirikahiyê bi wan re nekin hûn ê qazikek baş bixwin .



14.12.2020 16:22 ~20:35 | shwinsherm

4. xurs e ne xûrs e.



14.12.2020 20:31 | xabûrî

5. Gotinekî peşîyên Kurdan dibêje Bi pirsê mirov diçe xursê
Bi rastî min xwest bizanibim gelo xurs çi ye , lê geriyam lê wateya wî rast e rast nîne.Tenê li vir çend agahî dît.Ew jî gelek kêr min hat.



24.03.2021 07:38 | brzn

6. Di nav vê ziwahî û toza Mêrdînê de devereke wek bihuştê ye. Şînahî û ava wê di kelqiça havînê de dilê mirov hênik dike.
Tûtin mûtina wê bala min nakişîne ji ber ku ez cixareyê nakişînim. Her wiha vê dawiyê ez jî hîn bûm ev meseleya Ereban. Hevalekî xursî got ew ne Ereb in, Kurd in lê bi Erebî diaxivin. Ecêb, çewa tiştekî werê çêdibe



24.03.2021 23:47 | xabûrî

dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
seyda perinçek [1]
Bavê wî cangorî ye di sala 1990î li gundekî qoserê şehîd ket. Dibê ku ...
belki ev jî bala te bikişînin
» xursî

Kategoriyên mijarê:: cihuwar cihuwar cihuwar
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî