Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


19 mijar û 29 peyam
wan - tirşik
wan
(14) (0) (1)
di mijarê de bigere

19. Wan bajarekê pir xweş e. Behra wê a bi cinawir, pisîka wê a çav xweşik û penîrê wê ê tamxweş pir navdar in.



23.04.2020 21:08 | zanyarêbêdiran

20. Wan ji bo Kurdan bajarekî gelek grîng e. Keledoş, Sirîka Wanê, Taştê, Pisîk, Şorbe Girar...



19.12.2020 16:51 | mafperwer

21. bajařê ku ji min nayê jê re bibêjim kurdistanî. %80 turkî dipeyivin, ên kurdî dipeyivin jî bi kurdiyeka gelek xerab dipeyivin. li zanîngeha wê rêjeya kurdîpeyivînê bêtir e çûnku ji bajařên wek mêrdîn, şirnex û hekariyê gelek kes hene. herwiha geştiyarên fars lê gelek in, ji ber vê jî li piřaniya dikanan nivîs bi turkî û farsî ne, çûnku fars pere dikin, kurdî nake. tenê li ser tabelayên şaredariyê turkî û kurdî dinivîse ew jî wek ji googleê hatine wergeřandin. wekî din devoka wanê gelek şîrîn e û wek a ûrmiyeyê ye û ji awirê fonetîkê ve dişibe farsiyê, ku pîrek li ber min kurdî bipeyive (jixwe ew tenê dizanin) dişêm seetekê godar bikim. lê ew jî gelek terwende ne.



09.10.2021 23:19 | keyomerd

22. bajarê keçikên kurdî zanin lê yek kelîmekî kurdî xebernadin û dema ku tu ji wana Ra kurdî dipeyivî jî bersiva te bi tirkî didin. Barikem yek peyveke kurmancî di devê wana derê rojiya wana yê betal be *

Qey tê bêjî rojiya kurdî nexeberdanê girtine.

Hevalekî min heye her tim dibêje heyfa zimanê kurmancî ye ku di devê kurmanca da ye.

Carinan ez merivên minanî wan keçikan yan jî yên kurmanciyê dilewitînin dibînim ev qotina hanê tê bîra mi.



10.10.2021 08:27 | bûtîmar

23. Ez di derbarê mijarên wisa de rexneyên bi vî şiklî napejirînim biborin. Helbet li gelek bajarên bakur axaftina Kurdî kêm e û her diçe kêm jî dibe. Lê mirov nikare bibêje ji sedî ewqas naaxive filan û bêvan. Eger tu bêjî ez ê jî ji te bipirsim: tu bi çend kesan re axivîy li wanê tu wisa dibêjî? Yan jî te li çend kesan guhdarî kir?

Ji kerema xwe bêlêkolîneke berfireh hejmarên wisa nedin û moralê kurdîaxêvan xerab nekin.

Edît: vê havînê ez jî çûbûm Wanê û min bala xwe dabû axaftina wan. Ez bi çend kesan re axivîm jî. Bi min ne ewqasî xerab bû li gorî rewşa bakur.

Edît 2: pel fîlm li Wanê jî bername çêkiriye û li Hîlwana Rihayê jî. Hûn dikarin temaşe bikin, eger we nekiribe, û hûn dikarin herduyan bidin ber hev. Hûnê bibînin bê kî baştir e di axaftinê de.



10.10.2021 11:17 ~11:32 | xabûrî

24. Li Bakûr; mezinbûna dewer a bajar de piştî Erzirom ê bajar ê duyemin mezin e. Li mezinbûna navenda bajar de jî bajar ê herî mezin Wan e. Serasera vir jî piştî Riha, Entab û Amed ê de bajarê mezin ê çaremin e. Navenda wî çiqas mezin be jî pêşketina navenda bajar, ji Entab û Amed ê gelek paşvetir ma ye. Golek e pir mezin li vir e, gelê vir dibêjinê Behra Wan ê, û em dikarin bêjin ev gol can dide vî bajarî. Sala 2012 yan, ji gorî rêveberiya dewlet a Tirkiye bûye Bajar ê mezin 3 navçeyên navendî û 10 navçeyên din girêdayî Wan ê ye lê em dikarin bêjin Colemêrg, Agirî, Mûş û Bilîs jî gelek mijaren de girêdayî Wan ê ne (Agirî û Mûş hinek mijaran de ser Wanê ne û hinekan de jî ser Erzirom ê ne, ez bawer im navçe bi navçe ferq heye) ji ber ku mixabin li van bajaran pêşketin pir kêm maye. Ji xwe li Wan ê de serasereki pir bi hêz li van bajariyan de pêk tê, yên din jî li navçeyên Wan ê koçberî navendê bûne û em nikarin li navenda Wan ê de behsa xwecihan bikin.
Ji ber ku li Şerê Cihan a Yekem de xwecihên Wan ê yên Ermenî, Kurd û Tirk an gelek mirov tên kuştin û koçber dibin. Navenda bajar hemû tê xwarê û xeynî çend mizgeftan her tişt hildişe. Piştî avabûna Komar a Tirkiyê, Azerî yên li Îran ê koçber bûne û li vir tên cih kirin, Ermenî û Kurd ên piştî şer mayî jî bi destên van tên asîmîle kirin (taybetî Ermenî yên sax mayî û koçber nebûyî tên asîmîle kirin). Pişt ve gelek salan Wan dibe wek bajarekî Azerî yan û li dîroka fermî de jî wisa tê nasdayîn. Azerî yên Wanê dibêjin em Tirk in û ji eşîra Kuresunnî ne ((bnr: )kurhesinî ) û Kurd ên vir dibêjin e Azerîyan de Ecem ((bnr: ) Acem ) lê ew dibêjin em Ecem nînin. Paşve gelek Kurd ên navçeyan û bajarên li derdora Wan ê û hinek Ereb ên navçeyên Sêrt ê koçberî vir dibin û seraser pir zêde dibe. Taybetî jî salên 1993 û 1996 yan dema agirdayîna navçeyên Colemêrg û Şirnex ê gelek mirov bi pêwistî koçberî vir dibin. Niha em dikarin bêjin navenda bajar ji %10 Azerî (Ecem-Kuresunniyên Tirk) %2-3 Ereb %5 Tirk û %80'ê zêdetir Kurd (Kurmanc) hene. Li navçeyan jî seraser nêzî %90-95 Kurd (Kurmanc) in. Seraser a navend ~650.000 û seraser hemû ~1.150.000 e. Pir koçberî li Wan ê pêk tê lê ji Wan ê jî pir koçberî bajarên rojavayê Tirkiyê dibin.
Navend a Wan ê bi sê navçeyan pêk tê: Rêya Armûşê (İpekyolu), Tûşba (Tuşba) û Artemêtan (Edremit). Dema Wan bû Bajarê Mezin, Şaredarê yekem (bnr: )
Bekîr Kaya bû, û li gori gelê Wan ê wî zilamî Wan ê re pir xizmet kiriye. Her sê navçeyên navendî jî sinora wan bi golê re heye û dema Bekîr Kaya şaredar bû parqekî mezin ber golê li nav sinorên Rêya Armûşê de, piştî ku qayûm 2016 yan de hat ser şaredariyê li Artemêt û Tûşba yê rêya sahîlê hat çêkirin û ev her sê cih jî ji bo Wan ê gelek xweş pêk hat. Navçeya herî mezin Rêya Armûşê ye û em dikarin bêjin navenda navendê li vir e, li Wan ê tiştên herî girîng li vir in. Pişt ve Tûşba tê û hilbera wanê li vir e, senayî û endustriya Wanê li vir pêk tê û zaningeh jî li vî navçeyî ye. Li navendê de navçeya sêyem û herî dawî Artemêtan e, Artemêt berî Bajarê mezin jî navçe bû û ku Wan bû bajarê mezin Artemêt jî tev bû û sinorê xwe mezin kir. Artemêt bi otel û restorant ên xwe yî lûks tên zanîn, cihekî pir xwezayiye, li vir behr û daristan hemberî hev in. 3 TOKİ yên mezin wek 3 navçeyan ser çiyayên vir in û nexweşxaneya herêmê a herî mezin li Artemêtê ye.
Xeynî 3 navçeyên navendê, 10 navçeyên derdorê jî girêdayî Wan ê heye. Ji wan navçeyan a herî mezin Erdîş e, navçeya seraser û pêşketînê de herî mezin e. Mixabin navçeya ku herî zêde asîmîle bûyî ev der e (ji xwe navçeyan de tenê navenda Erdîş ê asîmîle bûye) lê gundên vir hew qas asîmîle nebûne, gundekî Qirgiz an li vir 1983 yan de bi destê dewletê hatiye avakirin û serasera vir nêzî 4.000 e (Ulupamir). Piştî Erdîş ê navçeyek e ku em bêjin ev navçe pir mezin e tinne. Piştî Erdîş ê bi rêz: Qelqelî, Ebexe, Bargirî (Bêgirî), Elbaq, Payîzava, Westan, Mehmûdî (Serav), Şax û Mîks e. Li Qelqelî yê 2 gundên Laz an heye ku sala 1965 an de bi destê dewletê vir hatine cih kirin (Dönerdere û Emek), Mehmûdî (Serav) jî navendê nîvê seraserê Ecem (Azerî ) e lê gund hemû Kurd in, Westan navçeyeke pir xweş e û wek Artemêt ê xwezayî ye, ez bawer im 20-30 sal pişt ve ev navçeya jî wek Artemêt ê be. Li Payîzava yê çend gundên Ereb ên Sêrt ê hene lê wekî din nêzî 120 gundî hemû Kurd in, yek ji wan Ereban jî (bnr: )Hüseyin Çelik e. Erdîş, Qelqelî, Ebexe, Bêgirî, Serav ji gorî çand û erdnîgarî wek hev didin û ew Serhedî ne; Elbaq, Payîzava, Şax, Mîks û Westan jî wek hev didin û ew jî Behdînanî ne. Ji xwe hûn bi du hevên ji van herêman xeberdin hûn ê ferqa devokên wan bibînin.



04.04.2022 15:26 ~2022.04.07 20:11 | pêşewa

25. Her çend vê demên dawî xwecih ê wê bi kurdîya xirabî ve nav dabe jî, bi qasî mezin diken, nîn e û heman demê Kinarê kurdîaxivînê ve jî. Wekî din bi xweza ya xwe ve, gotin bê wate dimînin. Ji mêlak ê dikarim bêjim ku (ji kinarê min ve) ew bajêrê kurdistanê ê herî xweşik e



23.05.2022 01:58 | evcebarê pirê

26. bajarê ku gelek caran bûmelerzên biçûk lê diqewimin. ya herî xurt ku ez pê hesîyam 5.5 bû. cara pêşîn hinekî tirsîner bû lê niha em lê banîyan. bîstek berê jî yek qewimî niha řûdinêm û qehweya xwe vedixwim :d



21.10.2022 16:38 | keyomerd

27. Bi ya min bajarê herî mezin ê sêyem yê bakûr e û duyem bajarê Kurdan ê ku Kurd tê de piranî ne ye li bakûr. Bajarek gelek xweş e eger rêya we ketê bêyî ku hûn bigerin ji Wanê neçin, cihê geştyarîyê pir in wek keleha Wanê, girava Axtamarayê, gola Wanê, mala pisîkên Wanê, muzexaneyên wê û hwd. Di warê bazirganîyê jî de li gor bajarên derdora xwe xwedî astek baş de ye, hûn dê bikarin gor dilê xwe tiştên firotinê û kirrînê peyda bikin. Ji hêla çanda xwarinê ve xwedî taybetiyên xweş e, xwarinên cûr bi cûr hene. Ya ku ji hêla xelkê ve tê zanîn taştêya Wanê ye. Ji bilî van xwedî civakek kozmopolît e, him warê pêkhateyên ne Kurd him jî Kurdên Wanê jî di nav xwe de beş bi beş in wekî Serhedî û Bahdînanîyan. Çavkaniya bingehîn a aboriyê ajalvanî ye, di salên dawîyê de pîşesaziya tekstîlî jî pêşketîye. Yên ku tên bîra min eve ne. Eger ev bûm xwedî agahîyên bû an jî tiştek hat bîra min ezê li vir zêde bikim. *



21.10.2022 18:46 ~20:09 | bayê xerbî

28. Bajarê ku lê hatime dinê. Piştî dehan salan îsal min berê xwe da vir û li vir bi cî bûm. Ne ku xelkê vir im, hew bi çavekî objektîf dikarim bêjim ku li bakur piştî Diyarbekirê bajarê herî xweş ev der e. Him ji aliyê xwezaya xwe him derfetên bajarî ve balkêş û xweşik e. Bes gola wê an bi qewlê xelkê Wanê ve behra wê têrê dike ku meriv li vir bi bêhnfirehî û bextewarî bijî. Jixwe Xemla bajêr a herî mezin gola wê ye û çiyayên bi heybet yên çar alî rêz bûne.

Ji aliyê nifûsa xwe ve jî balkêş e ev der. Li navenda bajêr ji xeynî Niştecihên Wanê hema bêje herkes lê ye. Îranî, Afganî, Colemêrgî, Şirnexî û kes û karmendên ji bajarên Tirkiyê. Lê di nav wan de yê ev der herî zêde zeft kirî Îranî ne. Li ku erdê Wanê bigerî ji kurmancî bêtir farisî tê guhê mêriv. Çendîn ji aliyê aboriyê û modernbûna bajêr ve hebûna wan baş be jî ji aliyekî ve mirov aciz dibe ji wan. Li hemû firoşgehan, dikanan, kafeyan, caddeyan ew hene û dengê wan. Ewqasî ku carinan ji bîr dikim ku li welatê xwe me.
Ji xeynî vê meselê bajar bixwe têra xwe xweş û xwedî derfet e. Û hêjayê pesna ye.



23.10.2022 00:36 | xeyda

29. Bajarê min e ku xweş e bi behra xwe, bi bihar û havîna xwe ya dereng. Heyat e.



12.12.2022 02:06 | hêvî