1. Heke tişteke din nebe: dike - lêkera "kirin"ê ye ku li gorî kesê sêyem di dema niha de hatiye kişandin; "dikê" jî di hin devokan de (Mêrdîn yek ji wan e ez bawerim?) ji bo heman kêşanê tê bikaranîn, çi mixabin ne standard e. Mînak: Ew çi dike? Ew çi dikê? an jî ji bo kêşana "tu"yê ya lêkera kirinê: "Tu çi dikê?" |
|
16.12.2020 14:01 |
elfesya
![]() |
2. dike û dikê li mêrdînê ne heman tişt in. belê her du jî tewanga dema niha ya kesê sêyem yê yekjimar ya kirinê ne, lê wateya wan piçekî cûda ye. nizanim li herêmên din jî heye gelo? dikarim wisa rave bikim: dema ji yekî/ê re bibêjî "bide" ev dayîna asayî ye, lê tu bibêjî "bidê" ew ê'ya dawiyê wateya "bide wî/wê" didê (wekî ku min li vir jî bi kar anî, min got "didê" çimkî dide wê peyvê). yanî dema mere dibêje "dikê" ev dibe wek "dike wî/wê" lê ev bû wek sixêfê * |
|
16.12.2020 17:30 |
keyomerd
![]() |
3. peyama @keyomerd bi temamî rast e . |
|
16.12.2020 18:04 |
shwinsherm
![]() |
4. Ji bo wê ez her dem dibêjim çi? Jkx bi kurdîya standart binivîsin (-._.-) |
|
17.12.2020 14:26 |
xabûrî
![]() |
![]() |
pirtûkên ku nivîskarên tirşikê vêga dixwînin [1] |
![]() |
cejna vejînê [1] |
![]() |
kolaya zer [1] |
![]() |
roja mamosteyan [1] |
![]() |
gulêê [1] |