1. Encamek ji encamê bindestî û xîzaniyê ye. Lê tiştê balkêş eve ku berê kurdên bişaftî û yên tirşikxwurê tirkan dibûn polês û ji aliyê welatparêzan ve dihatin ricimandin lê niha "kurdên welatparêz" (rayedarên hdp) jî dibin polês û ji derdora xwe re pêşniyar dikin da ku dost, nas, merev û hevalên xwe jî bikin polês. Piştî ku bê kar û bê pere dimînin vêca dibên " ma ezê jî bibim polês. Ka polês çi gûyî dixwin 5 milyar pere distînin?" Hem ji ber forsa unîforma û damançê û hem ji ber meaşê wê gelemperî dibin polês. (Ji xwe me behs kiribû keçên kurd çiqas ji wê unîformayê hez dikin.) Parastina xwe jî bi van hevokan dikin: " bila bibin polês lê bila ji gelê xwe re baş bin. Divê kurd tev bibin polês û ji gelê xwe re baş bin û zilmê li wan nekin" |
|
28.12.2020 22:07 |
tîrêj zana 21
![]() |
2. bêrî her tiştî divê mirov zanibe ku ti bandora kesên wilo (kurdên neyar, cehş, xayîn) li ser doza kurda nîn e. weke her milletî di nav me de xwefiroşên bêşeref heye. di nava tirka de jî heye di nava ereba de jî heye. ji ber ku komek dêqahp xwe firotine, doza milletê kurd têk naçe û hilnaweşe. divê mirov xwe ji ber van bêşerefan bê hêvî neke. qedera vî milletî di destê welatpareza de ye, ne yê xwefiroşan. |
|
28.12.2020 22:41 ~22:43 |
hueyn
![]() |
![]() |
kurdgpt [1] |
![]() |
kesrewan [2] |
![]() |
bismil [2] |
![]() |
tiştên ku bêhemdî kenê mirovî tînin [1] |
![]() |
epictetus [1] |